Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bêrîtan sembola berxwedan û vîna azad e’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Bêrîtan bi bîr anîn û diyar kirin ku Bêrîtan sembola berxwedanê û vîna azad e û niha hemû jinên cîhanê li ser xeta Bêrîtan têdikoşin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê û Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û hemû şehîdên meha cotmehê bi bîr anîn.

YJA Starê di destpêka daxuyaniya xwe de di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên meha cotmehê bi bîr anîn û sonda hilînîna tola wan da.

Di berdewamê de YJA Starê diyar kir ku ji bo Yekîneyên Jinên Azad ên Starê (YJA Star) her kelî, her saet, her roj, meh a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê watedar û girîng e û wiha domand: “Meha cotmehê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi Şehîdên Cotmehê watedartir dike. Nexasim hebûna bêdawî ya di şexsê hevrêya me Bêrîtan de, ya Azîma, Ronahî Alman, Çîdem Turk, Kurdê, Sarya, Gurbettelî, Medya, Jînda,  Destan û Karlileran, ji Kurdistanê ber bi gerdûnê ve berbelav dibe. Dema ku em ji 25’ê Cotmeha 2019’an li rabirduyê, li beriya niha bi 28 salan, li 25’ê Cotmeha 1992’yan, li nirxên ku di şexsê Rêber Apo de hatine afirandin, li bara paradîgmaya ku afirandî, li dînamîkên modernîteya kapîtalîst û dema ku komploya navnetewî hatî danîn binêrin, em dibînin şahidên guhartiyên cihê û tê xwestin ku were girankirin. Çawa ku li dijî hêzên hevkar ên xwecih, 25’ê Cotmeha 1992’yan hevrêya me Bêrîtan paşverûyên ku berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi paş ve dibin û nokerên netewî li zinarên Kurdistanê parçe kiribe, niha jî gelên welatparêz û berxwedêr ên Rojava, bakur rojhilatê Sûriyeyê, jin, zarok, ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan, bi berxwedana li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkirinê ya ku tê xwestin li ser wan were kirin, ji bo gelên cîhanê dibine hêvî.”

Artêşa me her tim hazir û amade ye

Her wiha YJA Starê destnîşan kir ku berxwedana azadiyê ya ku li bakurê Kurdistanê li dijî mêtingeriyê hatî destpêkirin îro li çar parçeyên Kurdistanê berbelav dibe, kana îlhamê ya xeta Bêrîtan, xeta Zîlan dibe pîvana rêvebera pratik a îdeolojîk û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Artêşa me ya Parastina Azad a Starê her dem û mekanî hazir e ku êrîşên dagirker, mêtinger û qirker bişikîne. Em YJA Star ku şehîdên gelên Rojava, bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera şehîdbûnê ya hevrê Bêrîtan bi bîr tînin, soz didin ku êrîşên bêexlaq û dermirovî ya di salvegera Komploya Navnetewî de ku Rêber Apo hate derxistin, bi hemû hêzên xwe hesab bipirsin. Dirûşmeya, ‘teslîmbûn dibe îxanetê, pasifîzm dibe têkçûnê û berxwedan dibe serfiraziyê’ ji dirûşmbûnê derketiye bi Bêrîtanan re bûye tac.”

Meheke watedar e

Koordînasyona PAJK’ê jî bi heman armancî daxuyaniyek parve kir û Bêrîtan bi bîr anîn.

PAJK’ê diyar kir meha Cotmehê hem ji bo dîroka şoreşa cîhanê û hem ji bo gelê Kurdistanê meheke xwedî wate ye, meha şehîdan e ku her roja wê bi berxwedanan tije ye. PAJK’ê da zanîn ku ev meh tacîdarkirî şehîdbûna Gulnaz Kartaş (Bêrîtan) e ku bi berxwedana destanî ev meh tacîdar kiriye û wiha got: “Di şexsê hevrê Bêrîtan de em hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku xeyalên wê yên Kurdistana azad bi cih bînin.”

Bi artêşbûna jinê gava mezin hatiye avêtin

Di berdewamê de PAJK’ê destnîşan kir ku wateya li berxwedana mezin a Bêrîtan û şehadeta wî hatiye barkirin û gava mezin a ku pê hatiye avêtin, artêşbûna jinê ye û wiha domand: “Xeta Bêrîtan ku berxwedana Tevgera me ya jinê û di rêça têkoşînê de xetek e, bi keda hemû şehîdên me yên berxwedanê zêdetir xurt bûye. Îro ev rêç, bi Arîn, Amara û Barînan ji bo hemû tevgerên azadiyê yên jinan bûye hêvî. Bêrîtan li ser navê azdiyê bûye biryardarî, berxwedan û vîn.”

PAJK’ê anî ziman ku dewleta tirk di 25’ê cotmeha 1992’an de bi hêzên noker dema êrîşên dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê, li eniya Xakurkê bi xeteke mezin a berxwedanê bûye bersiv û wiha pêde çû: “Hevrêya me Gulna Karataş (Bêrîtan) ku sembola vê berxwedanê ye, bi vîna jina kurd a ku teslîm nayê girtin, heta bi guleya dawî şer kiriye, piştî ku çeka xwe dişikîne xwe ji zinaran avêtiye û li dijî teslîmbûnê biryar li ser berxwedanê kiriye. Ev berxwedana destanî mîna xeta  Bêrîtan hatiye binavkirin.”

Îro jin li her deverê têkoşîna azadiyê geş dikin

Di daxuyaniyê de PAJK’ê da zanîn ku piştî vê serdemê jinên Kurdistanê bêhtir hewcedayî pê dîtine ku rêxistineke xeteke nû ya parastinê bikin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê bi artêşbûna jinê avakirina rêxistiniyeke nû destpê kiriye, rêxistiniya îdeolojîk, siyasî û leşkerî pêşengî li geşbûna kûrbûn û berbelavbûna aliyên teorîk, entellekuelî, dîplomatîk ên dema niha kiriye, her ku jinan parastina xwe kirine, bi biryardariyeke bilez û xurt civakîbûna azad, jin bi serhildanên 1992’yan zêdetir tev li eniya tevgera wan bûne. Bi çûyîna jinan a li çiyayên azadiyê re kiriye ku xeta PKK’ê û PAJK’ê bibe civakî û azadî bi rengekî ku careke din ji axê nikaribe were hilqetandin li Kurdistanê şîn bûye. Yek ji mîmara vê ya sereke hevrê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bûye. Xeta Bêrîtan bi PKK û PAJK’ê re bûye xeta îdeolojîk, ji gelên Rojhilata Navîn û jinan re bûye hêvî, Bêrîtan bûye sembol, di meha Cotmehê de bi dehan şehîdên şopdarên Bêrîtan çêbûne. Jinên tirk, çerkez, alman, ereb tev li meşa azadiyê bûne ya ku Rêber Apo dayî destpêkirin. Jinên ku vê meşê bi xeta PKK’ê û PAJK’ê rêxistiniya wê dikin îro ji bo ku jiyana azad ava bikin, li hemû deverên cîhanê têkoşîna azadiyê geş dikin.”

Şehîdên meha cotmehê hatin bibîranîn

Her wiha daxuyaniya PAJK’ê wiha bi dawî bû: “Em hevrêyên xwe (Bêrîtan) Gulnaz Karataş, (Zeynep) Gurbetellî Ersoz, (Sarya) Nursel Înce, (Ekîn) Încî Çelîk, (Meryem) Meryem Hazar Çolak, (Canda) Sanem Sertap, (Helî Çerkez) Nermîn Akkuş, (Ronahî) Andrea Wolf, (Bermal) Guler Ortaç, (Rewşen) Leyla Kaplan, Rojbîn Arap, Selamet Menteş, Aynur Artan, Rûken Bingol, Rojîn Gevda, Arîn Mîrkan, Dîcle Zafer, Medya Mawa careke din bi hurmet bi bîr tînin, em soz didin ku bîranîna wan Kurdistana azad ava bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar