Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin

Rojnameger Bêrîvan Şaxo bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya plana Şark Islahatê ye."

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê 2 sal zêdetirin didomin. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrîşê herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êrîş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kirin. Êrîş bi hevkariya PDK’ê pêk tên. Tirkiye ya ku heta niha nêzî 40 kîlometre  deverên Herêma Kurdistanê dagir kiriye, li gelek cihan baregehên xwe ava kirine û noqteyên xwe yên lêgerînê danîne. Di encama van êrîşan de heta niha gelek gund jî hatin valakirin. Li aliyekî êrîş dewam dikin li aliyê din jî hat zanîn ku Tirkiye bi pişaftina li ser ziman û çandê, Plana Islahatê ya Şarkê xistiye dewrê.

Rojnamevan Bêrîvan Şaxo têkildarî geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê diqewimin axivî.

Bêrîvan Şaxo diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê nûkirina sînoran dest pê kiriye û da zanîn ku ev şer hêrî zêde jî li Kurdistanê rû dide û wiha axivî: “Aloziyên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin roj bi roj berfirehtir dibin û aloztir dibin. Ev alozî kûr dibin. Ev rewş niha gihiştiye qonaxeke cuda. Ev aloziya ku niha li Rojhilata Navîn diqewime jî di çarçoveya plana nûkirina sînorên Rojhilata Navîn de diqewime. Ji ber wê jî dewleta tirk jî niha êrîş û dagirkeriya xwe li ser Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Erdogan ew sînorên ku ji destê wan hatine derxistin dubare wan sînoran dagir dike û dixwaze têxe nav erdnigariya Tirkiyeyê. Em dibinin ku dewleta tirk di salên demdirêj de êrîşên xwe berfirehtir kiriye û van êrîşên xwe jî nade sekinandin. Ji meha hezîrana ve heta niha êrîşên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine. Ev êrîş teşekirina serweriya herêmên Kurdistanê ye. Heta niha desthilatdarên li herêmê yên weke PDK’ê û YNK’ê li dijî van êrîşan helwesteke xurt nîşan nedane. Yên ku alikariya dagirkeriya dewleta tirk dike jî PDK ye. Salên dirêj in ku desthilatdariya PDK’ê li dijî deskeftiyên gelê kurd tevdigere. Her tim xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên takesesî bikar aniye. Ev xaka ku bi xwîna ciwanên kurd hatiye şûştin dixwaze ku gav bi gav bifiroşe. PDK li dijî deskeftiyên Kurdistanê ye û dixwaze ku van deskeftiyan tune bike. Bi aşkere alikariyê dide dewleta tirk da ku bikaribe başûrê Kurdistanê dagir bike.”

‘Xiyaneta PDK’ê xwe dubare dike’

Şaxo bi lêv kir ku PDK çawa ku Şengal radestî DAIŞ’ê kir û reviya çû dixwaze ku gelê başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta tirk bike û wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nêzî 60 hezar peşmerge lê hene û nekarî li hemberî dewleta tirk bisekine. PDK xiyaneta xwe dubare dike. Çawa ku di sala 2014’an Şengal tenê hişt niha jî bi heman şêwazê li başûrê Kurdistanê vê yekê dike. Şengal radestî DAIŞ’ê kir û niha jî Başûr teslîmî dewleta tirk dike. Ev êrîşên ku niha li ser seranserî başûrê Kurdistanê tên kirin êrîşên gelek metirsîdar in. Pêvçûn bi taybetî jî li qadên Parastina Medyayê diqewimin. Niha di aliyê aborî de jî dewleta tirk dixwaze ku berhemên herêmê hemû yên çavkaniya aboriyê tune bike. Bi çekên kîmyewî erîşê xaka başûrê Kurdistanê dike. Ev jî dibe sedem ku hem xaka vê derê jehrî bikin û hem jî şêniyên ku li wan deveran dimînin ji xaka xwe koçber bibin. Armanc jî valakirina hêrêmê ye. Heta niha bi dehan gund di encama bombebaranan de hatine valakirin. Ev metirsî ne tenê li ser deverên Behdînan û Metîna û Bamernê ye, ev li ser tevahiya herêmê ye. Ev bêdengiya ku niha heke ku wiha bidome dê ev dagirkerî bigihîje bajaran jî.”

Şaxo bal kişand ser bêdengiya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Bêdengiya heyî dibe sedem ku qadên dagirkeriyê berfirehtir bibin. Ev bêdengî dibe sedema berdewamiya van êrîşan. Ev lihevhatina di navbera Iraq, PDK û Tirkiyeyê ji herêmê re aramî nehişt. Asayîşa herêmê û ya Iraqê dikarin ku doz li vê dagirkeriya dewleta tirk vekin. Ji ber ku serweriya Iraq û statûya Kurdistanê di xeterê de ye. Ev bêdengiya di nava hêzên Kurdistanê de jî dibe sedema dagirkeriyê. Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya Plana Islahatê ya Şarkê ye. Gelê herêmê ku dixwaze li dijî vê deng derbixîne jî ji aliyê PDK’ê ve tên astengkirin. Ji ber wê jî pêşî li vê dagirkeriyê nayê girtin.”

Têkoşîna hevgirtî

Şaxo da zanîn ku tişta ku niha ji gelê herêmê re pêwîst e têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye û got: “Îro hêzek ku dikare başûrê Kurdistanê biparêze ew jî hêza gerîla ye. Bi çekên giran jî nikarin gerîlayan têk bibin. Ên ku li hemberî hêzên gerîla têk diçin PDK û Tirkiye ye. Divê ku gel mil bide milê hêzên xwe yên parastinê û têkoşîna xwe bike yek. Da ku dawî li vê dagirkeriyê bîne. Heke ku wiha bidome dê dewleta tirk li herêmê her plan û armancên xwe yek bi yek pêk bîne. Ji ber wê tişta ku vê dagirkeriyê bide sekinandin têkoşîna hevgirtî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar