Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Berdevkê AKP’ê: Li pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê tu astengî nînin

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî hevdîtina parêzerên Ocalan ên bi muwekîlê xwe re axivî û got: “Heta niha ev hevdîtin bi biryara darazê dihatin astengkirin. Lê ev biryar di demekî nêz de rabû. Piştî ku ev astengî rabûy jî êdî li pêşiya hevdîtinan tu astengî neman.”

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk dema ku civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê bi serokatiya Erdogan didomiya de axivî û gelek mijarên di rojevê de nirxand. Çelîk têkildarî hevdîtina parêzerên Ocalan a bi muwekîlê wî re jî axivî.

Çelîk têkildarî mijarê wiha got: “Hevdîtinên bi vî awayî teqez bi rojevê re tên girêdan. Di hemû serdeman de ev nîqaş hebûn. Sedema qedexekirina hevdîtinan a heta niha ji ber biryara darazê bû. Lê di demekî nêz de ev biryar hate rakirin. Piştî ku astengiya hiqûqî rabûy jî êdî li pêşiya van hevdîtinan tu astengî neman.”

Berxwedanê paşve gav da avêtin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakî pêl bi pêl mezin bû û niha li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Bi heman boneyê 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di rojiya mirinê de ne. Her wiha 7 jê girtî bi giştî 8 kesan jî bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

Girtiyan çi gotibû?

Hêjayî gotinê ye ku girtiyan bi deklarasyonekê ragihandibû ku hevdîtinek an jî du hevdîtinên bi Ocalan re nayê wateya bidawîkirina tecrîdê. Girtiyan destnîşan kiribû ku heta tecrîd neyê rakirin û bidawîkirina tecrîdê bi qanûnan neyê mîsogerkirin, dê çalakiya xwe bi dawî nekin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar