Bi sernavê “Di 100 saliya xwe de Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd panelekê li dar dikeve.
Di panelê de ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Avesta û Zanîngeha Bîlgî ve tê organîzekirin, li ser rewşa jinên kurd a beriya bi 100 salan wê gotar bên pêşkêşkirin û guftûgo bê kirin. Lêkoler Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent Bîlmez wekî qiseker beşdarî panelê dibin.
Panel 15’ê adarê saet 17:00’an li Kamsupa Santralistanbul E1-301 a Zanîngeha Bîlgî li dar dikeve. STENBOL