Di her 15’ê Sibatê te gotina ku herî zêde bi vê pêvajoyê re dikeve rojevê ROJ e. Dema ku komploya navnetewî li dijî Rêber Apo hat dest pêkirin, bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” xelekek ji agir çêbû. Ji zindanan heta çiyayên Kurdistanê, ji metrepolên Tirkiyê heta derveyî welat bi sedan kesî canê xwe dan ber agir û beşdarî wê govenda ji agir bûn. Êdî her kesî fêm kiribû ku jiyana Rêber Apo di xeterê de ye û lewma jî xelekek ji agir li dora Rêbertiyê çêkirin.
Lê Rêber Apo ev yek qebûl nekir, ango nexwest ku kurd bi vî rengî li meselê binêrin. Rêber Apo dizanîbû ku xeterî heye, lê divê bersiva li dijî komployê jî ne wilo be. Rêber Apo heman sala 1998’an ji çapemeniyê re axivî û got; divê kes canê xwe nede ber agir. Li ser vê yekê asta çalakiyên xwe-şewitandinê kêm bû.
Tevî ewqas xwepêşandan û çalakiyan jî Kurdan nekarîn pêşî li komplogeran bigrin. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de jî Rêber Apo bi komployeke navnetewî hat girtin û radestî Tirkiyê kirin. Rêber Apo dema hat girtin analîza pêvajoya girtina xwe kir. Wî digot; du rê li pêşiya wî hebûn. An wê biçûya çiyê û şerê çekdarî hilbijarta, an jî wê biçûya Ewrûpayê û li çareseriyeke demokratîk geriyaba. Û di encamê de jî berê xwe da Ewropayê. Wê demê gelek welat û parlementoyan soza çareseriyê dabûn Rêber Apo. Lê ji ber ku komplo mezin bû û hinek welatan jî nekarîn xwe li pêşiyê bigrin. Çend dewletên mezin ên wekî Amerîka û Brîtanyayê serkeşî ji vê komployê re kirin û zext li dewletên din jî kirin.
Bi heman Rêber Apo li welatan gerandin û dîsa jî destûra mayînê nedanê. Tevî ku serlêdana wî ya penaberiyê hebû jî, Ewropayê li qanûnên xwe guhdarî nekir. Almanyayê di rojekê de biryara girtinê ji bo Rêber Apo da. Sedem jî ew bû ku neçe welatê wan. Û gelek dewletên din jî bi heman helwestê tevgeriyan. Hevkarî ji komploya navnetewî re kirin. Di encamê de nexwestin ku doza kurd bi riyeke demokratîk bighêje çareseriyê. Ji vê komployê jî ew encam derdikeve.
Rêber Apo dema hat girtin û beriya wê jî dikarîbû şexsî tevgeriyaba û hin çalakî kiribana. Lê wî digot nabe. Ji ber ku ew Rêberê milyonan bû û nedibû ku biçûk bifikire. Rêber Apo ti carî qebûl nekir ku hinek kes ji bo wî xwe bişewitînin an jî têkevin rojiya mirinê. Wî digot sala 1982’an jî eger destê wî gihabûya zindana Amedê, wê destûr nedabûya ku Mazlûm, Kemal, Xeyrî û hevreyên din canê xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê jî helwestek mezintir nîşan da. Li girava Îmraliyê ji bo têkbirina komplogeran riya berxwedaneke daîmî şopand. Eger ne ji vê berxwedanê bûya ewqasî tecrîd jî nedibû. Hêzên komploger tecrîdê datînin ser vê berxwedan û helwesta şoreşgerî.
Hêzên komploger ne li bendê bûn ku Rêber Apo riyeke wisa hilbijêre û girava Îmraliyê veguherîne navendeke berxwedana li dijî komployê. Îro jî milyonan kes li dora fikrên Rêber Apo bûne xelek û beşdarî wê govenda berxwedanê bûne. Milyonan kes berê wan li rojê ye û ew roja ku ji Amara hiltê dişopînin. Meşa azadiyê jî berê wê li Rojê ye. Di 25 salan de komplogeran nekarîn roja me tarî bikin. Îro tîrêjên wê rojê şewqa xwe daye cîhanê.