Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dê têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê saet di 13.00’an de daxuyaniyê bide, berê wê avahiya navçeyê û Meydana Dortyolê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Rêvebirên HDP’ê û welatiyên ku tên navçeyê ji aliyê polîsan ve ji GBT’ê tên derbaskirin. Her wiha dorpêça li derdora avahiya navçeyê hîn didome. ŞIRNEX