Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bêhna Xelîl jê dihat

Rojnamevan Seyîd Evran di nivîsên xwe de gelek caran qala payîzê kiriye. Di peyamên xwe yên dawî de jî xemgîniya xwe ya ji payîzê aniye ziman. Lê mixabin ew jî di payîzê de ji me veqetiya. Li ser Seyîd Evran wê gelekî were nivîsandin. Ji ber ku ew kesayetek mînak bû. Salên dûrûdirêj di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtibû. Ji salên 1990’î heta niha wextekî ne hindik e.

Dema ku xwendekarekî zanîngehê ye dikeve nava xebatan. Xebata wî ya pêşî jî çapemeniya azad bû. Di rojnameyê de dest bi kar dike û ew jî salên ji agir bûn. Jixwe hîmê çapemeniya azad ango bingeha wê jî wan salan hat danîn. Di wan salan de bi dehan hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Seyîd Evran jî di wan salan de xebitî. Gelek heval û hogirên wî şehîd bûn û hinek ji wan jî hatin girtin. Seyîd jî berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Li gorî wî divê rojnamevan di heman demê de şoreşger jî be. Wî ev yek kir. Li çiyayên azad ên Kurdistanê jî di destekî wî de pênûs û kamera, di destekî din de jî çeka wî hebû. Wî dizanîbû ku ew çek ji bo parastinê ye. Jixwe eger ne ji ber êrişan bûya kurdan ranedihişt çekan. Hebûna çekan ji bo kurdan hebûna parastinê ye. Seyîd jî ev yek dikir. Bi çeka xwe hebûna xwe diparast, bi pênûs û kamera xwe rastî radigihandin.

Seyîd Evran şopdarekî heqîqetê bû. Li çiyayên Kurdistanê geriya û da pey şopa rastiyan. Rojnamevaniya esasî wî kir. Li ku derê rastiyek û bûyerek hebûya ew li wê derê bû. Hin kesayet hene û tenê mirov dikare navê wan bêje. Lê hin kesayet jî hene bandorê li derdora xwe û civakê dikin. Seyîd Evran jî yek ji kesên bi bandor bû. Bi hebûna xwe û axaftina xwe bandor li her kesî dikir. Çi kesê ku ew nas kiriye wî ji bîr nake.

Di sala 2012’an de min jî hevalê Seyîd nas kir. Wê demê jî demsala payîzê bû. Di payîzê de me heva nas kir, di payîzê de jî xatir ji me xwest. Dema ku min ew dît bêhna Xelîl jê dihat. Xelîlê çiyê ango Xelîlê çiyayî. Xelîl jî wekî Seyîd kedkarekî çapemeniyê bû. Bi kamera û pênûsa xwe dabû ser şopa heqîqetê. Lê gelekî zû ji me xatir xwest û ew jî bû şehîdekî çapemeniya azad. Seyîd jî peyrevekî wan bû. Gelek heval û hogirên wî di vê oxirê de şehîd bûn. Ji bo ku bîranîna wan li wan çiyayan bidomîne li çiyê bû. Di sala 2012’an de dema ku şoreşê li Rojava dest pê kir, berê xwe da wê derê. Ji destpêka şoreşê heta şehadeta xwe bêrawestan xebitî. Lê dilê wî têr nekir ku çend salên karibe bimîne. Deverek nema ku Seyîd neçûyê û nexebitî. Pêngavên şervanan ji nêz ve şopandin û kêlî bi kêlî agahî didan.

Xwezka wî û hevalên din ewqasî zû neçûbana. Şehadeta heval Seyîd jî zû bû. Seyîd ne tenê rojnamevan bû. Ew şoreşger û nivîskar bû. Şervan û mamoste bû. Mirovekî zana û kedkar bû. Çi kesên di vê têkoşînê de cihê xwe bigrin divê Seyîd nas bikin. Jiyana wî ya şoreşgerî mînak bû. Ji ber ku tenê bi karekî xwe sînor nedikir. Ew li her qadê bû û bi her karî re dibeziya. Seyîd Evran navê kedê ye. Tu carî ji kar nereviya û xwe li paş nehişt. Li ku derê karekî zahmet hebûya ew li wê derê bû.

Di xebatên çapemeniya azad de jî em ê her tim wî mînak bigrin. Ew mamoste û hîndekarê me ye. Em jî şagirtên wî û Apê Mûsa ne. Kevneşopiya ku Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz dabû dest pê kirin, bi Denîz Firat û Seyîd Evran re dewam kir. Heta kêliya dawî jî ew li ser karê xwe bûn. Di vê oxirê de jî canê xwe feda kirin. Seyîd Evran navê fedekarî û wêrekiyê ye. Ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihîne deverek nema ku neçûyê. Ew ji bo me leheng e. Bi saya qehremanên wiha em li ser piyan disekinin. Ne ji wan bûya, me nedikarî ewqasî xwe li ser piyan bihêlin. Eger tank û top û balafirên dagirkeran hebin, em ê jî Seyîdê me heye. Îradeyek ji pola li cem me heye.

Nûçeyên Têkildar