Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike

Çemê Dîcleyê yê ruh dide Mezopotamyayê. Bi bendava Ilisûyê ruhê Nezopotamyayê tune dikin. Bajarê qedîm Heskîf di bin ava bendavê de tê hiştin. Wê bendav bandorek neyînî li ser zindewarên li herêmê bike û Çemê Dîcleyê statûya xwe winda bike.

Çemê Dîcleyê û Çemê Firatê ruh didin erdnîgariya Mezopotamyayê ku bi hezar salan ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye. Çemê Dîcleyê niha di bin gefê ava Bendava Ilisûyê de maye û tê xwetin Dîcle tune bibe. Devên Bendava Ilisûyê hatin girtin û av pengar dide. Dema pengara avê bigîhîjê Heskîfê dê şaristanî û dîroka 12 hezar salan tune bibe. Bi tunekirina Heskîfê re dê nêzî 200 warên şêniyên herêmê jî di bin avê de bimîne. Çemê Dîcleyê ku ruh dide Mezopotamyayê dê statû û dewlemendiya xwe winda bike. Wê jiyana nebat, mîrov û zindewaran tune bibe û eko sîstema hezarê salan bikin qurbanê bendava tê gotin temenê wê 50 salî ye.

Ji ber çêkirina bendavê gelek cûreyên zindewaran xwe li derdora çemê Dîcleyê bicih kirine û qeraxê çem ji xwe re kirine wargeha jiyanê.

Wê rêyên koçeran bên girtin 

Wê Bendava Ilisû bandorek neyînî li ser çûyîna koçeran a ber bi zozanan ve jî bike. Di mehên biharê de koçerên diçin zozanan dê rê li wan bê girtin. Bi temambûna bendavê re bi qasî 90 rêyên çûnehatê yên li ser çemê Dîcleyê dê bên astengkirin. Ji ber bendavê dê warên koçerên nêzî Çemê Dîcleyê jî tune bibe û tê gotin wê ev yek bibe sedemê bi dawîkirina sewalkariyê.

Ekosîstem tune dibe û parastin nîne

Wê gelek kanî û cihên ava vexwarinê jê tên jî di bin bendavê de bimîne. Wê seranserî geliyê Dîcleyê gelek zixûr û cihên girîng wê di bin avê de bimînin û wê ev yek bibe sedemê tunekirina ekosîstema herêmê. Li gel tê payîn dê ev talanî û kambaxî li seranserî Çemê Dîcleyê pêk were jî heta niha hewldanên parastina ji bo zindewarên herêmê nîne. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar