Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berdevkê HSD’ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsayê dagirkerî ye

Berdevkê HSD’ê Kino Gabrial, diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi êrîşên li dijî Eyn Îsayê dixwazin qadên nû ji bo xwe dagir bikin û îdiayên dê bajêr dewrî hikûmeta Şamê bikin, derewand

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji destpêka meha kanûnê ve êrîşî bajarê Eyn Îsa û derdora wê dikin. Ligel mûtabakata di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rayedarên hikûmeta Şamê de jî, ev êrîş bênavber didomin.

Berdevkê HSD’ê Kino Gabrial, derbarê êrîşên herî dawî yên li ser bajêr zêdebûne de axivî. Gabrial diyar kir ku dewleta tirk bi berdewamkirina êrîşan dixwaze rewşeke cuda ferz bike û wiha got: “Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrîşên li dijî Eyn Îsayê, dixwazin qadên nû ji bo xwe dagir bikin.”

Plan diyar in

Gabrial piştrast kir ku hêzên wan hemû êrîşên dagirkeriya tirk têk birine û planên wê vala derxistin û ev tişt anî ziman: “Planên dewleta tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît, dema ku êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kiribû.”

Di axaftina xwe de Gabrial li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîkayê li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker, diyar kir ku ew van êrîş û hewldanên dewleta tirk û çeteyên wê bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: “Lê di heman demê de xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta tirk de (wekî hêzeke herêmî). Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin.”

Dê bêdeng nemînin

Gabrial dest nîşan kir ku hêzên wan girêdayî peymanan in û agirbestê pêk tînin û wiha pêde çû: “Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrîşên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”

Îdia derewand

Kino Gabrial li ser îdiayên hin hêzan ku gotin peymana dawîn a di 9`ê cotmehê di navbera HSD û hêzên Rûsya û hikûmeta Şamê de ku li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê li navçeya Eyn Îsayê li hev kiribûn, ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikûmeta Şamê re, wiha got: “Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me bi awayekî fermî ragihandiba.”

Her wiha Berdevkê HSD’ê Kino Gabrial di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gefên dewleta tirk dewam dikin ku ev jî parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navîn e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar