Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Beriya her tiştî divê kurdî bibe zimanê fermî’

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû diyar kir ku divê zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û wiha got: “Heke em qala yekitî û wekheviyê bikin, beriya her tiştî divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.”

Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir. Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Li gorî “Nexşeya zimanên di xetereyê de ne” ya di adara 2013’yan de ji aliyê UNESCO’yê ku sala 2008’an weke “Sala Zimanan a Navneteweyî” îlan kir ve hat weşandin, li cîhanê ji sedî 40, 7 hezar zimanan, yanî 2 hezar 500 ziman di bin gefa windabûnê de ne. Li cîhanê ji sala 1950’yan ve hejmara zimanên windabûne 230 e. Heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn, zaravayê kurdî yê kirmanckî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.

Gelê kurd tevî zext û zorên bi salan e jî dest ji têkoşîna jiyandina zimanê xwe bernadin. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo pêşvebirina kurdî her sal bi sedan kursiyerên xwe perwerde dike. Hevserokê MED-DER’ê  Remzî Azîzoglû bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nirxandin kirin.

Azîzoglû bal kişand ser têkiliya di navbera zimanê dayikê û pêşketina zarokan û wiha got: “Hestên hînbûna zimanê dayikê ya ji bo zarokekî ligel ketina zikê dayikê dest pê dikin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelek girîng e. Ziman paralelî pêşketina ramanê ye. Zimanê dayikê çiqas bihêz be, bingeha wî jî ewqas bihêz dibe. Ziman di heman demê de bingeha wêje û helbestê ava dike. Ziman civakîbûne.”

‘Em perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin’

Azîzoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 25 milyon kurd dijîn, lê zimanê wan ê dayikê ne zimanê fermî ye, ne jî zimanê perwerdeyê ye û wiha berdewam kir: “Kurd hêj jî bidest in. Bêguman divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û her wiha bibe zimanê fermî. Heke em qala yekitî û wekheviyê bikin, beriya her tiştî divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Azîzoglû, anî ziman ku bingeha neteweyekî ziman ava dike û wiha lê zêde kir: “Yekane tişta ku civakê ji hev cuda dike ziman e. Ev yek nîşanî me dide ku ziman çiqasî girîng e. Li dijî tevlikirina kurdî ya ji aliyê bi milyonan ve tê bilêvkirin, weke dersa bijarte ya çend saetan di mufredatê de, em perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Hewl tê dayîn ku ji temenê biçûk zarokên kurd hînî tirkî bikin. Ev jî wan ji zimanê wan ê dayikê dûr dixîne û pirsgirêka esas jî ji vir dest pê dike.”

Azîzoglû, diyar kir ku daxwazên xwe yên zimanê dayikê bi salane bi awayekî zelal û vekirî tînin ziman û destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicihkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Azîzoglû, diyar kir ku divê zimanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dayik û bav li malê li kolanê bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin. Divê feraseta ‘Ji bo ku zarokên me tirkî nizanin bi paş ve dimînin’ terk bikin. Ji xwe zarokên me bi demê re dê hînî tirkî bibin, ya girîng ew e ku zimanê xwe yê dayikê bizanin. Divê bi hînbûna zimanê dayikê hişmendiya kurdî bê telqînkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar