Salîhe Saltik ku çû Girtîgeha Îmraliyê û birayê xwe Veysî Aktaş dît, behsa giravê kir. Saltik, diyar kir ku Veysî Aktaş heftê 5 rojan 6 saetan girtiyên din dibîne û diyar kir ku birayê wê ji bo hevdîtinê gotiye: “Li gor dewletê gaveke erênî ye.”
Xizmên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi boneya Cejna Qurbanê di 12’ê tebaxê de çûn Girtîgeha Îmraliyê û xizmên xwe dîtin. Salîhe Saltik, cara ewil çû Girtîgeha Îmraliyê û birayê xwe Veysî Aktaş dît. Saltik, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa hevdîtina xwe û birayê xwe kir.
Saltikî ji bo Girava Îmraliyê got “Çivîk jî lê nakin wîqewîq” û wiha got: “Tiştek jî tune bû. Li ser giraveke biçûk girtîgehek û gelek leşker hebûn. Ma ji bo 4 kesan ev qas leşker ne zêde ne? Di girtîgehê de em di sê lêgerînan re hatin derbaskirin. Li nav kincên me jî dinerîn. Bi rastî jî çûyîna wir pir zehmet e. Tu îmzeyê datînî bin gelek kaxezan. Nayê bîra min bê min çend îmze dan. Me îmze datanî bin lênûskên wekî pirtûkan qalind. Me tiştek jî bi xwe re nebir. Lis er hevdu navnîşan me ji me dipirsîn. He rçend nasnameya min di dest wan de bû jî hejmara TC’ê ji min dipirsîn. Pêşî Mehmet Ocalan û Polat Yildirim bi qasî 45 deqeyan hevdîtin pêk anîn. Di dema hevdîtinê de leşker jî hene.”
Amûra dengtomarkirinê
Saltik anî ziman ku piştî hevdîtina Ocalan û Yildirim, wê birine cihê hevdîtinê. Saltik bilêv kir ku hayê birayê wê ji hevdîtinê tune bûye û wiha got: “Gotin ‘hûn ê bi kurdî an bi tirkî biaxivin?’ Min got em ê bi kurdî baixivin. Gotin, ‘Ger hûn bi kurdî baixivin em ê amûreke dengtomarkirinê deynin cem we’ û danîn. Her wiha li cem me leşkerek jî hebû. Pir nêzî me bû. Wexta em ketin hundur dengê kekê min hat. Digot, kî hatiye. Wexta dengê wî hat min kelecanek bi min girt. Haya wan ji hevdîtinê tune bûye.”
Saltik anî ziman ku piştî 5 salan wê birayê xwe dîtiye û wiha got: “Hat hundur, me hevdi hemêz kir. Got, ‘ji ber min te dît, ez pir kêfxweş im.’ Wexta dengê wî hat min kelecanek bi min girt. Piştî 5 salan acar ewil e min ew didît. Wexta min ew dît heyr mam, pir guherî bû. Nabêjim temenê wî boriye. Gotineke wisa li zimanê min angere. Min digot dema wî bibînim belkî hêstir ji çavên min bên, min nenêrî. Min nedixwest wî di wî temenî de bibînim. Pirsa dê û bavê min, xwişk û birayê min û zarokên min kir. Got, min pir bêriya wan kiriye. Nexasim jî pirsa Zîlan, Nazya, Sarya û Eylemê kir. Paşê got kî sax e kî miriye. Min got, bapîra min miriye, pir li ber ket. Bapîra min pir jê hez dikir.”
Tenê rojnameya cumhûriyetê didin
Saltik got birayê wê ji bo şert û mercên Girava Îmraliyê gotiye: “Ava wir nayê vexwarin. Mehê 80 lîreyî heqê avê didin. Mehê 75 lîreyan jî heqê Rojnameya Cumhûriyetê didin. Ji bo rojnameya Evrensel û Yenî Yaşamê jî serî lê dane lê hîna nedane wan. Ji xeynî CNN Turkê, Kanal D, NTV, TRT 1, 2, 3, 4, 5 û 6 heye. Got, tiştên li kantînê pir buha ne. Carinan tiştên digotin ji bîr dikir. Got, ’em pîr bûne em tiştan ji bîr dikin.’ Got, wê dest bi werzîşê bike.”
Saltik diyar kir ku di odeya hevdîtinê de leşker û amûra dengtomarkirinê hebûye. Saltik diyar kir ku birayê wê pirsa rastbûna nûçeyên der barê herêmê û operasyonên leşkerş, pirsa Vedat Ekîncî ku di 1’ê Tebaxê de li gundê Çemekurk ê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin kiriye.
Heftê 5 rojan tenê 6 saetan hevdu dibînin
Saltik diyar kir ku Ocalan, Yildirim, Konar û birayê wê heftê 5 rojan tenê 6 saetan hevdu dibînin û wiha got: “Veysî, got ‘Em û Serok Abdullah Ocalan li vê odeyê hevdu dibînin. Ew li serî rûdinê em jî li dor wî.’ Tenê saetekê hevdu dibînin. Hewadariya wan ne bi qasî odeya ku me hevdê lê dît. Ax qet tune ye. Saetekê li hewadariya bibeton dimînin.”
‘Li gor dewletê gaveke erênî ye’
Saltik ev tişt anî ziman: “Hayê wî ji hevdîtinê tune bûye. Wexta em çûne hayê wî jê çêbûye. Got, li gor dewletê hevdîtin wekî gaveke erênî ye. Got, ‘Helbet, ev mafê me yî herî xwezayî ye. Lê ew vê yekê wekî gavekê dibînin. Nizanim wê hevdîtina bê kengî be. Li vira edalet tune ye. Kes guh nade pîvanan, kes guh nade qanûnan.'”
Saltik diyar kir ku birayê wê gotiye nameyên ji girtîgehan tên şandin digihên wan û got: “Cemal Tekîn name dişîne. Got, hevalên wî nameyan jê re dişînin lê ji ber qedexeyê ew nikare bişîne. Xwest, hevalên nameyan dişînin bila tim bişînin. Xwest hevalên wî tim pirtûkan bixwînin û dev ji nameşandinê bernedin.”
Pirtûk xwestin
Saltik diyar kir ku birayê wê pirtûka “Turk Ceza Kanûnû” û “Anayasa Mahkemesi Bireysel Başvuru Rehberi” xwestiye.
Saltik diyar kir ku birayê wî gotiye ew fikirîne wê li Girava Îmraliyê hew hevdîtin pêk bên lê belê piştî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye, zanibûye wê Guven hin tiştan biguherîne. AMED