Polîsên ku hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk binçav kirin, alek mezin a tirk bi avahiya şaredariyê ve daliqandin
HDP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji sedî 59,36 deng wergirtin û şaredariyê ji destê qeyûm derxist. Hatîce Çevîk bû hevşaredara Pirsûsê. Lê polîsan vê sibehê bi ser mala Çevîk de girt û binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Piştî binçavkirina Çevîk polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kir û alek mezin a tirk bi avahiyê ve daliqandin. Polîsan ketin û derketina avahiyê girt û li hundir lêgerîn pêk anîn.
DAIŞ’ê keça wê qetil kiribû
Keça hevşaredar Hatîce Çevîk, Başak Sîdar Çevîk li qetlîama Gara Enqereyê ku çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an pêk anîbûn de jiyana xwe ji dest dabû. RIHA