Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Berdevkê YPG’ê: Dê êrîş bêbersiv nemîne

Berdevkê YPG'ê: Dê êrîş bêbersiv nemîne

Têkildarî komkujiya ku dewleta tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê li dijî sivîlên pêk anî û di encamê de kesayetê welatparêz û têkoşer Yûsif Gulo û du zarokên wî şehîd bûn, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Mehmûd wiha ye:

“Careke din li pêş çavên cîhanê dewleta tirk a dagirker nîşan dide ku ew ê gelê kurd li her derê qir bike.

Êrîşa hovane ya ku 9’ê Mijdara 2021’an de li Qamişloyê hat kirin, radixe pêş çavan ku armanca dewleta tirk a turanîst qirkirina kurdan û mirovan bê cudahî ye, tenê ji ber ku ew kurd in.

Di encama vê êrîşa hovane de kesayetê civakî Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo ku bi wî re bûn, şehîd bûn.

Em terora Tirkiyeyê şermezar dikin, sersaxiya gel û malbata Gulo re dixwazin. Her wiha ji cîhanê re destnîşan dikin ku komkujiyên dewleta tirk bandorê li me nakin û me ji rêça şehîdan û têkoşîna ber bi rizgarî û xelasiya ji nîrê vê terora hovane dûr naxe.

Şehîd Yûsif Gulo kesayetekî civakî û rûspiyên civaka kurd bû, bi zanîn û helwestên xwe yên welatparêzî navdar bû. Ji ciwantiya xwe de tev li xebat û têkoşîna aştiyane û demokrasî bû ku xizmetî doza gelê xwe bike. Piştgirî da tevahî şoreş û serhildanên kurdan. Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest pê kir Yûsif Gulo bi hemû hêza piştgirî da û deriyê mala xwe ji şoreşgerên Kurdistanê re vekir, piştevaniya madî û manewî kir. Nemerdî ji şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê re nekir û bi kezebên piştgirî da. Her wiha zarokên xwe bi tevlêbûna li nava refên şoreşgeran teşwîq dikir û di dirêjahiya şoreşa Kurdistanê de zarok û neviyên wî gihaştin asta şehadetê.

Li Rojava û ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, şehîd Yûsif Gulo tevî hemû malbat, zarok û neviyên xwe piştevaniya vê şoreşê kir, zarok û neviyên xwe teşwîq kir ku tev li refên şoreşê bibin û bi awayekî çalak tev li nava refên hêzên me bûn û gelek tev li karwanên şehîdan bûn û hîn jî bi dehan zarok, nevî, bira û xizmên wî di nava hêzên me de ne.

Şehîd Gulo di oxira azadiya gel û welatê xwe de têkoşerekî rasteqîn bû, rola wî di avakirina hezkirin û bingehên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mezin bû.

Em dubare vê êrîşa tirsonak şermezar dikin û piştrast dikin ku dê hêzên me ji bo armancên şehîdan wefedar bin û dê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriya tirk berdewam bikin. Her wiha teqez dikin ku ev êrîşa tirsonak bê bersiv derbas nabe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar