Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Berdêla Rojava û siyaseta Amerîka

Di kapitalîzmê de siyaset, rêya xwe bi lobiyan vedike. Partiyên siyasî, namzetan bi mîlyon dolaran didin şîrketan. Lobiyên derdorên cûda jî bi van şîrketan re dixebitin. Heta carina usa dibe ku şîrketek an jî lobiyek ku ji bo aliyekî kar û xebatên xwe dimeşîne, pişt re dikare tam di ziddê wî karî de dest bi kareke din bike. Ev piçek jî bi îmana pereyê ve girêdayî ye. Çimkî îmana kapîtalîzmê pere ye.

Ev siyaseta bi rêya lobiyan tê meşandin zêdetir di Amerîkayê de berbiçav e. Bi hêsanî mirov dikare bêje ku namzetên dixwazin bên hilbijartin heta piştgiriya lobiyan negrin, nikarin bi serkevin. Her weha ew aliyên ku dixwazin bandora xwe li siyaseta Amerîkayê bikin, ew jî serî li şîrketan û lobiyan didin. Wekî mîsal Tirkiye, ji bo bikaribe li Amerîkayê rê ji xwe re veke mîlyonan dolar dide şîrketan da ku bikaribe li gel lobiyan ji xwe re cih çêbike. Ev cûre kar çi qas bi kêrî Tirkiye tê, ew li alîkî. Lê lobiyan, qe nebe wan di çapemeniya Amerîkayê de didin xuyandin. Her weha di têkîliyê wan û rayedarên Amerîkî de jî derî li wan vedikin.

Ev yek ji alî kurda ve, bi taybet ji alî rojavayê Kurdistanê ve cûda meşiya. Yên rojavayê Kurdistanê li cihanê da nasandin, ne lobî bûn. Di serî de şervanên jin ên kurd hemû şervanên berxwêder ya vê beşa Kurdistanê bû. Şerê li dijî DAIŞ’ê, bi taybetî jî berxwedana Kobanê, hem peyva Rojava, hem jî dirûşma ‘jin-jiyan-azadî’li tevayî cihanê belav kir. Ev yek bû sedem ku Amerîka mecbûr ma piştgiriya leşkerî da şervanên kurd.

Roja 5’ê cotmehê 2014’a wekî niha di bîra min deye. Wê şevê bi hezaran şervan û sîvîl li ber deriyê Murşîtpinarê asê mabûn û li dijî hêzên DAIŞ’ê li berxwe didan. DAIŞ’î bi hawanan êrîşî wan dikir. Şervan dev ji şer bernedabûn. Li xetên pêş bi çalakiyên bi bandor li dijî DAIŞ’ê şerê xwe didomandin. Lê xeter mezin bû.

Ew şev li tevayî cihanê milyonan kurd û dostê kurda rabûn ser piyan. Li her derê bûn. Li metroyan, li balafirxaneyan, li navendên bajaran bûn. Piştî beşdarbûna gelên otokton yên welatên cûda cûda, siyasetmedar û rayedarên wan welatan jî piştgiriyên xwe yên ji bo şervanên kurd aşkere kirin. Ev yek her tişt gûherand. Amerîka û hêzên din ya li nav Koalîsyona dijî DAIŞ’ê dest bi êrîşên hawayî kirin. Kin û kurt, ew pêvajo dawî li DAIŞ’ê anî. DAIŞ demek kurt de desthilatdariya xwe ya bejayî bi temamî winda kir. Dinya, ji tirsa DAIŞ’ê rizgar bû.

Mixabin, berdêla ‘lobiya’ kurdan bi giranî hate dayîn. Belê cihan kurda naskir, bi minetdarî behsa kurda kir. Lê di vî şerî de 11 hezar şervanên kurd şehîd ketin, nêzî 25 hezar şervan jî birîndar bûn.

Li Amerîkayê hilbijartin çêbû. Obamayê ji Partiya Demokrat windakir û Trumpê ji Partiya Komarparêz hat ser hukim. Di dema Trump de Amerîka dev ji piştgiriya leşkerî berneda, lê li paş deriyan bi Erdogan re bazariyên qirêj kirin. Heman bazarî ji alî Putîn ve jî hate kirin. Ev qirêjî bûn sedem ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji alî hêzên Tirkiyê ve hatin dagirkirin. Em nizanin, lê ev yek belku di windakirina Trump de jî tesîra xwe kir. Gelek hilbijêrên Amerîkî, tiştên Trump kiribû wekî xiyaneta bi kurda bilêv dikir. Ji ber vê yekê ne tenê prestîja Trump, her weha prestîja rayedarên wê demê jî şikest xwar. Bandora herî zêde jî li ser Partiya Komarparêz çêbû.

Niha tê dîtin ku Partiya Komarparêz û rayedarên dema Trump dixwazin vê yekê tamîr bikin. Ziyaretên vê dawiyê mirov dikare bi vî rengî jî bixwîne. Wezîrê Berevaniyê ya kevin, ji bo ku bêriya Rojavayê kiribû neçû Rojavayê. Ew dixwaze beriya hilbijartinê hem prestîja xwe, hem jî prestîja partiya xwe careke din ji ser kurda sererast bike.

Bêgûman, derdê wan ev be jî çi zirara wê ji kurda re tune ye. Kurd ew berdêla, ji bo Amerîkî ji wan hez bikin nedan. Sedema esasî azadiya kurda bû û ev pêk anîn. Lê divê cihan jî bizanibe, ev doza bi rûmet li paş deriyan naye reşkirin. Her aliyên ku xiyanetê li vê doza rûmet bike, ew ê berdêla wê jî bide.

Wekî peyva dawî jî vê bêjim û biqedînim. Bêgûman, li paş vê doza rûmet bandora gerîllayên HPG’ê jî hebûn. Bi sedan gerîllayên HPG’ê, qadro û endamên PKK’ê di şerê rojavayê Kurdistanê de şehîd ketin. Ev yek tê zanîn, kurd xwebixwe dibêjin, lê di cihan de naye aşkerekirin. Mixabin, PKK hê jî di lîsteyên wan ên reş de ne. Heke ev yek bi zelalî were axaftin, bêgûman ew ê bandora xwe li meşrûbûna tevgerên kurd de jî, li çareseriya bakûrê Kurdistanê de jî bike. Ji bo vê jî beriya her tiştî, pêwîstî bi yekgirtina kurda heye. Divê ev jî neye jibîrkirin.

Nûçeyên Têkildar