Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Bêrîvan Bahçecî: Jin wê dawî li tifaqa dijminên jinan bînin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP’ê û MHP’ê têkçûnê qebûl nekir, qeyûm tayînî vîna gel kir û wiha got: “Gelê me wê vê carê destûrê nede polîtîkayên qeyûman û şerê taybet. Ji ber vê yekê desthilat dê mezintir têk biçe, jin wê li dijî polîtîkayên qirêj li qadê bihêztir û rêxistinkirî bin û dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”

Dewleta tirk a dagirker piştî ku derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwarin giraniya xwe danîne ser polîtîkayên şerê taybet. Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên weke ferzkirina sîxurtiyê, fihûş û tiryakê jin û ciwan hedef tên girtin. Ji bilî leşker û polîsan komele, “saziyên ramanê”, terîqet û cemaetên alîgir van polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li ser polîtîkayên şerê taybet ên li bakurê Kurdistanê tê meşandin axivî. Bahçecî bi lêv kir ku girseya hedef û rêbazên şerê taybet gelekî berfireh e û diyar kir ku pergal bi van polîtîkayan ewilî jinan hedef digire.

Berdevk Bêrîvan Bahçecî ya xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hate windakirin û hêj aqûbeta wê nehatiye aşkerekirin û Îpek Er a 18 salî ku piştî li navçeya Qûbîn a Êlihê rastî tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan hat û bi întîharê di 18’ê tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr xistin. Bahçecî, anî ziman ku her mînak, mînaka polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan tên meşandine. Bahçecî, da zanîn ku leşker û polîsên dişînin Kurdistanê van polîtîkayan dimeşînin û got: “Em dikarin vê di bûyera tacîza leşker a herî dawî li Şirnexê pêk hatî de bibînin.”

Bêrîvan Bahçecî, bi lêv kir ku şerê taybet tenê bi ser jinan nayê meşandin, weke civakî û aborî li ser hemû civakê tê meşandin û got: “Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jinan bêvîn bihêlin. Dixwazin jinan di civakê de bêbandor bihêlin. Em dixwazin weke bîrdozî civakbûneke ku jin pêşeng e ava bikin. Di encama têkoşîna jinan de jin îro zêdetir bihêz in. Pergal jî bi şerê taybet berovajiyê vê armanc dike. Dixwaze jinê bike mal û bikin koleyên mêran. Dizanin ku pêşenga hêza avakirina civaka birêxistinî jin in. Jina bi hêz xwe dizane li dijî xwe weke gefekê dibînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku qeyûmên li Kurdistanê tayînî şaredariyan tên kirin nikare bi polîtîkayên şerê taybet serbixwe bên destgirtin û got: “Esas hedefa ewil a feraseta ku qeyûm tayînî vîna gelê kurd dike xebatên civakî û aborî yên ji bo jin, zarok û ciwanan e. Di şaredariyên gel de saziyên jinan hene. Li wir jinan xwe baştir û rehettir hîs dikirin. Mekanîzmayeke xizmetê ku dema hevjînê wê, kekê wê bavê wê tundî lê dikir bikare biçê, hebû. Lê ji sala 2016’an ve vîna gel tê xespkirin. Feraseta faşîst ji vê cesarete digire û her cure şerê psîkolojîk û tundiyê li ser jinan û ciwanan dimeşîne.”

Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku gelê kurd di hilbijartinên dawî de ji van polîtîkayan re gotin “bes e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê tifaqa faşîst a AKP’ê û MHP’ê ya têkçûn qebûl nekir, qeyûm tayînî vîna gel kir. Lê gelê me dê vê carê destûrê nede polîtîkayên qeyûman û şerê taybet. Ji ber vê yekê desthilat dê mezintir têk biçe, jin dê li dijî polîtîkayên qirêj li qadê bihêztir û rêxistinkir dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar