Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Berdewamiya çalakiyên li Rojhilat wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin’

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhat li ser bûyerên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê diqewimin ji ANF’ê re axivî.

Li tevahiya cîhanê dijminatiya sîstema serweriya mêr a li dijî jinan zêde dibe. Li her devera cîhanê destdirêjî, destavêtin, zilm û tundî li jinan tê kirin. Êrîşên li dijî Jîna Emînî û Şilêr Resûlî yên rojhilatê Kurdistanê mînakên dawî ne. Hûn van êrîşên li dijî jinan çawa dinirxînin, pêwendiya xwe bi rastiya sîstema heyî çi ye?

Rêber Apo destnîşan kir ku sedsala 21’ê li gel tarîtî û karakterê xwe yê tundiyê jî wê bibe Sedsala Azadiyê ya jinan û bi vî rengî li dijî paradîgmaya serweriya mêr, paradîgmaya azadiya jinan destnîşan kir, pêngaveke nû ya dîrokî avêt. Destpêkê Rêber Apo silav dikim. Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîna azadiya jinan û gelan e. Tevlibûna li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Qirkirina jinan qirkirina civakê ye, dem dema parastina jinan ye’, tê wateya dawîanîna li tundî, xizanî, mêtingerî, talan û qirkirinê. Avakirina sîstema demokratîk-azad e. Rêber Apo ku bi îdeolojiya azadiya jinan re serdema azadiyê da destpêkirin, bi manîfestoya civaka demokratîk re ji jinên berxwedêr, gelan û hemû beşên civakê re bû çavkaniya azadiyê. Bi paradîgmaya azadîparêziya jinan a demokratîk-ekolojîk a Rêber Apo, bi feraseta neteweya demokratîk avakirina konfederalîzma demokratîk projeya rasteqîn a çareserkirina pirsgirêkan a sedsalê ye. Lewma nabe ku rastiya sîstema cîhanê ya heyî û rastiya avanî û mejî ya desthilatdarên netewe-dewlet ji qirkirina zayendî ya jinan cuda bê nirxandin. Qirkirina jinan qirkirina civakê ye. Qirkirin tevî ku bi rengê fîzîkî tê kirin, her wiha ji aliyê desthilatdariyên netewe-dewletê bi amûrên aborî, polîtîk, çandî, bi hêza medyayê, bi rêxistiniyên mîlîtarîst jî tê kirin. Rastiya sîstema cîhanê ya kapîtalîst tê wateya nixumandina vê yekê bi polîtîka û îdeolojiyên olperest, mîlîtarîst û zayendîperest e. Çîna destpêkê ya bindest weke rastiya civakî bingeha pirsgirka azadiyê ya civakî ye.

Rastiya sîstema cîhanê ya heyî, weke şaristaniya dewleta çînî, baviksalarî; rejîmên netewe dewlet li dijî jinan e, li dijî azadî û demokrasiyê ye. Sîstema cîhanê ya baviksalar ku li ser talankirina jinan ava bûye, her ku dikeve nava krîzê, tirsa xwe ya bingehîn serhildan û azadiya jinan e. Ji ber ku azadiya jinan bingeha azadî û mafên mirovan e. Yanî bingeha pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku ev rastî ji aliyê desthilatdariyên netewe-dewletê ve tê zanîn, zext, zor û tundiya bi rêk û pêk a li dijî jinan, weke hewldanek ji bo pêşîgirtina li guhertina sîstemê tê bikaranîn. Lewma tespîta ‘kuştina jinan polîtîk e’ ku di çalakiyên polîtîk ên tevgerên jinan de derdikeve pêş, tespîteke îdeolojîk e. Îdeolojiya serweriya mêr polîtîka û mejiyê desthilatdaran hemûyan diyar dike. Ji ber xwe ve yan jî bi dewlet û welatekî sînordar nîne. Di çalakiyên jinan hemûyan de zordariya netewe dewletê ya bi serweriya mêr di nava yekparetiya desthilatdariyê de tê lêpirsîn. Serhildana hemû beşên civakî yên bindest, di serî de jin, zêdeyî du hezar sal in her sal mezin dibe. Yanî jin hêza bingehîn a guherîna civakî ya herî radîkal, li dijî sîstemê û sîstema baviksalar hêmanê esasî ye. Jin weke hêza civakî li ser xeta polîtîk û fikrî li dijî sîstemê di nava têkoşîneke radîkal de ne. Her wiha ji ber ku bingeha pirsgirêkên azadiya civakî û azadiya jinan ye, ew hêz e ku guherîna demokratîk a civakî biafirîne. Desthilatdariyên bi serweriya mêr ji vê hêzê ditirsin. Li her devera cîhanê bi rengekî bêrehm êrîş li jinan tê kirin, bi bazirganiya fihûşê tê talankirin, destavêtin û destdirêjî tê asayîkirin. Her wiha weke hêza kar a erzan keda wê tê xwarin. Di çanda modernîteya kapîtalîst de weke metayekê tê bikaranîn. Li nava civakên Rojhilata Navîn jî bi feraseta dewamkirina nifşê xwe û feraseta namûsê weke amûrek ji bo dewamkirina sîstema desthilatdariyê ya baviksalar tê bikaranîn. Dema ku kurd be, hingî dibe hedefa sereke ya qirkirinê.

Jin ku dengê şaristaniya demokratîk e, di vê sedsalê de hîn bi wêrekî li sîstema olperest, mîlîtarîst û zayendîperest dipirse û li ber radibe. Ne tenê ji aliyê çalakiyê ve, her wiha sîstema jiyaneke civakî ya nû ava dike û ji bo vê jî her berdêlê dide ber çavên xwe. Jin ne tenê yên daxwazkar e, di heman demê de weke avakarên sîstema nû ya demokratîk-azadîparêz, xwedî hişmendî, rêxistinî û çalakiyê ye. Di nava vê kaosê de ku krîza sîstema kapîtalîst weke rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn xwe nîşan dide, sekna azadiya jinan weke aliyekî mezintir dibe. Jin aktorên sereke yên guherînê ne. Jin ku şênberiya civak, gelên bindest e, gavên wê şoreşgerî ye, mizgîniya guherînê dide, hêvî ye.

Jîna Emînî jineke kurd a ciwan a 22 salî bû. 13’ê îlonê bi hinceta ku ‘porê wê xuya dike’ ji aliyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat destgîrkirin, îşkence lê hat kirin û piştre di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Ji vê mînakê ve dema mirov binirxîne, gelo çavkaniya vê zexta rejîma Îranê ya li dijî jinan û civakê çi ye?

Êrîşa li dijî Jîna Emînî û hêrsa gel divê tenê bi Îranê neyê nirxandin. Ji aliyê Sûriye, Tirkiye û Iraqê ve jî bê nirxandin. Pêwîstî pê heye ku ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Êrîşek li dijî tevahiya jinan e, di şexsê jinan de li dijî rûmet û hebûna civakê ye. Di serî de Kurdistanê girîng e ku li her deverê li dijî rejîmên dijminê jinan û dijminê gelan çalakî bêne lidarxistin.

Mesele ne tenê ferzkirina çarşef an jî nixumandina jinan a ji aliyê rejîmekê ve ye. Rejîma Îranê bi hemû qanûn û kiryarên xwe yên destûra bingehînî antî demokratîk e, li dijî azadiyê ye. Weke rejîma herî zayendîperest, rejîmeke zilmê ye ji bo jinan. Hovîtî, destavêtin û destdirêjiya mêr a li jinan, ji bo rejîmê caîz e. Weke rejîma şerî û antî demokratîk bi her awayî eşkere ye bê çi ye. Rejîma Îranê êdî ne bi teşhîrkirine ne jî bi rexnekirinê nikare bi bingehînî bê guhertin. Rejîmeke li dijî mirovahiyê ye. Pêwîstiya xwe bi lezgînî bi demokratîkbûnê heye. Hem ji bo mafên azadiyê yên civaka Îranê hem jî ji bo mafên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku hatine desteserkirin, divê bikeve nava pêvajoyeke bingehîn a demokratîkbûnê. Jin, ciwan, Fars, Kurd, Azerî, Belûc temamiya civakê êdî guhertinê li rejîmê ferz dikin. Têgihiştina ‘guhertina rejîmê hilweşandina dewletê ye’ xapandineke desthilatdariyê ye. Tirsa hilweşînê ya desthilatdariyê ye. Divê civak li ser rê û rêbaza jiyana xwe biryarê bide. Dema rêveberiya bi rejîma zordar a li ser civakan derbas bûye. Rejîm dikarin hilweşin, lê belê civak mayînde ne. Di dîroka mirovahiyê de gelek desthilatdarî û rejîm gava li ber daxwaza guhertinê ya civakê rabû ya hilweşiyan ya jî di nava dîrokê de tune bûn. Ya jî bi rê û rêbazên siyasî xwe guhertin û derbasî serdemeke hîn aram bûn. Civaka Îranê ku xwedî rabirdûyeke herî qedîm a çandî dîrokî ya Rojhilata Navîn e, dikare rejîma paşverû biguherîne, derbasî sîstemeke demokratîk bibe, xwerêveberiya gelê Kurd, mafên kolektîf bi destûra bingehîn ewle bike û jiyaneke hevpar ava bike. Desthilatdarî êdî nikare civaka Îranê hîn bêhtir bixapîne. Wê di nava tirsa xwe de bifetise. Di serî de jin û ciwan, civaka Îranê demokrasî û azadiyê dixwaze. Ji ber vê yekê nerazîbûna li hemberî êrîşa li dijî Jîna Emînî bi lez li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû. Dewleta Îranê bi tundiya leşkerî, darvekirin û zexta siyasî nikare pêşî li hesreta civakê bigire. Jin, gel êdî nema dikarin vê rejîmê hilgirin.

Piştî ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê mirina Jîna deng veda, xwedîderketin çêbû. Jin, ciwan, her beşên civakê yên herikîn qadan dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Mirin ji dîktator re’ qîriyan. Ji bo girseyên daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman hûn dixwazin çi bibêjin?

Mijara esasî ya ku divê bê nirxandin ew e ku li dijî êrîşa li jinan di serî de li Tehran, Meşhed, Rasht, Paveh, Bane, Bokan, Kamyaran, Dehgolan, sinê, Saqiz, Gîlan, Şîno û Kirmaşan, Ûrmiye, Mahabad, Bîcar, Dîwandere, Îsfahan, Pîranşar, Nexedê li gelek deveran civak rabû ser piyan û helweesteke exlaqî-polîtîk nîşan da. Ev yek bi rastî jî ji bo parçeyên din ên Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê sekneke gelekî hînkar, perwerdekar e. Mirovbûyîn, civakbûyîn bi parastina taybetmendiyên civaka polîtîk û exlaqî dibe. Rêber Apo jî civaka polîtîk exlaqî kir bingeha parêznameyên xwe. Jin hem bingeh hem jî kirdeya civaka polîtîk-exlaqî ye. Salên derbasbûyî heman helweesta civakî li deverên cuda yên cîhanê hatibû dîtin. Civakek aliyê xwe yê exlaqî-polîtîk çiqasî karibe biparêze wê ewqasî jî karibe civakîbûna xwe dewam bike. Di asta ku xwedî li nirxên xwe yên exlaqî derketiye dikare hebûna xwe biparêze û li ser piyan be. Sîstema kapîtalîst û desthilatdariyên wê yên netewe-dewlet çiqasî civakê parçe bike, ji hev xerîb bike û bike kesayetên berjewendîperest, hingî civakan jî ewqasî mîna kerî dike û bi rê ve dibe. Li hemberî vê yekê israra di civakîbûnê de israra di mirovbûnê de ye. Jin a ku jiyan bi xwe ye, civakê, civakîbûnê, lewma nirxên cewherî yên mirovî temsîl dike. Her êrîşa li dijî jinan, derketina ji civakîbûnê ye, berevajî jiyanê ye. Derketina ji mirovbûnê ye. Ji ber vê yekê li hemû bajarên Îranê yên ku nerazîbûn lê hate nîşandan, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hişyarbûneke mezin a civakî ye. Ev yek bi tena serê xwe şoreşeke mejî ye. Şoreşa çandî civakî ye. Nîşan dide ku civak, jin, jiyan û azadî xwedî têkiliyeke xurt in. Rêber Apo wateya têkoşîna azadiya jinan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pênaseya herî şênber kiriye. Ev dirûşma ku ji Kurdistanê belavî cîhanê bû, weke nîşaneya herî şênber a rastiyê li dijî sîstema serweriya mêr, bûye malê jinan hemûyan ên şoreşger, çalakger û azadîxwaz.

Jîna Emînî û kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan şehîdên demokrasiyê ye. Gel bersivê dide êrîşan û bi rengekî bi rûmet xwedî lê derdikeve. Helwesta civakî ya bi pêşengiya jinan ku di vê astê de gelekî berfireh bû û belav dibe, ji nerazîbûna li dijî tundiyê jî wêdetir e. Tevgereke rasteqîn a gel e û daxwaza guhertina bingehîn a rejîma Îranê dike. Weke şoreşa civakî rabûna ser piyan e, teqîna danheviya raperînê ye. Destnîşankirina îradeya azadiyê ye.

Jinan bi xurtî pêşengî ji xwepêşandanan re kirin. Jin bi hêrseke mezin a li dijî rejîmê daketin qadan. Herî dawî di serî de jinann ji Rrojhilatê Kurdistanê, banga we ji bo jinann Îranî heye?

Ev nerazîbûna civakî ya li Îranê der bû, li dijî sîstemê tevgereke xurt a gel e. Niha zû ye ku bê gotin bê wê çawa bi encam bibe. Bi dewamkirina berxwedanê eger rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke wê ji bo Îranê bide destpêka serdemeke nû. Rastiyek heye ku her berxwedan bîra civakî ava dike, çandê diafirîne, nirxên moralê mezin dike, îradeyê xurt dike, baweriya bi xwe kûr dike û gaveke din nêzî azadiyê dike. Li Îranê jin û gel êdî dixwazin bihara azadiyê, cejna azadiyê pîroz bikin. Dema vê hatiye. Ev rejîm ya wê bê guhertin, ya jî wê bê hilweşandin. Yekane rastiya ku divê desthilatdarî fêhm bike ew e ku bi xeta demokratîk a siyasî berê xwe bide bernameya guherînê. Hem ji bo demokratîkbûna navxweyî hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi vê heye. Di rewşeke berevajî de pêlên tevgera gel wê mezintir bibe. Dibe ku car carna bisekinin, lê belê ev îrade wê neşikê, ev berxwedan heta guhertinê wê dewam bike. Vegera ji vê yekê nîne. Îradeya ku derketiye holê, ji bo jinan û gelan tê wateya liv û tevgera berxwedanê. Ji bilî koletiyê tiştekî ku winda bike nîne. Berxwedana wan wê bersivê bide rejîmên paşverû û statukoparêz ên li Rojhilata Navîn û ji gelan û jinan hemûyan re bibe moral û hêzeke mezin. Serhildanên gel ên li Îranê, wê rejîmên statukoparêz ji holê rake û demokratîkbûna Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd xurt bike, derbasî pêvajoyeke nû ya pêngavî bike. Rejîm bi zexta li ser civakê nikare ji vê rastiyê bireve. Ya ku dibe para me ew e ku li her deverê bide dengê azadiyê, li dijî desthilatdariyên serwer ên mêr, zayendîperest, faşîzm, neteweperestiyê, têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Li gel vê rewşa li Îranê, li Rojava û Sûriyeyê jî tevî gef û êrîşên DAIŞ’ê, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta tirk jî dewam dikin. Li dijî van êrîşan berxwedan heye. Wateya vê berxwedanê û têkoşîna azadiya jinan çi ye?

Berxwedana Rojava ya li hemberî dewleta tirk û DAIŞ’ê û girîngiya vê yekê ji bo mirovahiyê, ji bo gel û jinann Rojhilata Navîn divê bê dîtin. DAIŞ’ê serê mirovan jê dikir, jin li bazaran mîna malekî difirot, bi zorê çarşefa reş lê dikir û jiyan kribûn mîna dojehê, bi taybetî jî Êzidî, Kurd qetil dikir. Yên ku pêşî li vê girtin şervanên azadiyê yên Kurdistanê bûn. Milîtanên tevgera me ya azadiyê ya Kurdistanê ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Rojava û di vê berxwedanê de bi roleke diyarker rabûn. Bi hezaran hevrêyên me şehîd bûn. Hevrêyên me yên jin û mêr, her wiha ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ji çar aliyên cîhanê herikîn. Ji gelek deverên cîhanê jî mirovan berê xwe dan Rojava û şer kirin. DAIŞ hîn jî li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê metirsiyeke mezin e. Piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê jî Erdogan e. Ev yek bi agahî, belge û daneyan tespîtkirî ye. Li Sûriyeyê serketina şervanên azadiyê yên YPJ û YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê, rê li ber şoreşa jinan, şoreşa civakî vekir. Desthilatdariya Erdogan dixwaze şoreşa jinan bifetisîne. Bi hincetan dixwaze xweseriya demokratîk ku sîstema civaka azad e, ji holê rake. Bi her awayî piştgiriyê dide DAIŞ’ê, bi xwe bi rêxistin dike, dixe nava liv û tevgerê, her wiha hewl dide ku careke din bi rejîma Şamê re li ser dijminatiya li Kurdan bicive. Rûsya û DYA jî ji bo berjewendiyên xwe bi her awayî tawîzan dide AKP’ê û pêşî li êrîşan vedikin. Di serî de Almanya dewletên Ewropî jî di oxira berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî de êrîşên AKP’ê yên ji bo tunekirina Kurdan ji nedîtî ve tên. Êrîşa li ser destketiyên Rojava ne tenê meseleya dijminatiya AKP’ê ya li Kurdan e. AKP li Rojhilata Navîn li pey hegemonyayeke faşîst e. Lewma parastina Rojava tê wateya parastina hêviya azadiyê ya mirovahiyê, parastina azadiya jinan, parastina jiyana demokratîk a hevpar a aştiyane ya gelan. Rabûna li ber hegemonya kapîtalîst e. Parastina aadiya jinan, parastina jiyana hevpar a demokratîk a gelan e, rabûna li ber faşîzmê ye. Desthilatdariya Erdogan nabe ku tenê weke partiyeke siyasî ya zordar bê dîtin. AKP xeta duyemîn a Nazî ye. Erdogan ji bo Rojhilata Navîn Hîtler e. Xwedî mejiyekî faşîst, nijadperest, zayendîperest, neteweperest e û ji bo gelên cîhanê hemûyan gefeke mezin e. Rejîma Komara tirkiyeyê ya li ser vê bingehê avabûye, mezalîmê gelan e. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên leşkerî yên li ser Rojava, divê xweparastina hevpar a gelên me yên Kurd-Ereb-Ermen-Suryan bê afirandin û li ser vê bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî bê meşandin.

Erdogan li nava tirkiyeyê jî hêza desthilatdariyê bi kar tîne û yên li derveyî xwe he kesî bi dijminatî, xayin, cihêkar û dijberê Îslamê sûcdar dike, bi vî rengî hewl dide li ser tevahiya civakê serwer be. Ji bo vê jî destpêkê êrîşî jinan û tevgerên wan dike. Her wiha bi rêya saziyên perwerde, medya û diyanetê, rola kevneşop li jinan ferz dike. Hema modela malbatê ya baviksalar dide pêş, hem jî tundî û zexta li jinan teşwîq dike. Divê polîtîkayên wî yên li dijî jinan weke nijadperestiyê bêne nirxandin. Zayendîperestiyê di asta faşîzmê de dimeşîne. Ew bi xwe vê polîtîkaya komkujiyê dimeşîne. Desthilatdariya Erdogan bi bikaranîna olê, bi neteweperestiyê terorê li jinan û civakê dike. Di polîtîkaya hundirîn û derve de bi polîtîkaya neteweperestiyê hiqûqê, aboriyê, siyasetê, hunerê, sporê bi ruhê seferberiya leşkerî bi kar tîne. Ev êrîşkarî û neteweperestiya şoven veguherî blokekê. AKP 22 sal in gav bi gav bingeha rejîmeke şerî ava dike. Li tirkiyeyê zêdebûna kuştina jinan, zext û zordariya li dijî jinan û tevgerên jinan, bi taybetî jî tundiya li dijî jinann Kurd ji ber vê yekê ye. Yê ku Wezareta Diyanetê bi rengekî herî xurt li dijî civakê bi kar anî desthildariya AKP’ê ye.

Bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP’ê ku êrîşên qirker, komkujiyê li jin û gelê Kurd ferz dike, ji NATO’yê bi taybetî ji DYA’yê piştgiriyê werdigire. Divê Îngilistan-DYA, Almanya û hêzên din dest ji piştgiriya ji bo dîktator Erdogan berdin. Di çarçoveya çareseriya demokratîk de nêzî pirsgirêka Kurd bibin û mafên civakî nas bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar