Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berf, mij û morana bê rehm!

Derengî şevê bû, şilî û pêle berf dibarî. Hesino jî li nav cihan bû û li ber sobeya hesin a darî ketibû cileyê xewê. Li ber soba germ a darên behîv û berûyan çilqe çilqa wê ku di şewitî raketîbû. Li aliyê din pîre diya wî û xwişka wî ya biçûk Keviyê hebû.

Ji nişka ve wê tofanê bi gurmegurma derî û dengê Hesino Hesino, derî veke.. Hesino diveciniqe û ser xwe ve tê. Berxwe de dibêje xêr e, vê şevê şiliyê kî miriye, xudê biye ya xêrê. Heta findê pêdixe û serxwe ve tê berderî, wê navê pîre diya wî, Zîna Gulzîn jî pê dihese û ber wî tê.

Ha lawo çû bû, kîne li derî dixin?

Eskerin, talanîne, rêwingî ne… xudê zane

Hesino bi gotinan tiştek nîne, ka ez derî vekim em ê zanibin bê ka çiye

Her diya wî pey hev jêre dibêje, derî hema zû veneke, bipirse kîne? Hesino ber derî diçe û xirata derî vedike.

Fermo tu kiye? Xêre vê tofanê ketiye ser vê rêyê.

Ji xwe ji ber berfê û baranê kesê ber derî nas nake, ronahiyê jî nikare bîne ber derve ba û şilî yê. Kesê derve dibêje ber min were.

Hesino xwe nêz dike, dema desmala ber devê xwe tîne xwar dibîne Eliyê Şahînê Xelîlê Rostem e, hevrêyê wî yê çol û çiya, nêçîr û deviyan e.

Eliyo xêre, ma qey tofan rabûye te xwe vê şiliyê li vî zinarî daye, ketiye ser rê? Heliyo dibêje, Hesino ka were nêzîk bibe, bila xaltika Zîna Gulzîn nebihîse, ez tiştek bêjim;

Hesino mereqê xwe avête dila û hema wî ber xwe kişand û bû pistepista wan.

Li aliyê din pîre Zîna Gulzîn dibêje kiye ew Hesino lawo. Hesino dibêje; titşek tine Eliyo ye… xwe bêdeng dike.

Zîna Gulzîn jî kete mereqekê û bêdeng ma.

Hema piste pist qediya ne qediya, Hesino xwe li cilûbergê xwe da û şeşxana bavê xwe yê li qunca dîwar bi mîx ve çikilandî da ser milê xwe û ber ber derî biçe. Zînê bi dengê bilind, ha ho çi bû lawo? Eliyokê Xelîl va çibûye, kesê pêjnî ji xwe ne anî.

Bi derketina derî re Hesino got; mereq neke tiştek nîne, ezê vegerim. Gotin bû ew gotina dawî û çû!

Pîre Zînê wê çi hedarî pêde bê, law çû. Bê tiştek bêje, tenê ma. Ne xew diçe çavê û ne jî hedarî pê tê. Ew bi wan keseran ma û Hesino û Eliyo ketin nava berf û ber jor weke kuviyên bikevin berfê ketin rê.

Ha vê kêliyê ha vê çepê darê her der spî û gupe gupa berfê ye. Eliyo û Hesino her çendî kûviyê wan deran be, lê berfê rê nedida, rê ji wan dibir. Ha vê gazê ha vê sirtê bez kilhe kilha wan e. Rê ji xwe safî nekiribûn.

Çend saetan dimeşin, diqufilin. Hesino û Eliyo dixwazin ber keviyek ber darek kevirek bibînin hinek xwe bidin ber ji bo bêhna xwe bide. Rê ji xwe winda kirine. Li aliyê din divê hewarê biçin xwe bigihînin Zozanê Elîmera. Li wir Bozoyê Hamidê Tehsîn bi komek şivan û pez ve ji ber berfê rê winda kirine, kes nizane çi pê hatiye. Bozo serşivanek çeleng bû û pêşengê ciwanên herêma Keviyan bû. Ji bo wê çi diviya bû, xwe bigihanda, hey sax û hey mirî.

Di wê halê de Tehsîno û Eliyo mabûn li xwe heyirî. Berfê ser noqa wan avêtibû. Êdî mecala gavê bavêjin tinebû. Di wê fikrê de hewla wan hemû ew bû bikevin rê û xwe bigihînin Elîmera.

Piştî dîtin ti mecal nîne, dîsa berê xwe da aliyê ku li ser yeqîn bû ku rêya rast e, ketin rê û gavên giran çûn û heta ber çavan winada bûn.

Diçin û diçin, rê dawî nabe û ne jî berf disekine. Mij û moranê erd û esman girtiye…

Tu nabêje dema ev tên geliyê Tengê ku tengavek biçûke ku rêyek teng e derbas dike û diçe Sirta Xatûniyan, li vir şûna ber jêr biçin hildikişin jor nava kevir û darûdeviyan. Ji xwe ne wisa bûna wê zû bigihiştibana Xana Meyrokê û li wir gihiştiba girê Şemer û ji wir jî xwe gihandiba Elîmera. Lê tam berovajî wê ketine rê û her çûne dûr ketine.

Axirê bi rengekî welê ji hevketî gihiştibûn ser latên bilind ên Qertal ku lîsên teyr û bazên bilind ku ti demê kesê nikarîbûn xwe bigihandan. Vê carê Eliyo û Hesino ketibûn ser rê û gihiştibûyê.

Erê gihiştiyê, mijûmoranê rê ji wan biribû û her du li du hev ketibûn tayê mirinê û di latê de ketibûn xwarê.

Li vî alî Eliyo û Hesino li aliyê din Hozoyê Hamîd û cimaeta pêre, ketibûn xirêna mirinê, kes ha ji kesê tine. Berê herdu aliyan li esmanan û destê wan dirêjkirî mabûn û ruhê şîrîn teslîmî xwedayê mezin kiribû.

Ji wê rojê heta îro ne Eliyo û Hesino û ne jî Hozoyê Hamid kesê nezanî çi pê hat û çi hate seran. Di wê şeve reşka tarî ya berfê de winda bûn û çû.

Hinekan got wele gura xwar, hinekan jî got wele rêya xwe winda kirine ka xudê zane di kîjan lat û kendalî de gindir bûye…

Pîr diya Hesino Zîna Gulzîn di wê mereq û kulê de ma… heta giha axretê…

Nûçeyên Têkildar