Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Berew heldêrçûnî deselatî herêmî Kurdistan

Le dûyî em mange da, diwayî eweyî parlemantaranî 4 firaksyonî nêw parlemanî heremî Kurdistan, le kobûnewekan kişanewe, meşexlî xopîşandan pêxira.

Daxwazî serekî xopîşanderan salanêke emro û sibeyî pê dekirêt û le çend dawakariyêk pêk hatbûn.

Lewane:

– Pêdanî mûçe lekatî xoyî da be hemû mûçexoran

– Nemanî gendelî

– Xizmetgozarî pêwîst bo hawlatiyan

Le 3’yem mange, sereta xopîşandan le şarî Silêmanî, be kobûneweyî cemawerî mûçexoran destî pêkird, belam her destbecê rûberûyî destêwerdanî hêzekanî emnî û polîs bûnewe. Her heman roj, bilêseyî narezayetî gel geyşte jimareyek şar û şaroçke.

Le deverekanî îdareyî Raperîn, Germiyan, le beşêk le parezgayî Helebce, xelikanî narazî û cewanan binke û baregakanî PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû Îslamiyan sûtand.

Cemawerî narazî selmandiyan ke partî û layenekanî desetlatî herêm, çî diyî rewayetiyan nemawe.

Çekdaranî naw ew baragayane, be taybet kadêranî PDK  û hêze emniyekan jêr kontrolî YNK, destrêjî guleyan le xopîşanderan kird. Le encam da le yek hefte lanyî kêm 8 cewan giyanyan le dest dan û 63 kesî dîkeş, birîndar bûn.

Eme teniya amarî hefteyî yekem bû…

Her weha le parezerakanî jêr deselatî PDK, be amancî rêgirî le her core xopîşandanêk, dest be mîlîtarîzekirdin kira û deyan kesîş destbeser kiran.

Kipkirdinî rageyandinî oposizyonî û ta radeyek azad pilanêkî diyeyî deselatî PDK û YNK bû

Çekdaran le Silemanî çûne ser nawendî Naliya û pexiş û weşanî kenalekanî NRT’yan ragirt, destiyan be ser amêrekanî rageyandin da girt.

Pêşêkarî mafî rojnamewan ziyatir perey send. Be corêk be toqandin û hereşe le kompaniya Çetir û her weha astengkirdinî hêlî înternet, keş û hewakî nadîmukiratiyane balî be ser başûrî Kurdistan da kêşa. Belam ew zebir û zenge neytwanî rastiyekan le rayî giştî bişarêtewe.

Kobûneweyî yek le diwayî yekî Goran, YNK û PDK le Hewlêr bêencam bû. Berpirsêkî YNK û her weha serokî hikumetî herêm Mersûr Barzanî, le layek witiyan xopîşandan mafî xelk e û le layekî dîkeş witiyan destî derekî le pişt e.Her weha amajeyan be weda ke hikumetî Êraq pare bo muçexoranî herêm nanêrêt.

Belam rastî awjokirdinewe û naşefafî, dizî û gendelî deselatdaranî herêm, wayî kird ke xelikî narazî le ser şeqamekan bimênnewe.

Êraq delêt debêt rojname hikumtî herêm dahatî firoşî 450 hezar bermîl newit û her weha dahatî xale sinûriyekan bo hikumetî nawendî bigêretewe. Eger na mûçe fermanberan bo Herêm henarede nakeyîn.

Serokî hikumet deselatî Barzanî be taybet amadey mercekanî Êraq nîn. Le ber ewey bêrpirsî Êraq û firaksyonekanî naw parleman, PDK rekewtinî 50 saley newitî le gel dewletî Tirkiya da kirdûwe û dahatekeş bo xelik niye, belku bo berjewendî û leşkirkêşyekanî deselatî AKP derwat .

Debiwa hikumetî herêm û hêze emniyekanî ew cewananeyî ke dawayî mafî xoyan deken, le amêz girateyet, nek le Dihok ta Germiyan, deyan cewan le zîndanekan tund ken û le beranber dagîrkarî Tirkiye û destêwerdanekanî Êran bêdeng bin.

Kujranî 8 cewan bedestî çekdaranî YNK û PDK, hêmayêke ke deselatî 32 sal e le Başûrî wilat berew heldêr debat.

Nûçeyên Têkildar