Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berhema çeteyên Erdogan: Kuştin, talan û wêranî

Şêniyên gundê Bîr Zinar ê Girê Spî da zanîn ku gundê wan rojane tê topbarankirin. Welatiyan diyar kir ku çete li wan guleyan direşînin û wiha got: “Ji bo wan sivîl an jî leşker ferq nake. Her kesî hedef digirin. Piştre jî mal û milkê me talan dikin.”

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê saet 16.00’an heta niha li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk tînin. Hêzên dagirker ên ku heta niha bi sedan sivîl qetil kirin û zêdetirî hezar kes jî birîndar kirin, bûn sedem ku sedhezaran kes jî war û malên xwe biterikîne.

Hêzên tundrew ên talan kir niha jî li gundên Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din sivîlan hedef digirin, koçber dikin û mal û milkên wan jî talan û wêran dikin. Nûçegihanên ANHA’yê yên ku li gundên başûrê rojavayê Girê Spî şopand, ev hovîtiya hêzên dagirker raxist ber çavan.

Gund rojane tê topbarankirin

Yek ji van gundan jî Bîr Zinar e ku 2 km’yan dûrî gundê Xirbet Beqer ê li bakurê rojavayê Eyn Îsayê û li başûrê rojavayê kantona Girê Spî dikeve ye. Gund rojane ji aliyê dagirkerên tirk ve tê topbarankirin. Der barê mijarê de ji şêniyên gund Sidqî Hec Derwîş dibêje ku çeteyên dewleta tirk a dagirker 3 sivîlên gundê Xirbet Beqerê qetil kirine, niştecihên gund koçber kirine û mal û milkên wan jî talan kirine.

‘Ji bo wan sivîl an jî leşker ferq nake’

Di heman demê de şêniyê bi navê Şêx Mihemed jî ev tişt anî ziman: “Çete hatin û gule li me reşandin. Ji ber tirsa me ya li ser xwe û zarokan, em  ji gund derketin. Çete sivîl an leşker e nas nakin, tenê mirovan qetil dikin û malan talan dikin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar