Berdevka Yekîneyên Parastuna Jinan (YPJ) Rûksen Mihemed û Berdevkê Yekîneyên Parastuna Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser armancên êrîşeke gengaz a dagirkeriyê û amadekariyên li hemberî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.
Rûksen Mihemed got, “Her tim tê gotin ku ‘gef hene’. Ev pênaseyeke têrker nîne. Rewşeke şer a yekser heye. Ne tenê gef tê xwarin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha nesekinîne. Bi rê û rêbazên cuda êrîşan dewam kirin. Car carna bi çeteyan, car carna jî bi xwe êrîş kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku siyaseta şer a dewleta tirk rewşeke timî ye. Rast e, niha operasyoneke ji bejahî çênebûye. Lê belê êrîşan her tim dewam kirine. Dewleta tirk ya ku li ser siyaseta qirkirin û dagirkeriyê ava bûye, ji bo karibe hikum û desthilatdariya xwe dewam bike vê siyaseta bi xwîn dimeşîne. Ji bo karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve berê xwe dide şer.”
Nûrî Mehmûd jî anî ziman ku gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû nînin û got, “Lê belê bi gefa 1’ê hezîranê re diyar kir ku wê hem Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi vî rengî dixwaze nasnameya kurdan, têkoşîna azadî û demokrasiyê û yekîtuya gelan ji holê rake. Ji bo vê jî di sala 2022’yan de êrîşên berfireh li ser herêmên başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.”
Armanc ne tene Kobanê ye
Nûrî Mehmûd anî ziman ku ji bilî şer rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst çareyeke din ji xwe re nabîne û got, “Ji ber vê yekê li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê terorê dike. Ev teror ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate kifşkirin. Armanc ne tenê Kobanê ye. Armanc tevahiya herêma Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelên ku baweriya xwe bi demokrasî, jiyaneke azad û bi rûmet anîne, di hedefa hêzên rejîmê de ne. Erdogan jî bi esasî dixwaze ku mirovên baweriya xwe bi azadiyê anîne ji holê rake. Van gelan li dijî hikumeta xwe, li dijî rejîma xwe dibîne. Lewma gefên wî tu carî kêm nebûn.”
Mehmûd ragihand ku êrîş tu carî nesekinîn û got, “Rojane, 24 saetan balafir li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne firandin. Her wiha bi topan êrîşî zarokan dikin, birîndar dikin, qetil dikin. Êrîşî sivîlan dikin.”
Êrîş li ser pêkhateyên neteweya demokratik in
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku bi bombardûmana rojane ya li ser herêmê, bi êrîşên li dijî sivîlan û kiryarên şerê psîkolojîk û taybet ên li ser herêmê re tê xwestun ku yekîtî û hevgirtina gelan a bi projeya Neteweya Demokratîk ji holê bê rakirin.
Rûksen Mihemed got, “Bi êrîşên rojane yên li ser herêmê, siyaseteke şer timî tê meşandin. Bi balafirên Bêmirov ên bombebarkirî êrîş li dijî sivîlan û fermandarên pêşeng têne kirin. Di şexsê kurdan de êrîş li ser sîstema xweser û îradeya civakê tê kirin.”
Rûksen Mihemed diyar kir ku bi bombardûmana hewayî ya giran a 19-20’ê mijdara 2022’yan de armanca dagirkeriyê careke din hate nîşandan û got, “Bi êrîşên li ser herêmê re li pey pêkanîna armancên xwe yên Neo-Osmanî ne. Bi dagirkeriya li Sûriyeyê re dixwaze welatên ereb dagir bike.”
Jinên pêşeng tên hedef girtin
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku mejiyê desthilatdariyê ji bo îmhakirina civakê êrîşî jinan dike û got, “Êrîş li wan jinan hate kirin ku di perwerdekirina civakê de bi roleke mezin rabûn. Ev yek ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her derê hate kirin. Êrîşa li dijî hevala Evîn Goyî nîşan dide ku yên ji bo civaka azad têdikoşin dibin hedef. Êrîş li hevalên Hevrîn, Hebûn, Zehra, Sosin, Jiyan, Roj û gelek hevalên jin ên mîna wan hate kirin ku pêşengî ji vê civakê re dikirin. Bi êrîşa li dijî pêşengan xwestin îrade û manewiyata gelan bişikînin. Êrîşa li dijî şoreşa jinan êrîşa li hemberî nirxên mirovî ye.”
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê rêyeke din li pêşiya civakê û jinan tune û destnîşan kir ku bilindkirina têkoşîna li dijî vê siyasetê wê armancên wan têk bibe.
Civak li dijî projeyên faşist têdikoşe
Nûrî Mehmûd anî ziman ku niha li Sûriyeyê 3 proje hene û got, “Ya yekemîn rêxistinyeke demokratîk e ku yekîtiya gelan îfade dike û netewe hemû di nav de cihê xwe digire. Ya duyemîn desthilatdariya Şamê ye ku Rûsya û Îran dixwaze wê li ser piyan bihêle. Ya sêyemîn jî xeyala Osmanî, Mîsakî Mîlî ya Erdogan e ku bi mejiyê DAIŞ, El Qaîde û Îxwani Muslîmîn xwe nîşan da. Armanca herdu projeyan pêkanîna berjewendiyên xwe, kûrkirina şer e. Lê belê projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin sîstemeke welê ye ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya statuya herdu projeyên din astengiya herî mezin e.
QSD-YPG-YPJ hêzeke welê ye ku di encama pêşniyara civakê de ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet, azad û demokratîk ava bûye. Civakê û armanca civakê diparêze. Dema ku QSD, YPG û YPJ tê gotİn, ne hêzek lê belê civak bi xwe tê bîra mirovan. Tevahiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şoreş bû projeyek û bala cîhanê kişand. Ji ber ku cîhan ji metİrsiya DAIŞ’ê rizgar kir û ji bo Sûriyeyê projeyeke nû afirand. Di wê baweriyê de ne ku eger li Sûriyeyê bingeheke demokratîk bê avakirin wê bandorê li welatê wan jî bike. Lewma êrîşî projeya me dike ku li herêma me bûye modeleke nû. Lewma YPG, YPJ û QSD’ê dikin hedef. Ya rast dixwazin têkoşîna azadiyê, demokrasiyê, îrade û yekîtiya neteweyan a li herêmê tune bikin. Ji ber ku YPG, YPJ û QSD parêzvanên vê yekê ne. Lewma êrîş dikin.”
Pêwîstî bi yekîtiyek hîn xurtir heye
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku êrîşên hewayî yên 19-20’ê mijdarê li dijî saziyên xizmetê û binesaziya herêmê hatin kirin û got, “Mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin, xwestin ku gel bi zorê bidin koçberkirin. Helwesta ku civakê nîşan da, îrade û berxwedana civakê raxist pêş çavan ku bi tecrûbeya ji bûyerên berê wergirtî, sîstema xwe ya parastinê xurt kiriye û wê li xaka xwe bimîne. Divê em ji her şerî re amade bin. Erdogan dibêje ku Kobanê, Minbic û Til Rifet di hedefê de ne. Kobanê ku bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê, bi têkoşîna xwe ya bi pêşengiya YPJ’ê li cîhanê deng veda. Dixwaze êrîşî vî bajarî bike ku bûye sembol ji cîhanê re. Bi êrîşa li ser Kobanê dixwaze destkeftî, yekîtî û hevgirtina hatiye afirandin ji holê rake.”
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi parastina Kobanê û destkeftiyên Kobanê heye û got, “Li wê derê ‘xîlafet’ a DAIŞ’ê bi dawî bû. Erdogan got, ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’. Lê belê bi berxwedanê xeyalên Erdogan ketin. Li dijî êrîşên gengaz ên dagirkeriyê divê em îro helwesteke hîn xurtir nîşan bidin. Ji bo parastina sîstema me ya rêveberiya xweser, ji bo parastina destketiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtineke hîn xurtir heye. Bi pîvanên Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê her kes karibe xwe biparêze.”
Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku piştî tunekirina DAIŞ’ê dewleta tirk bi xwe yekser kete nava liv û tevgerê û got, “Çavkaniya terora DAIŞ’ê rejîma AKP-MHP ye. Tasfiyekirina DAIŞ’ê dihate wateya çikandina çavkaniya Erdogan a li herêmê. Ji ber vê yekê bi rengekî fermî bi navê Turkiyeyê derbasî nava Sûriyeyê bû û êrîşî Efrînê kir. Ya rast, fikrê me cuda bû. Gelê me cîhan ji gefa DAIŞ’ê parast û baweriyeke welê hebû ku hêzên navneteweyî yên li herêmê wê rê nedin dagirkeriyeke bi vî rengî. Lê belê berjewendî xistin dewrê. Şerê Gel ê Şoreşgerî û şerê me yê parastina rewa jî ewqasî xurt nebû.
Heta wê demê em li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan, li Efrînê jî me li hemberî artêşekê şer kir. Li hemberî artêşeke ku teknîka NATO’yê pê re hebû û êrîşî sivîlan dikir, me şer kir. Ji dibistanan heta bi nexweşxaneyê êrîş li ser binesaziya herêmê dihate kirin. Lewma parastina me ya rewa ne di wê astê de bû ku li dijî artêşekê şer bike. Ji aliyekî ve em di wê baweriyê de bûn ku bi hiqûq, exlaq û wijdanê navneteweyî wê qada navneteweyî şoreşa me biparêze. Lê belê hikumetên heyî li gorî berjewendiyên xwe Erdogan ji xwe re kirin esas. Yanî li paşeroja gelan nefikirîn, li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê biryar dan. Bi Erdogan re tifaq kirin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji nedîtî ve hatin. Piştî ku bi vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî hesiyan, hêzên me û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fêhm kirin ku heta li ser lingên xwe nesekinin, xwe bi rêxistin nekin wê hikumetên din li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.”
Em ê destkeftiyên gele herêmê biparêzin
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ew alîgirê şer nînin, ji şer hez nakin û got, “Lê belê eger êrîş li ser hebûn û destkeftiyên gelê me bê kirin em ê biparêzin. Ji bo xwebûnê, ji bo parastina xwe, weke YPJ em ji her alî ve amadekariyên xwe dikin. YPJ bi jinan û tevahiya gelê herêmê re bênavber têkoşînekê dimeşîne. Zemînek hatiye avakirin. Rêxistinî û destkeftî bi parastinê dikarin bêne mezinkirin û mayindekirin.”
Amadekarî berfirehû pir alî ne
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku di asta herî bilind de ew amadekariyên xwe dikin û got, “Ji şerê qewimî tecrûbe hatin wergirtin. Zemîneke xurt hate danîn.”
Rûksen Mihemed got, “Ji bilî berxwedan û serkeftinê rêyeke din ji bo me nîne. Ji bo hebûnê, parastin divê. Lewma ji bilî hêza me û hêza gelê me bendewariya me ji kesî û tu hêzê nîne. Bendewarî tê wateya mirinê. Em ê bi berxwedan û sekna xwe xaka xwe biparêzin. Kes nikare îradeya me bişikîne. Kes nikare careke din me ji xaka me koçber bike.”
Nûrî Mehmûd jî destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêza bingehîn a li ber xwe dide gel bi xwe ye, ne hêzên leşkerî ye û got, “Di çarçoveya pîvanên exlaqî civakî de xweparastin tê kirin. Ewladên vî gelî xaka xwe biparêzin. Di pozîsyona şer de jî bi gel dişêwirin û li gorî wê yekê tevdigerin. Li gorî wê dikevin çeperan. Ji ber vê yekê hêza li ber xwe dide, gel bi xwe ye. Di heman demê de QSD, YPG, YPJ û hêzên din ên li nava QSD’ê di asta herî bilind de tedbîr wergirtine.”