Berdevkê HSD’ê Aram Hanna bal kişand ser girîngiya rizgarkirina herêmên dagirkirî û got, “Çi bi leşkerî be çi jî bi dîplomasiyê be, heta ku herêmên dagirkirî li gelê wê yê resen bê vegerandin, têkoşîna me wê dewam bike.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Aram Hanna li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, ji ANF’ê re axivî.
Aram Hanna işaret bi zêdebûna êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî yên li ser herêmên Şehba û Kobanê kir û got, “Dibe ku dewleta tirk şert û mecên siyasî yên li herêmê ji bo pêngaveke nû bi kar bîne. Lê belê berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi gelên herêmê re, armancên dagirkeriya dewleta tirk têk bir û herêmên xwe diparêze.”
Hanna her wiha bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ku fermandar, pêkhate û kesayetên neteweyî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin hedef û wiha got: “Rayedarên tirk fermandarên ku civakê birêxistin dikin û hêzên leşkerî organîze dikin, ji xwe re dikin hedef. Van fermandaran piraniya wan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû cîhan ji terora DAIŞ’ê rizgar kir. Her wiha fermandaran projeyeke sivîl ava kirin ku rûmeta gelê herêmê û mafê hemû pêkhateyan diparêze. Ji ber vê yekê desthilatdarên tirk bi xeteriya van fermandaran hîs dikin û her tim bi riya hêzên îstixbaratî yên rayedarên tirk û çeteyên wê dixwazin wan bikin hedef. Lê wan tovek di canê me de û di rihê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandiye. Îro ev tov di projeya rêveberiya xweseriya demokratîk û hêzên Sûriyeya demokratîk ku hemû Sûriyeyê diparêzin de, şîn bûne.
Di projeya me de ji bo hemû pêkhateyan mafên neteweyî û li ser esasê biratiya gelan jî mafê jiyana hevpar heye. Ev hemû faktor ji bo dewleta tirk a dagirker xetere ne û ji ber vê yekê jî bi hinceta ‘piştgiriya gelê Sûriyeyê û şoreşa Sûriyeyê’, komên çete tahrîk dikin ku êrîşî herêmên me bikin.”
Hanna derbarê peymana Edeneyê de ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hate çêkirin got, “Pêwendiyên bi guman di navbera rayedarên Tirkiyeyê û dezgehên îstixbarata rejîma Sûriyeyê de hene. Ev mijar di navbera Tirkiye û rayedarên rejîma Sûriyeyê de ne. Li gorî berjewendiyên wan herêmê bixin bin kontrola xwe û destketinên me ji holê rakin. Gotina me ya dawî jî her tim berxwedan û têkoşîn ne. Em lîstikên bi vî rengî red dikin.”
Hanna bal kişand ser pêwendiyên dewleta tirk û Amerîkayê û got, “Biryara dawî ya derxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dorpêçên Qeyserê, dibe yek ji wan sedeman be ku bihêlin dewleta tirk êrîşên nû li ser herêmê bike yan jî liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor zêde bibe.”
Li ser êrîşên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çeteyên dewleta tirk jî Hanna got, “Dibe ku ev bûyera êrîşên li ser Şehbayê yek ji wan ceribandinan be ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk pê sûcdar bikin. Eger hêzên hikûmeta Şamê bi rastî jî dixwaze herêmên ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin rizgar bike, divê pêngaveke cidî biavêje. Ji bo vê jî pêwîstî bi aso yan jî lihevhatineke siyasî heye, ku em jî weke hêzên niştimanî yên rewa hemû herêmên dagirkirî, ji Serêkaniyê heta Efrînê ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bikin.”
Hanna derbarê tohmetên Tirkiyeyê li ser hebûna leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bakurê Helebê got “Rayedarên Tirkiyeyê ji bo careke din êrîşî herêmê bikin, van îddîayan dikin. Ev jî yek ji şêwazên şerê taybet e ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin û li dijî gel û herêmê ye.”
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Aram Hanna herî dawî bal kişand ser rêvekirina Rûsya û Amerîkayê ji destûrdayîna êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Dibe ku şert û mercên siyasî yên heyî ji aliyê dewleta tirk ve bên bikaranîn ku operasyoneke nû ya dagirkeriyê bikin yan jî plana xwe ya hedefgirtina fermandariyan û êrîşên asîmanî bidomînin. Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navdewletî dikin, tevî hemû welatên çalak di derbarê aloziya Sûriyeyê de, bi erka xwe rabin û hewldanên zêdetir ji bo bidestxistina agirbesteke rasteqîn bidin û ji bo herêmên dagirkirî li şêniyên wan ên resen were vegerandin divê çareseriyeke aştiyane bibînin. Em HSD nûnertiya biryara gelê xwe dikin. Çi bi berxwedanê û canfedatî be, heta ku herêmên dagirkirî ji gelê wê yê resen bê vegerandin, em ê têbikoşin. Çi bi dîplomasiyê be û çi jî bi operasyoneke leşkerî be, hêzên me ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî di asta yekemîn de berpirsyar in. Ji bo parastina welat jî em rola xwe ya neteweyî bi kar tînin û li hemberî êrîşan em ê herêmên xwe jî biparêzin.”