Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Beriya her tiştî divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji bo hevdîtinê Rêber Apo re bike serî li wezaretê da û got: "Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê girtin. Rêber Apo di sala 2019’an de 5 caran karibû hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Piştî vê destûr nehat dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê. Rêber Apo herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî û telefon di nêvî de qut kirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ozturk Turkdogan û Sevda Çelîk Ozbîngol ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, di 30’yê gulanê de serî li Wezareta Dadê dan. Ji bo serlêdanê hê jî tu bersiv nehatiye dayîn. Ozturk Turkdogan serlêdana ku kirine û tecrîda li ser Rêber Apo nirxand.

Turkdogan anî ziman ku kurd Abdullah Ocalan wekî “rêber” dibînin û wiha got: “Ew ji bo kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û kurdên li dîasporayê rêber e. Kesekî ku ji aliyê dîrokî ve xwedî cihekî wisa girîng e. Lewma ev pirsgirêka dîrokî (pirsgirêka kurd) divê pêşî bi wî re bê çareserkirin.

Turkdogan hevdîtinên berê yên di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de bi bîr xistin û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e. Turkdogan got: “Pêwîst e mirov vê yekê bi bîra rayedarên dewletê bixe; binêrin, li cîhanê jî pirsgirêkên bi vî rengî hebûn. Ev pirsgirêk bi pêşengên bi biryar û bi hêz hatin çareserkirin. Mêze bikin hem kurd hem jî derdorên din gelek caran diyar kirin ku ew vîna Ocalan a di warê çareseriyê de esas digirin. Li Tirkiyeyê modeleke serokatiyê ya li ser esasê yekkesî heye û birêz Erdogan pêşengekî siyasî yê bihêz e ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Divê ev firsend ji dest neçe. Ez vê tişta ku li birêz Ocalan tê kirin wekî neheqiyeke pir mezin dinirxînim.”

Turkdogan diyar kir ku divê hikûmet der barê tecrîda li Îmraliyê de daxuyaniyekê bide û wiha domand: “Pêdivî bi lîstikên bi vî rengî yên hiqûqî nîne. Divê Wezîrê Dadê derkeve û daxuyaniyê bide û bêje ‘Em wekî hikûmet encamên siyasî hildigirin. Me biryareke siyasî girtiye û em hevdîtinê nakin.’ Vê jî nabêjin. Ji lew re wê encamên wê yên siyasî çêbibin.”

Turkdogan bal kişand ser serlêdana wan a ji bo biçin Îmraliyê û got: “Hevalên me yên parlamenter serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. ÎHÎK’ê ev serlêdan ji Wezareta Dadê re şand. Wezaretê cara ewil bersiva komîsyonê da. Ew bersiv, bersiveke ji bo manîpulasyonê vekirî bû. Dibêje ku birêz Ocalan û hevalên wî bi hev re hevdîtinê dikin. Paşê dibêje ku ‘Tu pirgsirêkek li be rhevdîtina bi parêzeran re tune ye.’ Lê rastî i meclisê re nayê gotin.”

Turkdogan bibîr xist ku Abdullah Ocalan bûye 75 salî û got: “Hem kurd hem jî hemû derdorên aştîxwaz û demokrasîxwaz demildest divê ji bo avakirina pêvajoyeke aştiyê ya nû berpirsiyariyê hilgirin.”

Turkdogan bilêv kir ku ew ji bo çareseriyê tim amade ne û got ku ger AKP jî bersiveke erênî bide ew ji bo rol û pêvajoyeke nû amade ne.

Turkdogan daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Erdogan ku bal kişandibû ser “asayîbûnê” bibîr xist û got: “Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar