PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berdevka YPJ’ê: Em xwe li dijî dagirkeriyê amade dikin

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku hêzên HSD’ê û gelên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û gefên nû yên dagirkeriyê amadekariyan dikin û wiha got: “Em ê gel û welatê xwe biparêzin.”

Îro salvegera 6’emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah bi wesîleya rojê ji ANF’ê re axivî. Nesrîn Abdullah bi bîr xist ku ji sala 2013’an ve hem li rojavayê Kurdistanê hem jî li bakurê Sûriyeyê ew li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Abdullah destnîşan kir ku di encama vê têkoşînê de qadeke ji 52 hezar kîlometreçargoşeyî hate rizgarkirin û zêdeyî 5 milyon mirov hatin rizgarkirin ku zêdeyî nîvê wan jin û zarok in.

Nesrîn Abdullah wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê têkoşînê de 600 hevalên jin şehîd bûn, bi hezaran birîndar bûn. Azadiya welat û jinê ji bo me armanceke pîroz bû ku di oxira wê de me canê xwe feda kir. Ji roja destpêkê heta niha em bi vê nêzîkatiyê tevdigerin. DAIŞ dijminê jinan bû û gefeke mezin bû. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, me ew ji aliyê îdeolojîk û çandî ve jî weke dijminekî dît. DAIŞ’ê di çarçoveya zîhniyeta xwe de di şer de jî dijminatî li jinan kir. DAIŞ’ê jî fêhm kir ku em ne tenê têkoşîna çekdarî li dijî wan dimeşînin. Me li dijî çeteyên cîhadîst hemûyan şer kir.”

Abdullah destnîşan kir kur ger jin di vê astê de cihê xwe di şerê dijî DAIŞ’ê de negirtibûna, zehmet bû ku DAIŞ bihata qedandin û wiha got: “YPJ’ê di vî şerî de her wiha bû hêza manewî. Hebûna YPJ’ê di şer de tirseke mezin berda nava dilê DAIŞ’ê. Ji ber ku DAIŞ û çeteyên din li hemberî xwe artêş dîtibûn lê artêşeke ji jinan nedîtibûn. Artêşeke ewqasî biryardar nedîtibûn. Ji ber ku artêşên li dijî wan şer dikirin car carna ji bo stratejiyên siyasî dikarîbûn li hev bikira. Lê YPJ’ê ‘tinekirina dijminê jinan’ ji bo xwe kir armanc.”

YPJ bû nasname ji jinên dinyayê re

Nesrîn Abdullah bal kişand ser dengvedana YPJ’ê li dinyayê û ev tişt anî ziman: “Hem ji Rojhilata Navîn, hem jî ji tevahiya dinyayê jin tevlî bûn. Hinek ji van hevalên me şehîd bûn; Lêgerîn, Îvana, Hêlîn, Toprak… YPJ piştî Kobanê êdî bû hêzeke enternasyonal. YPJ ji bo jinên li gelemperiya dinyayê bû nasnameyek. Yek ji serketinên YPJ’ê jî ev bû. Şoreşa Rojava veguherî şoreşa Sûriyeyê û dinyayê. Ji ber vê yekê bi sedan jinên ku ne kurd in tevlî YPJ’ê bûn. Ji bo jinên dinyayê pêwîstî bi hêzeke wiha heye. Ger aştî, edalet wê were vê dinyayê, ger her du zayend wê wekhev bibin, ev yek wê bi destê jinê bibe.”

‘Em hevparê plansaziya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê ne’

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah anî ziman ku têkoşîna wan derbasî qonaxeke nû bûye û ev tişt anî ziman: “Xaka dawî ya di destê DAIŞ’ê de bû hate rizgarkirin lê hîn jî gelek gef hene. Tevî gelek hucreyên veşartî yên li nava civakê, her wiha ji aliyê zîhniyetê ve jî bandor li civakê kirine. Bi taybetî li herêmên ku demeke dirêj li wir man. Her wiha di nava civakê de rê li ber psîkolojiyeke cuda vekirin. Ji ber vê yekê jinûve sazkirin û avakirina civakê karekî zehmet e. Bi navê YPJ’ê em ê jî di çarçoveya stratejiya HSD’ê de têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo aramî li herêmên me û tevahiya herêmê pêk were, em ê li dijî hucreyên veşartî têkoşîneke xurt bikin. Ev yek ji bo me armanceke bingehîn e.”

‘Gefên dewleta tirk didomin’

Nesrîn Abdullah bal kişand ser dagirkerî û gefên dewleta tirk û wiha got: “Em; YPJ heta ku Efrînê rizgar bikin em ê nesekinin. Ev yek ji bo me armanceke stratejîk e û YPJ’ê xwe ji vê yekê re amade kiriye. Armanca me ew e ku xwe mezintir û profesyoneltir bikin. Li pêş me konferans heye. Li vê derê wê biryarên nû werin wergirtin. Ji aliyê rêxistinî ve em xwe ji pêvajoyeke nû re amade dikin. Metirsiyeke mezin li ser welatê me heye. Dewleta tirk amadekariyan dike ku dagirkeriya xwe berfireh bike. Aşkere ye ku dixwaze li tevahiya welêt serdest bibe. Çawa ku Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze herêmên me yên din dagir bike. Gelê kurd, hêzên me, hêzên HSD’ê hemû û gelên herêmê li dijî vê yekê di pêvajoyeke amadekariyê de ne. Heta ku yek ji me bimîne em ê gel û cografya xwe biparêzin.”

‘Em ji çareseriya demokratîk re amade ne’

Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku ew hêvîdar in ên ku xwe weke hêza çareseriyê di pirsgirêka Sûriyeyê de dibînin wê careke din rê nedin pêvajoyeke nû ya şer û wiha got: “Em ji çareseriyeke demokratîk re amade ne. Rêveberiya xweseriya demokratîk jî bi dehan caran got, ‘Em ji pêvajoya çareseriya li ser bingeha demokratîk a pirsgirêka Sûriyeyê re amade ne’. Nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de nîşan da.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Nesrîn Abdullah 4’ê Nîsanê salvegera 6’an a damezrandina YPJ’ê li şehîdan, li malbatên şehîdan, jinan, dayikan, li şervan û fermandarên YPJ’ê pîroz kir. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar