Mirov bala xwe dide zihniyet û siyaseta dewleta tirk, berê wê ne li pêş e, berovajî berê wê li paş e. Herî kêm sed sal paşdemayî ye. Heke mirov kûrtir bala xwe bidê, dikare zêdayî sed salî jî biçe.
Vê zihniyeta rêveberiya AKP-MHP’ê ya dewleta tirk, bide ber pîvana dîrokê, mirov dikare bibe sala 1853’an, dema ku Nikolayê 1’emîn ê rûs, ku ji Imparatoriya Osmanî re gotibû “Zilamê Nexweş”!
Ev dema xerab, her zêdetir dibe û tê serdema Sultan Ebdulhemîdê ku Receb Erdogan, ji xwe re wek model distîne û xwe dişibîne wî.
Di vê serdema Ebdulhemîd de, ev “Zilamê Nexweş” êdî dikeve haletê mirinê. Ji ber şer û pevçûnên berfireh dibe û êdî dibe dehndarê/qerdarê hemû dewletên Ewropayê.
Dehnê Ebdulhemîd digihê 230 milyonan, pereyê di xezîna wî de bi tunê 127 milyon e.
Dewletên Ewropayê li osmaniya tên xezebê û ji bo qerdên xwe jê bistîne, saziyekê bi navê Duyûnu Umûmiye (Saziya Deyhnên Giştî) ava dikin.
Bi kurtayî di encama vî halê xirab de, ew împaratoriya “cîhanî” ya osmanî, weke berfa bikeve nava avê heliya û kete sergoyê dîrokê!
Îca mirov bala xwe dide rêveberiya Receb Erdogan, hema di cih de ev aqûbeta Imparatorê Osmanî Sultan Ebdulhemît tê bîra mirovan.
Ji ber ku zihniyetê wan û siyaseta wan û kiryarên wan hema hema yek e. Ebdulhemîd, ji bo bibe sultan û were li textê Seraya Imparatoriya Osmanî rûne û tacê bixe serê xwe, bi hezar dek û dolaban, Apê xwe Ebdulezîz û birayê xwe yê mezin Mûradê 5’an ji text dixe erdê. Jixwe dîroka Osmaniyan û hemû rêveberiyên tirkan tije lîstok, dek, dolab, xiyanet, bêbextî, bêexlaqî, bêwijdanî û her cure sixtekarî ne.
Awqas taca sultaniyê û seray li ber dilê wî şêrîn tê, êdî qîma xwe bi 33 salên xwe yên li ser text nîne. Ji bo temenê xwe yê sûltaniyê dirêjtir bike, êrîşan dibe ser welatên derdora xwe û li hindur jî zilma xwe girantir dike.
Di 1876’an de Makezagona Osmanî radigihîne û despêkê, bi navê “meşrutiyetê” xwe pêşketî nîşan dide, Meclîsi Mebûsanê ava dike, lê di 1878 de, van sazî û avahiyan binpêdike û dibe mînakek dîrokî ya kevneperestiyê (istîbdadê). Ma Receb Erdogan jî, ne daye ser heman şopa padîşahên osmanî?
Weke li jor hat destnîşankirin ku êdî zihniyeta vî “zilamê nexweş” êdî hemû jiyanê “nexweş” dixe û dest bi qirkirina gelen dike.
Qirkirina nijadî (jenosid) ya 1915’an a ermeniyan û di heman serdemê de qirkirinên asûrî-suryaniyan, pontûsan, lazan, rûman û hwd.despê dike.
Ya herî xemgîn jî, gelan bi hevdû dide kuştin, wan dike dijminê hev û bi taybetî weke mînaka Alayên Hemîdiyê, destên kurdan dixe rijandina xwîna hinek ji van gelan û weke sûcdar jî dewletê ne, belê gelan û bi taybetî jî kurdan dide nîşandan. Bi kurtasî siyasetek wisa qirêj didin meşandin.
Îca mirov bala xwe dide zîhniyet û siyaseta qirker a rêveberiya faşist a AKP-MHP’ê ya îro, ku didin meşandin û ya wan, çawa dişibin hevdû diyar dibe ne?
Piştî osmanî rûxiyan û Komara bi navê Tirkiye hat avakirin jî, heman zihniyet û siyaseta qirker li ser gelen, bênavber da meşandin. Gotina Wezirê Edaletê Esat Mahmût Bozkûrt ê Rêveberiya Ataturk, wê zihniyeta xwinrij radixe ber çavan: “yê ne tirk nikare li vê xakê bijî, bi tenê dikarê weke koletiyê ji tirka re bike dikarin bijî”!
Ma Receb Erdogan û Devlet Bahçelî ne xwedanê heman zihniyetê û siyasetê ne?
Çawa di serdema berî ava kirinê de û hema di despêka avakirina Komara Tirkiyeyê de, qirkira pir gelan pêkanîn û li pey wan, li gelek cih û waran weke Agirî, Zilan, Koçgîrî, Sason, Palû, Dêrsim û hwd.qirkirin li ser gelê kurd jî da meşandin.
Ya balkêş û giring ew e ku, şûna civak û gelên Tirikiyeyê bi pêş ve çûbûna paşve xistin, lê mixabin van rêber û rêveberiyên wan, ji bo desthilatî û berjewendên xwe yên kesatî û malbatî, mejî û çavê gel û civakê reş kirine, nahêlin rastiyê bibînin û her ku diçe ber bi paş ve diçin.
Van rêber û rêveberên dewleta tirk, îstibdada Sultan Ebdulhemîd ji xwe re kirine rêbaz û distûr, lê gelê Kurdistanê berovajî, felsefe û pîvanên mirovahiyê yên Rêber Apo, yên mirovahiya hemdemî; azadî, aştî, demokratî û bi kurtayî jiyana hevpar a wekhev ji xwe re kiriye rêbaz û distûra jiyanê.
Lewma di pêşengiya vê felsefeyê de, Tevgêra Azadiya Kurdistanê, her ber bi pêşve diçe û him gelê Kurdistanê weke ku di mînaka Şoreşa Rojava de tê dîtin, her wiha ji bo gelên herêmê û mirovahiya cîhanê jî, dibe modela sedsala 21’ê ya pergala birêvebirina civaka hemdemî.
Gelek mînak hene ku çawa ketiye rojeva cîhanê. Hema mînaka herî dawî ya Madridê. Yek ji mijara sereke ya rojeva lûtkeya NATO’yê, siyaseta li ser Tevgêra Azadiya Kurdistanê divê çawa be, bû! Paralelî wê, di rojeva gelek sazî û dezgehên civaka sîvîl a pêşketî û demokrat a cîhanî de jî, cihê giring distîne.
Di encamê de, rêber û rêveberiya dewleta tirk ber bi paş vedigere, berovajî, him Tevgêra Azadî û him bi gelemperî civak û doza gelê Kurdistanê ber bi pêşve diçe. Her wiha êdî, ne hêza paşkeftî ne jî hêza pêşkeftî ya cîhanê, bêyî ku doza gelê Kurdistanê jî nexin rojeva xwe, tevnagerin.