Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berdevkê YPG’ê: Şer dê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku Tirkiye ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘dewleta terorê çêbike’ gefa şer li wan dixwe û wiha got: “Ev şer dê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be. Hêzên me li ser mafê meşrû dê parastina vî gelî û xakê bike.”

Navenda Nûçeyan |

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd der barê gef û êrîşek muhtemel a dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF).

Mehmûd diyar kir ku di nav 6 mehan de Tirkiye û komikên wê DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra 306 caran ji hewayî û bejahiyê ve êrîş birine ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êrîşan gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û wiha got: “Em êrîşê nabin ser tu deverê. Berevajî, dewleta tirk êrîşan tîne ser herêmên me. Ev hemû li ber çavê garantorên agirbestê dibin.”

Dixwazin DAIŞ’ê zindî bikin

Mehmûd bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Weke ku tê zanîn dema pêvajoya şoreşê me DAIŞ ji hêla cografîk ve qedand. Van demên dawî li gel Koalîsyona Navneteweyî li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê me têkoşîneke mezin da. Xasma li ser çareseriya meseleya Kampa Holê. Her wiha em DAIŞ’iyên girtî di bin kontrolê de dihêlin. Me nîşanî cîhanê da ku çawa dikarin têkoşîna dijî terorê bikin û rawestînin. Beriya niha jî, dema êrîş li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn, li Hecîn, Baxoz û Dêrazoê jî hewl dan ku DAIŞ’ê zindî bikin. Bêguman van hewldanan temenê DAIŞ’ê dirêj kir.”

Mehmûd daxuyaniyên serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan û wezîrê parastinê Hulîsî Akar ku dikin hinceta gef û êrîşan derewand û wiha got: “Serokkomarê tirk û wezîrên wî îdîa dikin ku ji herêma me êrîş çûye ser wan. Ev hemû derew in. Berevajî, van 6 mehên dawî dewleta tirk 306 caran bi top, hawan, obûs û balafirên şer êrîş aniye ser Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û gelek herêmên din. Dewleta tirk û çeteyên li deverên dagirkirî DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra û Birayên Misilman 16 caran êrîş anîne, hemû êrîşên wan jî hatine şikandin.

Di êrîşên 6 mehên dawî de 4 jê zarok, 3 jin, mêrek tevahî 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sedan malbata bêgav ma ku koç bikin. Îlonê 194 erîş anîne, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 6 sivîl birîndarbûne. Tişta ku dibe û îdîaya serokkomarê tirk û wezîrê wî ji hev dûr in. Dewleta tirk êrîşê tîne ser herêma me.”

Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku ew li gorî şertên agirbestê tevdigerin û wiha domand: “Lê dewleta tirk û komên bermayên DAIŞ-El Qaîde li gorî agirbestê neçûn. Ev li ber çavê Rûsya û DYE’yê kirin. Dema ku mirov bi rastî jî li meseleyê binêre Tayyîp Erdogan ku şoweniyê û cîhadiyê derdixe peş û hikûmeta AKP-MHP’ê li gorî qanûnên Tirkiyeyê, li gorî qanûnên navneteweyî û NATO’yê naçin. Li gorî qanûnên koalîsyona navneteweyî jî naçin. Tirkiya van hemû qanûnan binpê dike.”

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di berdewamiya hevpeyvînê de wiha axivî:

“Erdogan dixwaze siltaniya osmanî bîne. Weke ku tê zanîn gelek caran li qada navneteweyî me têkiliya hikûmeta Tirkiyeyê ya li gel DAIŞ, Birayên Misilman re got. Gelek kampên wan jî li Tirkiyeyê ne. Ev kom li Efrîn, Idlib, Ezaz û Babê hatin bicihkirin. Jixwe Ebûbekir Bexdadî li wê herêmê hate tespîtkirin. Serokkomarê tirk xerîteya DAIŞ, Birayê Misilman qebûl nake, ji bo siltaniya xwe xerîteyeke din çêkiriye û dixwaze li wê hêrêmê bibe hêz, li gorî vê tevdigere.

Heger çendî niha ev hêviyên wan şikestibin, planên wan ên li ser Rojhilata Navîn têk çûbin jî, ev tenê li nav Tirkiyeyê mabe jî, em dibînin ku li nav Tirkiyeyê jî tevliheviyeke mezin heye. Lîreyê tirk pir ji qîmet ketiye, aboriya tirk derbeke giran xwariye. Dîplomasiya tirk li qada navneteweyî derbeke giran xwariye. Siyaseta navxweyê qediyaye. Îro li nav Tirkiyeyê bêaramiyeke mezin hebe bêguman gelên Tirkiyeyê vê qebûl nakin. Wê hewl bidin ku desthilateke alternatîf bînin.

Lê serokkomarê tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ya şowenî û cîhadî rewşa Tirkiyeyê bi şer rê ve dibin. Weke ku tê zanîn li Iraqê şer dike, li Ermenistanê carê şer dertê, li Libya, Deryaya Spî, Yewnanistan hatiye ber rewşa şer. Hewl dide ku Qibrisê dagir bike. Her wiha li Sûriyeyê gefên şer dixwe. Em dibînin ku di dest vê hikûmetê de ji şer pê ve tiştek nîne.

Ev şer dê ne di berjewendiya tu aliyan de be. Ne di berjewendiya gelên Tirkiyeyê, NATO, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê de be… Tevgera şer bi xeyalên osmanî yên Erdogan dibe, bi xewn xeyala ku weke şêwaza beriya bi hezaran salan hikim bike, vê dike.

Lê van demên dawî bi sernekeftineke mezin hewl didin ku şer derxînin. Bi vî şerî dixwaze hinekî temenê xwe dirêj bike. Bêguman gelê me û hemû cîhan divê bi vê zanibe, ev şer ne di xizmeta mirovahiyê de ye. Ev şerê terorê ye. Hemû cîhan hay ji vê heye. Jixwe hemû cîhan li ser alîkariya Erdogan a li terorê diaxive, dibîne ku çawa teror bi cih kiriye û ji bo ku terorîstan kiriye herêma ewle.

Heke şerekî wiha bibe ne tenê ji bo gelê kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê taloke çêbibe, her wiha dê hêviyê bide hemû aliyên terorê yên weke DAIŞ, El Qaîde, Birayên Misilman. Wê hêviyê bide wan ku ji hucreyên xwe derkevin. Jixwe desteka manewî, lojîstik, stratejîk ji herêmên ku ji hêla dewleta tirk ve hatine dagirkirin diçe ji komên çete yên weke DAIŞ’ê û komên din re.

DAIŞ’î û malbatên wan ên li kampan dixwazin biçin cem Erdogan.  Li wir hêvî dikin ku dîsa dewleteke terorîst ava bikin. Rewşeke wiha heye. Ji ber vê jî em dibêjin heke şerekî wiha bibe, dîsa bi navekî din dê terora DAIŞ’ê derkeve holê.

Dê ne wek Efrîn û Serêkaniyê be

Weke her carê hêzên me dê bi çarçoweya parastina rewa tevbigerin. Wê ne weke şerê Efrînê û Serêkaniyê be. Hêzên me vê carê li dijî her êrîşê wê parastina mezin bike. Weke ku hemû cîhan pê dizane me êrîş nebire ser tu deverê. Lê ku êrîşek were ser hêzên me û gelê me, êrîş were ser armanca şoreşa me, hêviyên gelê me, hêzên me bi çarçoweya mafên meşrû wê vî gelî û van xakan biparêze.

Jixwe projeya Xweseriya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê projeyeke girîng e. Hemû gelên Sûriyeyê di vê de hêviyê dibînin. Serokkomarê tirk û partiya wî vê li ber siltaniya xwe weke taloke dibînin û ji ber vê dixwazin êrîşê bînin. Hedefa wan ew e ku vê projeyê bi temamî tune bikin û teroreke weke DAIŞ’ê bi navekî din ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar