Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Berdevkê Çapemeniya HPG’ê: Înisiyatîf di destê gerîla de ye

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş diyar kir ku êrîşên dewleta tirk li ser qadên gerîla didome û got “Hevalê me gihiştine wê astê ku karibin teknîka dijmin a ji hewayî û erdê ve bêbandor bike.”

Serdar Yektaş da zanîn ku hêzên PDK’ê par bi provakosyonê ketibû qadên gerîla û hê jî li wir in û di heman demê de li Heftanîn û Metînayê jî hêzên xwe yên leşkerî zêde kirine û wiha got:“Tê zanîn ku par PDK’ê li hemberî qadên gerîlayan di pozîsyoneke çawa de bû. Em dixwazin îsal jî heman tişt pêk neyê. Ji ber ku gelê me xwe ji serkeftina doza azadiyê amade kiriye û li hemberî ev hewldanên provokatîf çi ji derve û çi jî ji hundir tên têkoşînê qels dikin, xwedî helwest e û êdî tehamula gelê me nemaye.”

Serdar Yektaş derbarê rewşa dawîn a li qadên gerîlayan, îxtîmala ku artêşa tirk operasyonekê bike û encama Civîna Konseya Fermandariya HPG’ê ya ku beriya Newrozê hatibû ragihandin got “Gerîla her sal bi heman hestan Newrozê pîroz dike. Îsal jî sedema ku merasîmên Newrozên gerîla xuya bûn ev bû ku di medyayê de cih girt. Ji bo gelê me jî îsal Newroz bi heybet û bi coş bû. Gerîla Newroza îsal bi ruhê serfiraziyê pîroz kir û di sala nû ya têkoşînê de îddîaya xwe danî holê. Newroz çawa ku cejna berxwedan û vejînê ye, ji bo me jî tê wateya destpêka sala nû ya têkoşînê.

Agahî ji me re tên ku bi biharê re dewleta tirk dibe ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên cihê yên Kurdistanê wê êrîşên dagirker bike. Lê ev rewş nayê wateya ku niha şer û êrîş tune. Heke wisa were fikirîn, teqez şaş e. A niha li bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji payîzê û vir ve bênavber êrîş û operasyon hene. Şerek heye û didome.

Encam nayê girtin

Wezareta Karê Navxweyî ya tirk daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku li bakurê Kurdistanê di sê mehên dawîn de 8 hezar operasyon kirine. Ji ber ku nikaribûn li Zap, Avaşîn û Metînayê bi pêş ve biçin, ji hinek deran vekişiyabûn. Lê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her dem bi dron û balefirên şer operasyon tên kirin. Her roj derekê bomberdûman dikin û jixwe di daxuyaniyên xwe yên rojane de em vî tiştî belav dikin. Hejmara balefirên şer û keşfê yên tirk ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê digerin ji hejmara balefirên li Ukraynayê digerin zêdetir e. Dibe ku hinek kes bibêjin ne ewqas jî, lê heke karibin ji cihên ku xwedî radarên hewayî yên sivîl û leşkerî bipirsin wê bibînin ku ev tişt rast e. Ji ber vê jixwe li ser qadên gerîlayan her dem êrîş û operasyon heye. Ji ber ku gerîla gihiştiye asta ku van tiştan pûç bike û dewleta tirk nikare encamekê bistîne, wekî ku qet operasyon û êrîş tune tê fêmkirin.

Dibe ku dewleta tirk operasyonê bike. Li hemberî me dijminekî wisa heye ku dixwaze me qir bike. Pirsa sereke ev e ji bo ji bejahiyê êrîş bike, çima evqasî zêde disekine. Ji ber ku par ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deran derbên giran xwarin û tişta ku îddîa dikirin nekarîn pêk bînin. Piştî Garê êdî gav bi gav hêza wan qels bû. Li Avaşîn, Zap û Metînayê jî artêşa tirk dîsa têk çû. Dewleta tirk dixwaze êrîş bike lê ji bo wê hêzê bi xwe re bibîne û xwe rêxistin bike, divê hêzên xwe amade bike. Ev jî diyar dike ku di rewşeke çawa de ne. Bala xwe bidinê, ji bo ku êrîşî tevgera me û gelê me bikin bi mehan e amadekariyan dikin, ji hêzên derve alîkariyê dixwazin û bi wan re rûdinên. Di nav kurdan de jî dixwazin îxanetê ava bikin, ketine nav lêgerîna ku teknîkên şer ên cihê peyda bikin. Heke li gorî xwe van tiştan bi dest bixin wê teqez êrîş bikin. Heke nikaribûna êrîşên dagirker ên di 23’ê nîsanê de bidomînin û pêngavê li ser pêngavê bikin, ji ber vî tiştî ye ku li hemberî berxwedana gerîla bêçare mane û qels ketine. Yan na tişta ji destê wan dihat wê bikirina.”

Amadekariyên gerîla

Serdar Yektaş derbarê amadekariyên gerîla de jî wiha axivî: “Civîna Konseya me ya Fermandariyê ya salane pêk hatibû û jixwe me daxuyaniyek dabû. Ev daxuyanî ji bo bersivê têr dike. Projeya Xweavakirinê ya HPG’ê û taktîkên nû yên gerîlayan heta asteke girîng ketin pratîkê. Lê ev pêvajoyeke wisa ye ku her dem geş dibe. Gerîla hêzeke wisa ye ku her roj xwe perwerde dike, pratîka xwe dinirxîne, ji qelsî û kêmasiyên xwe tecrubeyê distîne û xwe li gorî vî tiştî nû dike. Di şerê sala 2021’î de jî tecrubeyên girîng hatine stendin, di warê îdeolojîk û leşkerî de amadekarî hatine kirin. Gerîla him amade ye û him jî di rewşa şerekî çalak de ye. Ne di pozîsyoneke wisa de ye ku li benda dijmin e û li gorî dijmin ji xwe re pozîsyonek çêkiriye.

Dijmin diyar dike di 3 mehên dawî de bi hezaran operasyon kirine, heke mirov ji payîzê û vir ve binirxîne jî ev dibe deh hezar. Ji bo dewleta tirk encamên van operasyonan pûç û vala ne. Di sala 2021’an de dema ku hevalên me baregehên xwe çêkirin li Dêrsim û Mêrdînê hinek şehadet pêk hatin û jixwe me ev tişt ji gelê xwe re ragihand. Lê bi deh hezaran operasyonên di zivistan û biharê re hatine kirin, bê encam mane, tiştek bi hevalên me nehatiye.  Hevalên me gihiştine wê astê ku hemû teknîka dijmin a ji hewayî û bejahî bêbandor bike û van operasyonan jî pûç dike. Ji ber vê li Bakur înisiyatîf di destê hevalên me de ye.

Dewlet agahiyên şaş dibêje

Dewleta tirk ji bo hejmara şehadetên gerîlayan tiştên derew dibêje. Heke wisa ye, em bipirsin ev qas gerîla li ku şehîd bûn? Bila rabin bibêjin. Wezîrê Karê Navxweyî hingî evqasî derew kir û teşhîr bû, ji ber ku rûyê wî nema biaxive, saziyeke bi navê Berdevkê Wezareta Karê Navxweyî ava kirin, bi burokratên di bin fermana xwe de van daxuyaniyan didin kirin. Ji bo ku nekevin rewşa derewên zêde dikin, li gorî xwe rêyeke wisa ava kirin. Ew xwe bi vî tiştî dipesinîn ku wan çiqas kurd qetil kirine û vî tiştî wekî serkeftinê diyar dikin.Wezareta Parastinê ya tirk dema ku derbarê şehadeta gerîlayan daxuyanî da, Wezareta Karê Navxweyî jî ji bo ku ji wan nemîne, daxuyaniyeke wisa kir. Ev daxuyaniyên wan ne bi tenê li hemberî me, lê wekî encama nakokiyên li hemberî hev didin nîşandan. Em vî tiştî niha li vir bi awayekî zelal nîşan bidin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji serê sala 2022’yan û heta niha 7 hevalên me şehîd bûne. Di 23’ê çileyê de 3 hevalên me şehîd bûbûn û di rojên dawîn de jî li du cihên ji hev cihê 4 hevalên me şehîd bûne. Li Bakur şehadet pêk nehatiye. Ji ber vê tişta ku dewleta tirk derbarê şehadeta hevalên me dibêje, ne rast in.”

Çalakiyên gerîla

Serdar Yektaş dest nîşan kir ku tempoya çalakiyên gerîlayan li gorî şertên demsalan biguhere jî qet nasekine û got “Gerîla di meha çileyê de lê da, di sibatê de lê da, di 8’ê Adarê, Newroz û Hefteya Qehremaniyê de ev rêje zêde bû. Em bawer in di nava salê de wê ev tişt zêdetir jî bibe. Ji serê sala 2022’yan û heta niha dewleta tirk 312 caran bi balefiran, 30 caran bi helîkopteran êrîşên hewayî kiriye. Ji bejahî ve 10 caran bi obus û hawanan êrîş kirine. Ev tişt yên hatine zelalkirin e. Gelek caran qad bomberdûman kirine lê haya me jê çênebûne. Li hemberî van tiştan gerîla 20 çalakî kirine, 23 dagirker ceza kirine û 2 dagirker jî birîndar bûne. Di hinek çalakiyan de dibe ku hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin. Lê dewleta tirk ji bo ku çalakiyên gerîla nede xuyanî û bêhêziya xwe veşêre, derewên şerê taybet dike. Hevalên me yên ku çalakiyan dikin, ji ber ku bi van derewan dizanin li gorî derfetan çalakiyan qeyd dikin û digihînin ber destê me. Em jî van tiştan di Gerîla Tv de belav dikin. Me çi kiribe, em wê dibêjin, ne zêde û ne jî kêm.”

Yektaş bal kişand ser astengkirinên pergala modernîteya kapîtalîst û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala modernîteya kapîtalîst û mêtinger ji bo ku tevgera azadiyê û gerîla xwe îfade neke, dixwaze her tiştî bigire. Gerîla Tv li hemberî vê hewldana dijmin jî dibe tarza ku heqîqeta gerîla digihîne ber destê gerîla. A niha hemû organên medyaya dîjîtal ên di bin kontrola hêzên hegemonîk ji me re girtî ne, Gerîla Tv hatiye qedexekirin. Lê Gerîla Tv dibe qada ku gerîla bi hewldana xwe vekiriye û xwe tê de îfade dike. Dewleta tirk çiqasî derewan bike jî dema em çalakiyên xwe qeyd dikin û diweşînin hemû derewên wan parçe dibe. Dema ku tîmeke gerîla carekê li dijmin dixe, piştî ku di Gerîla Tv de em çalakiyê diweşînin tê wateya ku deh caran li dijmin hatiye xistin. Astengkirin û qedexekirina li ser Gerîla Tv gelekî zêde ye lê nikarin bigihêjin encamekê. Gerîla Tv ne qadeke wisa ye ku bi tenê çalakî lê tên weşandin. Di wir de gerîla çi dijî, çi dike, xwe çawa perwerde dike û çi hîs dike, em hemûyan diweşînin. Derbarê gerîla arşîveke xurt e û hewl dide gerîla di wir de bide nîşandan. Derbarê Gerîla Tv hevalên me hewldaneke mezin didin û gelê me eleqeyeke mezin nîşan dide. Lê beşên din girîngiya hewce nadin Gerîla Tv. Ji bo dîmenên çend deqîqeyan hevalên me bi hefteyan plansaziyan dikin û kedeke mezin didin. Ji ber vê divê ne wekî fîlman lê temaşe bikin. Divê bizanibin bi kedeke çawa tê afirandin û divê her kes derfetên di destê xwe de ji bo belavkirina heqîqeta gerîlayan bi kar bîne.”

Êdî tehemûla gel nema ye

Serdar Yektaş diyar kir ku derbarê wê PDK jî tev li şerê li hemberî gerîla bibe got “Ji çavkaniyên herêmî gelek agahî tên ji me re. Lê ev çiqasî rast e, çiqasî wan derew in û dixwazin me tahrîk bikin da ku em têkevin şer, em nizanin.Tişta girîng ev e li qadê rewş çi ye. Hêzên PDK’ê sala bi provokasyonê ketibûn qadên gerîla û hê jî li wir in, xwe venekişandine. Tê zanîn ev tê çi wateyê û ev rewşeke xetere ye. Mehek berê xwe li hin cihên Heftanînê bi cih kiribûn. Piştre hatin Metîna û Kela Qumriyê. Agahî ji me re tên ku PDK nahêle li Metîna, Şeladizê û derdora Amêdiyê gelên me têkiliyê bi gerîla re deyne û zextê li gundiyên wir tê kirin.

Tê zanîn ku par PDK’ê li hemberî qadên gerîlayan di pozîsyoneke çawa de bû. Em dixwazin îsal jî heman tişt pêk neyê. Ji ber ku gelê me xwe ji serkeftina doza azadiyê amade kiriye û li hemberî ev hewldanên provokatîf çi ji derve û çi jî ji hundir tên têkoşînê qels dikin, xwedî helwest e û êdî tehamula gelê me nemaye. Em jî bi vê bîr û berpirsyariyê tevdigerin. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar