PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Berfa bêwext ziyan da cotyaran

Cotyarên Balekayetî aşkera kirin ku befir barîna du rojên borî ya ne di dema xwe de gelek ziyan gihand baxçeyên wan

Li Başûrê Kurdistanê ev çend roje pêlek a baranbarîn û befir barînê li herêmên çiyayî destpê kiriye. Herêma Balekateyî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jî yek ji van herêmane ku du rojên borî lê gelek befir barî û li hinek cihan 20 santîmetre barî. Cotyarên Balekayetî bi riya Rojnews’ê qala ziyana baxçeyên wan bûne kirin.

Mihemed Wiso yê ku karê baxçevaniyê dike wiha got: “Befira wê dawiyê barî gelek ziyan da. Piraniya kulîlkên baxçeyên me werandin û rizandin. Ev jî wiha dike ku îsal em ti sûdê ji baxçeyên xwe nebînîn û destvale bimînin.”

Mihemed Wiso eşkere kir ku xwedî baçxeyekî 700 darên fêkiyan têde ye û wiha got: “Lê, ji ber barîna befirê hemû xerab bûn. Êdî îsal kêrî ximzetkirinê nayê. Ne tenê ziyan giha min, cotyarên din jî ziyan bi wan giha ku debara wan li ser van baxçeyan bû. Em daxwazê dikin ku hikûmet bi lijneyê tazmînata me bidin.”

Yek ji baxçevanên Balekayetî Kerîm Mistefa têkildarî ziyana ji ber barîna befirê çêbûyî wiha got: “Eger di dema xwe de befir wiha bibare bereketek mezin e û wê bi sûd be. Lê, eger kete meha nîsanê û navenda wê ziyanek mezin digihîne bax û rezên cotyaran. Lewma ev befira dawî gelek ziyana xwe hebû. Hemû berhemên îsal ên van bax û baxçeyan çûn.”

Kerîm Mistefa aşkera kir ku tu deman dema ku ziyan digihe cotyaran hikûmetê alîkariya wan nekiriye ku hîn zêdetir girîngiyê bi karên xwe bidin û wiha domand: “Ji ber ku Balekayetî xwedî av û hewayekî baş e, ger girîngiyê bi çandiyê bidin, tama berhemên wê xweş in.”

Rêveberê Ziraata Çoman Silêman Ebdullah diyar kir ku wê ziyanên befirê hebe û got ku eger ziyan derkete, wê lijenekê pêk bînin û daxwaza tazmînatê ji bo wan bikin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar