Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Berdêl çi dibe bila bibe armanc azadiya Rêber Apo ye’

Yek ji fermandarên YJA STAR’ê ya Cenga Xabûrê Şafak Yekbûn diyar kir ku berxwedana gerîla pûçkirina komploya navneteweyî ye û wiha got: "Berxwedan di asta herî jor de ye. Berdêl çi dibe bila bibe armanca me azadiya Rêber Apo ye."

Ji Fermandarên Cenga Xabûrê Şafak Yekbûn li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û gelê kurd tê meşandin û berxwedana gerîla ji Jin TV re nirxand.

Şafak Yekbûn anî ziman ku bi komploya 9’ê Cotmehê ya ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, xwestin ku Tevgera Azadiyê û gelê kurd tune bikin û wiha got: “Di serî de komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Hêzên navdewletî li beramberî Rêber Apo komployeke piralî dan destpêkirin. 23 sal di ser komployê derbas bûn, Rêbertiya me ev komplo pûç kir. Dewletên hegemon xwestin di şexsê Rêberê me de têkoşîna azadiya gelê kurd ji holê rakin lê belê têkoşîneke pir dijwar di van 23 salan de hat meşandin. Pêşengiya vê têkoşînê jî Rêber Apo dike. Gelê me û fedaiyên tevgera azadiya Kurdistanê li derdora Rêberê xwe bûn xelekeke ji agir û bi ruhekî fedayî şerekî fedaî dan destpêkirin. Hemû xeyalên serdestan bi vê berxwedanê têk çû. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ji aliyê gelê me û hemû mirovahiyê ve, bi têkoşîneke bêhempa tê pêşwazîkirin. Hêzên serdest jî dizanin ku bi ferasetên xwe yên qirker nikarin têkoşîna azadiyê têk bibin. Fedaiyên vî gelî tu carî ji rêya azadiyê dûr nakevin. Ji ber vê di salvegera komployê de divê wek jin em tecrîdê bişkînin. Di roja îro de li tevahiya Kurdistanê, cîhanê û Rojhilata Navîn gelê me xwedî rûmeta xwe derdikeve.”

Berdêl çi dibe bila bibe

Şafak Yekbûn diyar kir ku wek YJA Starê armanca wan azadkirina Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Gelê me xwedî li berxwedana gerîla derdikeve lê bêguman ev têrê nake ji ber ku armanca me azadkirina Rêber Apo ye. Divê em têkoşîna xwe bigihînin lutkeyê. Weke gerîlayên YJA Starê em bi xurtî tev li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ bûn lê armanca me tenê parastina destketiyan nîne, di serî de azadkirina Rêber Apo ye. Heta em Rêber Apo azad nekin em nikarin bi ser bikevin. Bi taybetî wek gerîlayên jin, jinên ciwan divê di salvegera komployê de têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Pêwîst e bi awayekî herî lez bikevin tevgerê, têkoşîneke pir dijwar bimeşînin. Li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya Kurdistanê têkoşînek li dijî dagirkeriyê tê meşandin. Ev şer li dijî dewletên hegemon ku komployê dan dastpêkirin, tê meşandin. Hêzên NATO’yê di roja îro de bi êrîşên xwe yên li ser gerîlayên azadiyê dixwazin vê komployê dewam bikin. Berxwedana gerîlayan jî pûçkirina komploya navneteweyî ye. Berxwedan di asta herî jor de ye. Berdêl çi dibe bila bibe armanca me azadiya Rêber Apo ye.”

Divê gelê kurd bi îrade û baweriya xwe xwedî li zarokên xwe derkeve

Fermandar Şafak Yekbûn bi bîr xist ku keç û xortên kurd bi çekên kîmyewî tên şehîdkirin û wiha bang li gelê kurd kir: “Her çiqasî dewleta tirk ji exlaqê mirovatiyê nesîbê xwe negirtibe jî gerîlayên azadiyê canê xwe di rêya azadiyê de feda dikin. Li Zendûra, Werxelê, Girê Sor, Avaşînê bi ruhê fedayî şerekî mezin tê meşandin. Di warê fikir û taktîkê de zelalbûnek hîn xurtir heye. Dewleta tirk di vî şerî de hemû rêbazên dij exlaqa mirovatiyê bi kar anî lê cardin nekarî li hember hêzên gerîla bi ser bikeve. Çekên kîmyewî li ser gerîlayan bi kar tînin. Yên ku çekên kîmyewî didin dewleta tirk hêzên navneteweyî ne, her çiqasî mirovahî çavê xwe ji vê hovitiya ku li ser gerîlayên Kurdistanê de tê kirin bigire jî têkoşîn hîn bi xurtî dewam bike. Em wek gerîla ji çekên wan yê kîmyewî natirsin. Lê divê gelê me vê rastiyê bibînin. Zarokê wan bi çekên kîmyewî tên şehîdkirin, laşê wan bi maddeyên kîmyewî tên parçekirin. Di dîrokê de jî şerên pir dijwar qewimîne lê exlaqa şer, pîvanê şer her tim hebû ye lê ev li gel dewleta tirk nîne. Divê gelê kurd bi îrade xwedî li zarokên xwe derkeve.”

Mirov tenê bi têkoşînê dikare azad bibe

Şafak Yekbûn di gihîştina armanca azadiyê de bal kişand yekbûna gel û gerîlayan û wiha pêde çû: “Têkoşîn tenê li ser gerîlayan nîne divê vê rastiyê gelê me jî baş bizanibe. Gelê me cenazeyên zarokên xwe digire lê di bin tepisandinên dewleta tirk de nikare cenazeyê zarokên xwe jî veşêre. Dijmin ji xwe wê her tim êrîş bike, kes azadî nade kesekî. Encax mirov bi têkoşînê re azadiya xwe bi dest bixe. Bi taybetî jin û ciwan pêşengtî bike hemû civak li pey wan de biçe. Xwedîderketina li berxwedana çiyayên Kurdistanê dê têkoşîna me bigihîne serketinê. Her çiqasî gerîla berxwedaneke bêhempa bimeşînê jî divê gelê me xwedî li berxwedana Serokatî û gerîlayan derbikeve. Encax gel û gerîla bibe yek em dikarin azadiya xwe misoger bikin. Gerîla di serxistina vî şerî de bi biryar e. Gerîlayên ku li hember her cure çekan li ber xwe dide ji bo azadiya Rêbertî têdikoşin.”

Heta PKK hebe PDK nikare Başûr ji dewleta tirk re peşkeş bike

Têkîldarî êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayan de Şafak Yekbûn ev nirxandina kir: “Gelê me yê Şengalê tama azadiyê girtiye ji ber vê rê nade êrîşên PDK’ê. Dixwazin careke din gelê me qir bikin. Divê herkes vê rastiyê bizanibe. PDK’ê li gel dewleta tirk cihê xwe bigire jî nikare tevgera me têk bibe. Bi rêya çekdarî nikare gerîla têk bibe. Ji ber vê PDK, hebûna gerîla li başûrê Kurdistanê de wek sedemeke şer dinirxîne lê ev hemû berovajîkirina rastiyê ye. Armanca PDK’ê pir xeter e. Dizanin ku heta PKK’ê hebe nikarin başûrê Kurdistanê bifiroşin ji dewleta tirk re û gelê kurd kole bikin. Ji ber vê astengiya herî mezin li pêşiya wan Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ew hêza PDK’ê nîne ku li hember gerîlaya azadiya Kurdistanê şer bike. Divê gelê me jî baş bizanibe ku ev pêvajoyek pir hesas e. PDK’ê ewqas hevalên me şehîd kirin. Bûyera Xelîfanê li ber çavan e. Divê pêşmerge jî nebin piyonê mala Barzanî. Yê ku vê rastiyê bi peşmergeyan re jî bide zanîn cardin têkoşîna gelê me ye.”

Şert û merc çi dibin bila bibin tiştekî ji azadiyê birumettir nîne

Fermandara Cenga Xaburê Şafak Yekbûn di dawiya nirxandinê xwe de wek hêzên YJA Starê biryardariya xwe ya şerê li dijî dagirkeriyê wiha anî ziman: “Wek gerîlayên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin û pê serbilind in. Armanca me azadiya Rêber Apo ye. Dema gel û gerîla yek be gihîştina armanc jî wê hîn zûtir be. Dewleta tirk çi bike jî nikare îradeya gerîla bişikîne û li çiyayên Kurdistanê hêza me lewaz bike. Çiyayên Kurdistanê hêlîna gerîlayan e. Şert û merc çi dibin bila bibin tiştekî ji azadiyê birûmettir, hêjatir nîne. Ev azadî jî bi azadiya Rêber Apo re watedar e.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar