Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Belgeyên televîzyona Misrî

Roj bi roj rastiya dewleta tirk û Erdogan a bi taybetî dijberiya kurdan û bi giştî dijberiya gelê herêmê aşkera dibe. Dawiya van rezaletên ku hatine jiyîn û derketiye holê.

Yek ji televizyona Misrê ya bi navê TeN Tv belgeyên Civîna Ewlehiya Millî ya Tirkiyeyê ku li ser nivîsandibû ‘Gelekî Veşarî ye’parve kir. Ev belge ji bo hemû beşên leşkerî û îstixbaratî re hatiye şandin. Di belgeyê de dinivîse ka dê çawa kesên ku li dijî Erdogan in û yên ku muxalefetê dikin bên tunekirin. Li gorî belgeyan Erdogan ji bo rejîma xwe ya dîktatoriyê saz bike wisa bike ku tu kes li hemberî wî dernekeve.

Di nav vê belgeyê de bi dehan talîmat û perspektîfên ku ji bo hemû beşên ewlehî û leşkeriyê bê çawa li hemberî xebatkar, aktîvîst û siyasetmedarên kurd bisekine ku dê çawa wan tasfiye û bêbandor bike. Rasterast tê gotin ku kurdan di warê fizîkî de tune bikin an jî wan biavêjin zindanan.

Armanca van ew e ku Erdogan dixwaze bi tena serê xwe li desthilatiyê bimîne. Bi van belgeyan careke din derket holê ku Erdogan çawa dijminatiya kurdan dike. Li gorî ku pêşkêşvan Neşet El Dîhî di bernameya xwe ya bi navê ‘Pênûs û Lênûs’ê tîne ziman û dibêje ew belge ji Tirkiyeyê bi dest xistine. Û ev belge bi tena serê xwe wê bibe rezalet û delîlên têrker Erdogan derxîne mehkemeyên navdewletî û wekî sûcdarekî şer were darizandin.

Di belgeyan de tê gotin ku kesên di berxwedana xwerêveberiyan de dîl tên girtin înfaz bikin û dildarên partiyê jî tasfiye bikin. Bi awayekî aşkera û bi belgeyan îspat bûye ku dewleta tirk qanûnên şer binpê kiriye û sûcê şer kiriye.

Em jêrzemînên (bodrûm) Cizîrê bînin bîra xwe. Bi sedan birîndar di jêrzemînan de bûn li gel ewqas hewldanan nehiştin ew ji jêrzemînan derkevin û hemû bi saxî şewitandin. Kesên ku ji jêrzemînan derdiketin rasterast dikuştin. Dema mirov van belgeyan û qetlîamên wê demê dide berhev dibîne ku leşker û polîs li gorî fermana Erdogan ev qetlîam pêk anîne.

Di belgeyan de ferman hatiye dayîn ku şaredariyên di destê kurdan de bên desteserkirin û hevşarêdar bên girtin.  Li gorî fermana Erdogan divê li ser nîqaş neyên kirin, endamên îstîxbaratê, leşker û polîs pêk bînin. Destûr hatiye dayîn ku leşker û polîsên tirk kesên bi guman rasterast înfaz bikin û qanûnan li ber çavan negirin. Li gorî belgeyê dê hemû zagon li gorî berjewendiya hêzên dewletê werin sazkirin ku kes nikaribe ji ber van kuştinan wan bidarizîne û bigire.

Helbet gelek talîmatên din jî di belgeyan de hene. Wisa xuya dibe ku piştî hilbijartinên serokkomariyê Erdogan hemû beşên dewletê desteser kirine û fermana her tiştî dide. Bi tena serê xwe hikum dike. Li hemberî Kemalîzmê, îslameke li gorî pîvanên Erdoganîzmê ava dike. Ger kesên li gorî fikra Erdogan tevnegerin bi teror, xayîn û kafiriyê tên deqkirin.

Ev belgeyên ku di televîzyona Misrî de hatine weşandin nîşan dide ku Erdogan ji bo tunekirina kurdan gelek belgeyên bi vî rengî amade kirine. Jixwe komara tirk bi qetlîam û komkujiyan hatiye avakirin. Mustafa Kemal bi qetilkirina ermen û asûriyan komar ava kir. Erdogan jî dixwaze bi heman rêbazê bi qetilkirina kurdan di dîroka komara Tirkiyeyê de serdemeke nû bide destpêkirin.

Erdogan di şopa Ataturk de dimeşe. Ataturk jî wê demê soz dida kurdan û xwe wekî hevalbendê kurdan nîşan dida lê piştre li Kurdistanê qetlîam pêk anî. Erdogan jî ji bo hilbijartinan qezenc bike û pergala xwe bi temamî bide rûniştandin bi hinek kurdan re têkiliyan datîne. Erdogan kurdên berjewendîparêz li dora xwe kom dike û xwe wekî ‘birayê’ kurdan pênase dike. Ev siyaseta Ataturk e û Erdogan didomîne. Dema mirov pratîkên Erdogan ên salên dawîn binêre dibîne ku hemû kesên derdora xwe tasfiye kirin û roj were dê ew kurdên berjewendîparêz jî yek bi yek tasfiye bike.

Belgeyên ku di televîzyona Misrî de hatin weşandin, gelek televîzyonên ereban jî parve kirin. Îro ereb bêtir nas dikin ku dewleta tirk li hemberî kurdan polîtîkayên çawa dimeşîne.

Xema Erdogan a yekemîn û dawîn ew e ku kurd li ku derê dibe bila bibe, divê ku werin tunekirin. Fermanê dide hemû saziyên dewletê ku kurdan qetil bikin. Ji bo kurd mafên xwe  bi dest nexin hemû derfetên xwe seferber kirine.

Dibe ku hinek ragihandinên erebî di demên dawî de dereng be jî ji xewa xwe yên demdirêj hişyar bûbin. Ev belgeyên ku di televîzyonên xwe de weşandin mijareke erênî ye. Da ku rûpoşa Erdogan were daxistin û rastiya wî were aşkerakirin. Rastiya wî ew e ku ne misilman e û ne jî dikare bibe xelîfeyê îslamiyetê. Herî zêde dixwaze di ser îslamiyetê de xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Jixwe ev yek jî di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de her kesê dît.

Çawa ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikarîbû ew tirsa DAIŞ’ê ya ku Erdogan wê destek dikir ji holê rabike, hilweşîne û paytexta wê Reqqayê hilweşîne û niha gihiştiye asta bidawîkirina DAIŞ’ê û  destanên qehremaniyê nivîsîn di warê rizgarkirina gelan de. Her wiha em dikarin bêjin dê kurd dawiya Erdogan jî bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar