Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

BEKSAV dest bi serdema nû dike

BEKSAV ku li Stenbolê xebatên xwe bi rê ve dibe, wê di serdema bê de xebatên wê bidomin. Wê weqf ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşangehê çê bike û ji bo kursên dê bên vekirin jî bang li her kesî hat kirin

Xebatên Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerdehî Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV), bênavber didomin. Avahiya weqfê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ye û wê di serdema nû de kursên erbane, gîtar, bando, şano û hwd. vebike.

Wê weqf ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane pêşangehekê jî çê bike. Wê pêşangeh di 31’ê Îlonê de dest pê bike. Wê di pêşangehê de berhemeke Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku derbarê Komkujiya Pirsûsê de ye û ji Girtîgeha Edîrneyê şandiye, bê pêşandan.

Hunermenda BEKSAV’ê Canan Kaplan ji bo pêşangeha ku dê bê çêkirin wiha got: “Hunermend û rewşenbîran desteke baş dan me. Li hundurê weqfê hin mekan boyax kirin. hem jî berhemên xwe diyarî weqfê kirin. Meha bê em ê pêşangeha vê yekê çê bikin. Em ê van berheman di çarçoveya çalakiyên aştiyê de pêşkeş bikin.”

Kaplan anî ziman ku xebatên wan ên çandî tenê ne ev in û got, wê Kovara Huner û Jiyanê ku bi kurdî ye û ji sala 2014’an ve bênavber diweşînin dîsa wweşana xwe bidomîne. Kaplan, bilêv kir ku kovar sê mehan carekê diweşe lê belê tim bi sansurê re rû bi rû dimîne û got: “Wê di vê mehê de jî hejmara wê ya nû çap bibe. Em di vê hejmarê de li ser helbestê û rewşa helbestê sekinîn. Di beşa mozaîkê de berhemên bi zimanên bindestan hatine nivîsandin cih digirin.”

Her wiha Kaplan, bilêv kir ku ew ê îsal du lîstikên Azîz Nesîn jî pêşkeş bikin û wê ji xeynî vê hin çalakiyên Koma Muzîkê ya Saryayê, Koma Muzîkê ya Vardîayyê û Koma Bandoyê jî bên pêşandan.  Herî dawî Kaplan, ji bo kursên dê vebikin û çalakiyên dê li dar bixin bang li her kesî kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar