Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Berê dema partî ava dikirin diçûn Anitkabîrê niha jî diçin Amedê’

Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP’ê di pêngava sêyemîn de bi dirûşma ‘Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê xurt bikin’ bi tevlêbûna nûnerên KCD, HDK, HDP û DBP’ê ya gera bajaran didome. Heyeta partî û rêxistinan îro bi tevlêbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, berdewam kir. Heyeta KCD û HDK’ê li Mêrsînê Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ziyaret kir. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan jî di ziyaretê de cih girt.

Bernameya ziyaretê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu mafê axaftinê girt û wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê, dixwaze li ser jinan faşîzmê rewa bike. Dewlet bi rêya qeyûmê êrîşa li dijî jinan berdewam dike. Ev berdewama polîtîkayên şer ên taybet e. Ev berdewama dijminantiya kurdan a sedsalan e. Êrîşên dewletê ya li dijî jinan didome. Armanca rakirina Peymana Stenbolê ew e ku têkoşîna jinê xelas bikin û jinan di malê de hepis bikin. Jinan bersiva vê yekê dan û dê bidin jî. Divê li dijî vê yekê jin bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir dengê xwe bilind bikin.”

Têkoşîna Sara, Sêvê û Arîn Mîrkanan

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bal kişand ser têkoşîna Sara, Sêvê, Arîn Mîrkanan û ev tişt anî ziman: “Sara, Sêvê û Arîn Mîrkanan têkoşîna me heta îro anî. Em soz didin wan ku cihê wan têkoşîn lê hiştiye em ê li ji wir bigirin û bilind bikin. Em têkoşîna azadiyê didin. Hemû hêzên serdest ewil êrîşî têkoşîna jinan dikin. Ji jinan dixwazin ku tenê zarokan bînin û karê malê bikin. Dixwazin bi van êrîşan jinan di malê de hepis bikin. Em li dijî vê hişmendiyê têkoşînê bilind dikin.”

‘Em ewil bi felsefeya Ocalan hişyar bûn’

Guven bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir: “Em ewil bi felsefe û fikrên birêz Ocalan hişyar bûn. Her kes carekê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Lê jinên kurd 2 caran 3 caran bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Em berê razabûn. Birêz Ocalan em ji vê xewê hişyar kirin. Me di têkoşîna Kurdistanê de azadiya jinê dît. Îro her çendî Birêz Ocalan tecrîdkirî be jî fikrên Ocalan azad in. Îro fikrên Ocalan di nava me de azad in. Dema em wekî TJA’yê xebatan dikin, em dixwazin jinên tirk jî di nava xebatan de cihê xwe bigirin. Îro demokrasî ji bo hemû kesan lazim e. Em qala tecrîdê dikin. Bê guman em ê her tim qala tecrîdê bikin. Ji ber ku Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Bê guman ji bo tecrîdkirina wî bi dawî bibe em têdikoşin.”

Şoreşa Rojava

Di axaftina xwe de Guven bal kişand ser koçkirina kurdan a metrepolên Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Gelê kurd ji ber zextên dewletê koçî metrepolên Tirkiyeyê kirin. Lê gelê me li vir jî bi bişaftinê re rû bi rû ma. Gelê me her tim li dijî bişaftinê têkoşiya. Îro metrepolên Tirkiye bûne wekî bajarê Kurdistanê. Yê vê yekê pêş dixin dayik in. Em jin û dayikên kurd dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Jina kurd di têkoşînê de gelek bedelên giran dan. Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bû hêz û bawerî. Têkoşîna jinan li Rojava pêş xist gelek girîng e. Jinan bi perspektîf û nêrîna Birêz Ocalan têkoşiyan. Şoreşa li Rojava bi têkoşîn û fedekariya jinan bi ser ket. Ji ber em hem kurd in û hem jî jin in em gelek pirsgirêk jiyan. Cewherê herduyan jî bi kêşeya kurd ve girêdayî ye.”

Her wiha Guven bal kişand ser feraseta partiyên ku nû tên avakirin û nêzikatiya li hemberî gelê kurd jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên di nava sazumankariya AKP’ê de cih girtin, piştî qetiyan, partiyên nû ava kirin. Ahmet Davutoglu û Alî Babacan di demên dawî de qala kêşeya kurd dikin. Peyaman didin gelê kurd. Polîtîkayên wan diyar in. Qirkirina kurd û jinan armanc dikin. Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk (Anitkabir). Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê. Niha kêşeya kurd tenê bi kongreyan çareser nabe. Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin.” MÊRSÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar