Piştî rejîma Esad bi piştgiriya hêzên anvneteweyî ji hêla HTŞ’ê ve hat hilweşandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirin û hewl didin Kobanê dagir bikin. Berdevkê YPG’ê Siyamend Elî têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Siyamend Elî bi bîr xist ku gel beriya Şoreşa Rojavayê bê parastin maye û got ku gel bi taybetî li hemberî êrişên komên çekdar ên cîhadîst mexdûr bû. Siyamend Elî diyar kir ku gel ji bo parastina xwe di dema şoreşê de hêzên xwe ava kir û got: “Gelê me yê ku di şoreşa piştî aloziya Sûriyeyê de bêparastin ma, di şer de jî li hemberî çeteyan bêparastin bû. Di vê demê de gelek komên çete hatin vir. Mîna El Nûsra û DAIŞ’ê. kurdan jî xwest xwe ji van êrişan biparêzin. Xweparastina herêmê pêş ket û çekdar bû. Ev yek bû sedem ku kurd YPG’ê ava bikin. YPG bi dil û destên gel hat afirandin. YPG li ser esasê xweparastin û mafên mirovan hatiye avakirin. Li ser vî esasî ket nava parastinê. Roj bi roj YPG ji bo hemû kurdan bûye bingeha ‘xweparastinê’. YPG û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji roja damezrandina xwe ve ev rol û mîsyona xwe şopandine. Her ku pêvajo bi pêş ket, girîngiya xweparastina herêmê derket holê. Piştre li ser heman bingehê gelên ereb, asûrî, ermenî û tirkmen jî cihê xwe di van refan de girtin.”
‘LI DIJÎ DAIŞ’Ê DEWLETÊN SEDSALÎ JÎ BÊ ÇARESERÎ BÛN’
Siyamend Elî bi bîr xist ku bi derketina DAIŞ’ê re êriş zêde bûne û got ku heta dewletên bi sedsalan jî li hemberî DAIŞ’ê bêçareser mane. Siyamend Elî da zanîn ku YPG û YPJ’ê di vê heyamê de bi erka parastina gel li xaka Sûriyeyê tevgeriyane û got: “Gelê xwe di destên qirêj ên DAIŞ’ê de hiştin. Hêzên me yên parastinê yên yekemîn bûn ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê çek şixulandin. Serketina Kobanê serkeftina vê xweparastinê bû. Dêrîk û Qamişlo jî li ser vî esasî hatin parastin.”
Siyamend Elî diyar kir ku di dema ku Tehrîr El-Şam (HTŞ) ber bi Şamê ve bi pêş ve diçû, Tirkiye û SMO ya girêdayî wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hedef û got ku SMO herêmên xweser ên hedef digire. Siyamend Elî anî ziman ku meclisên gel ên bajaran bersiva van hemû êrişan dan û got: “Li Minbicê jî heman êriş pêk hatin. Meclisa Minbicê li wir berxwedaneke dîrokî li dar xist. Piştre biryar hat dayîn ku Minbic bi temamî ji komên leşkerî û çekdar were paqijkirin. Bi vê biryarê re ji gelê wir hat xwestin ku xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Lê belê aliyê din jî li dijî wê êriş pêk anîn.”
Siyamend Elî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî bi bîr xist ku dixwaze YPG çekên xwe deyne û bê tasfiyekirin û got: “YPG ne rêxistineke ku ji derve hatiye avakirin û ew anîne vir. YPG gel û hêzên gel e. Bi erka parastina gelê xwe hatiye avakirin û li gorî wê tevdigere. Damezrandina YPG’ê biryara van kesan bû. Çima vê yekê dibêjin? (Hakan Fîdan) Ji ber ku ew dixwazin kurdên muhtac, bêîrade, ji ziman û çanda xwe bêpar û nasnameya xwe nas nakin bibînin. Em dibînin ku hemû komên ku Tirkiyeyê ew ava kirine û bi wan re hevkarî kiriye komên ku li cîhanê di kategoriya ‘rêxistina terorê’ de ne. Tiştên ku dixwazin li kêleka xwe bibînin ev in. Yên diziyê dikin û bi yên dixwazin rastiya mirovahiyê tune bikin re dimeşin. Sedemên ku ji me dixwazin çekan deynin ev in; Ji xwe dixwazin gelê me bê namûs, bê çarenûs, bê jiyan bimîne. Dixwazin gelê me di destê terorîstan de be. Ne tenê em, gelê ereb û kurd ên li vir dijîn jî çekdanînê naxwazin.”
Siyamend Elî bal kişand ser îdiayên ku dibêjin hikûmeta nû ya Sûriyeyê dê demokratîk û berfireh be û got ku ji bo vê yekê divê pêşî şer bê rawestandin. Siyamend Elî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hewl dide şer kûrtir bike û got: “Em dibînin ku gelek alî, hêzên leşkerî, dîplomat û navbeynkarên navneteweyî daxwaza rawestandina şer dikin. Lê belê Tirkiye hewl dide ji aloziya heyî sûd werbigire û destkeftiyên kurdan têk bibe. Kîjan hêz dikare van maf û destkeftiyan bigire û biparêze? Tenê YPG û YPJ di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de dikarin vê bikin. Ji ber ku li dijî DAIŞ’ê şerekî pir bi bandor meşandin.Li Rojhilata Navîn yekane hêzên ku bi disîplîn û ji aliyê gel ve tên qebûlkirin YPG û YPJ ne. Tirkiye jî vê dibîne. Ji ber vê yekê jî hemû çeteyên girêdayî xwe li gorî daxwaza xwe şand qadan.”
Siyamend Elî ku got “Em ne avahiyeke çekhez in, em hêzeke parastinê ne” anî ziman ku ger hikûmeta Şamê ya ku nû bê avakirin wê bibe bersiva hemû daxwazên gelan wê daxwazeke wan a hilanîna çekan tune be. Siyamend Elî got: “Em tu biryarên ku kesên din li ser navê me dane qebûl nakin. Me deriyên aştiyê ji her kesî re vekir. Heta îro em hem li hember Sûriyeyê hem jî li hember cîranên xwe nerm bûn. Em li pişt hemû peyamên ku beriya niha fermandarên me û rêveberiya xweser dabûn, radiwestin. Em tu carî ji bo tu hêzekê nebûne xeter. Berovajî vê yekê di avakirina Sûriyeya demokratîk de xwedî ezmûneke mezin in. Yekane hêza ku ji sala 2011’an ve ji aliyê gel ve hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tasfiyekirina YPG’ê tê wateya daxwaza tasfiyekirina gel. Hakan Fîdan divê pêşî li Tirkiyeyê binêre. Divê Tirkiye pêşî pirsgirêka Bakurê Kurdistanê çareser bike. Nabe pirsgirêkên welatê xwe li Sûriyeyê belav bike.”
Siyamend Elî diyar kir ku mijara danîna çekan a YPG û YPJ’ê mijareke giştî ye û got: “Ev rewş pirsgirêka me ya navxweyî ye. Gelê me yê kurd, ereb, asûrî, ermenî û tirkmen çi bibêje em ê tevbigerin. Me heta niha bedelên mezin daye. Bi sedan hevalên me şehîd ketin û şehîd bûn. Em ê bi hişmendiya berpirsyariya li ser milê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez careke din dixwazim bibêjim ku eger xewneke Tirkiyeyayê ya wekî parçekirina me hebe, wê nikaribe vê yekê pêk bîne. Em di pêvajoyeke çiqas dijwar re derbas bibin jî em li ser pêyan disekinin. Em xwedî vê ezmûn û stratejiyê ne. Li aliyê din gelê Sûriyeyê jî bi siberoja azad bawer dike. Ger pirsgirêkek Tirkiyeyê hebe divê pêşî li hundir çareser bike. Me deriyê aştiyê ji wan re vekir û bi ciddî nêzî wan bûn. Em dikarin vegerin ser tifaqa ku me berê ji bo tirba Silêman Şah çêkiribû. Lê bi vî awayî nêzî me nabin. Hewl dide çeteyên xwe derbasî Çemê Firatê bike. Ev xwekuştin e. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin.”
Siyamend Elî herî dawî ev bang kir: “Divê gelê me li hemberî polîtîkayên qetlîam û qirkirinê hişyar be. Pêwîst e em di vê pêvajoya dîrokî de yekgirtî bin. Divê em bi hev re Sûriyeyeke azad ava bikin. Gelên Sûriyeyê ji şer û komkujiyan gelekî westiyaye.”