Dayika Bêkes Guler Tunç ku bûye hevseroka HDP’a Cizîrê diyar kir ku Bêkes êdî dizane ku bavê wî hatiye qetilkirin û kujerên wî dinase. Tûnç her wiha da zanîn ku Bêkes êdî beran davêje maşîneyên polîsan û polîs li ber çavê bapîra wî gefa avêtine ber tekeran lê dixwin
Beriya çendekî ji bo şopandina atmosfera hilbijartinê çibûm Şirnexê. Dema vegera xwe ya ji Şirnexê, min rêya xwe li Cizîra Botan ku beriya 4 salan dewletê ew rûxand û bi dehan cîwanên wê di jêrzemînan de qetil kir jî xist. Li her kuçe û kolanên bajêr mirov rastî şopên hovîtiya dewletê ya beriya çend salan tê. Di nav van şopan hovitiyê de çûm HDP’a Cizîrê û rastî dayika Bêkes Guler Tûnç hatim. Paçikek di destê wê de ye û paqijiyê dike.
Piştî ku Tûnç paqişiyê qedend, min xwe nêzî wê kir, xwe pê da nasîn û jê re got ku dixwazim pê re hinek sohbet bikim. Demildest daxwaza min qebûl kir û em derbasî odeyek bûn û dest bi sohbeteke dirêj kir. Piraniya mijara sohbeta me li ser Bêkes bû. Ez pirsan jê dikim û ew jî bêyî ku medê xwe bike, pirsên min dibersivîne. Di nav sohbetê de hîn dibim ku ji ber girtina hevseroka HDP’a Cizîrê, Gulerê bûye hevseroka HDP’a navçeyê.
Nameya Ocalan belav kiriye!
Tûnç têkildarî hevserokatiya xwe û axaftineke ji ber vê yekê ya di navbera xwe û polîsan de kir û ev tişt anî ziman: “Rojek dema ku ez diçûm avahiya HDP’ê wesayîteke polîsan hat li ber min sekinî û min pîroz kirin. Ji min re gotin ku dê şêranî bînin û hevserokatiya min pîroz bikin. Çendekî piştî van gotinan gazî min kirin û ji min re gotin ku îfade ya min heye. Dema ez çûm emniyetê ji min re gotin ku ji Qendilê li ser navê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji te re nameyek hatiye û te vê nameyê zêde kiriye û li malbatên girtî û gerîlayan belav kiriye.”
Piştî van agahdariyan Tûnç qala Bêkesê xwe kir û da zanîn ku Bêkesê wê ketiye 4 saliya xwe û êdî dikare li kuçe û kolanên Cizîrê ku di rojên hatiye dinyayê de hatine rûxandin, bigere. Tûnç diyar kir ku gelek zehmet e ku mirov zarokek bê bav mezin bike û wiha got: “Her ku diçe mezin dibe û êdî hîn dibe ku tiştek jê kêm e. Di navberekî de bi qasî hefteyekê her sibe dema ji xew radibû digot ku bavê wî kuştine û bin ax kirine. Êdî fêm dike bavê wî hatiye qetilkirin.”
Çavên Bêkes hêvî didin
Tûnç bi lêv kir ku Bêkes li malê dema wêneyên bavê xwe dibîne jê dipirse ku ew bavê wî ye û bi van gotinan bal kişand ser kêfxweşiya xwe ya ji ber hebûna Bêkes: “Ez carna ji xwe re dibêjim heke Bêkes nebûna dê ez heta niha li ser piya nedimam. Çav û rûyê wî yê bi ken, her tim hêvî didin min û dihele ku ez li ser piya bimînin. Lê ji aliyekî ve jî her dema ku ez Bêkesê xwe dibînim zilma dewletê ya li jêrzemînan li ber çavê min resm dibe.
Di nav sohbeta xwe de Tûnç qala jiyana Bêkes a li nav malê û taxê jî kir û wiha pê de çû: “ Dapîr û bapîrê wî gelek ji hez dikin û wî bi rihê xwe nadin. Çi bibêje bi ya wî tê kirin. Ji ber vê yekê gelek şûm (şimarik) e. Rojek dema ku ez na li mal bûme, maşîneyek polîsan di ber deriyê me de derbas dibe û Bêkes ber davêje maşîneyê. Polîs ji maşîneyên pêya dibin û ji bapîra wî re dibêjin ku ew nabêjin zarok e û heke wî bigirin dê bavêjin ber tekerên maşîneyên xwe.”
Bêkes li ser milê şaneşînê ye
Tûnç herî dawî bal kişand ser dadgeha hevjînê xwe Orhan Tûnç a li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û ev tişt anîn ziman: “Min gelek dixwest Bêkes jî bibim vê dadgeha bavê wî. Ji bo birinê min amûrên wî jî amade kiribû, lê roja berî ku biçim Stenbolê û derbasî Ewropayê bibim, agahiyê ji min re hat ku dewlet ji tirsa ku em ê jê Ewropayê venegerin, nahêhile ez Bêkes bi xwe re bibim. Li gel ku vîze dabûn jî ji bo ez wî bi xwe re nebim dewletê vîzeya wî betal kir.”
Piştî sohbeta xwe ya li avahiya HDP’ê, ji bo dîtina Bêkes bi dayika Bêkes re derbasî mala wan a li taxa Çemkûrkê bûm. Li ber derê malê bapîra Bêkes Esmer Tûnç û amojna wî ya hevjîna apê wî Mehmet Tûnç Zeynep Tûnç me pêşwazî kirin. Bêkes jî li cem wan bû, lê ne li erdê li ser milê şaneşîna malê bû. Dema ku em ji malê veqetiyan, Bêkes li pey dayika xwe gelek giriya û xwest ku ew jî me re we re lê dayîka wî ew li malê hişt.