ANHA’yê xwe gihand dîmên dişibin bikaranîna bombeyên fosfor ên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Serêkaniyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê
Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk û çeteyê wê ya li Serêkanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî hate kirin. Dagirkerên ku nekarîn berxwedanê bişkîni bombeyên fosfor bikar anîn.
Di dîmenên îro li Nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê de ku li ser bedenên kesên li Serêkaniyê hatibûn kişandin, li ser bedenên sivîlên birîndar bi vekirî dixuyê ku dişibin birînên bikaranîna bombeyên fosfor û dîsa di êrîşan de çekên bi asayî nehatine bikaraîn.