Li başûrê Kurdistanê di navbera rêxistinên îstîxbaratên YNK û PDK’ê aloziyek veşartî didome. Piştî şehîdkirina Nagîhan Akarsel, yek ji berpirsên kevin ê rêxistina îstixbarata YNK’ê Hokar Abdullah (Caf) jî li Hewlêrê hat kûştin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, di der heqê kûştina Hokar Abdullah de beyanek weşand. Di beyana xwe de hin endamên rêxistina îstixbaratê ya YNK’ê, ango Zanyarî tawanbar kir. Her wiha berpirsê Zanyarî yê Hewlêrê binçav kir. Niha hin endamên Zanyarî jî ji Asayîşa Silêmanî daxwaz dikin da ku wan teslîmî asayîşa Hewlêrê bikin.
Zanyarî vê îdiayê bi beyanek nivîskî red kir. Di beyana xwe de got, “Dezgeha Dijî Terorê (Zanyarî) bi tundî ew îdiayên ku dezgeha Parastinê ya PDK’ê derbarê kuştina eqîd Hawkar Caf de efserên dezgehê tawanbar dike, red dike.”
Di vê navberê de hin dest xwestin şehîdkirina Nagîhan Akaraselê jî di van aloziya navxweyî de ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Hewldanên bi vî rengî jî hat dîtin. Diyar e, yên ji vê hewldanê xweşhal dibe ya herî zêde MÎT’a Tirkiyê ye. Desthilatdarên dewleta tirk niha bi kêfxweşî vê aloziya îstîxbarî ya navbera Zanyarî û Parastinê temaşe dikin.
Ew aloziya veşartî ku me di serî de behs kir, bi rêya rêxistinên îstîxbaratan didomin. Rastî çî ye, kî li hember kîjan kes an jî kîjan alî çi lîstikan dikin, em nizanin. Lê em dizanin, li başûrê Kurdistanê berjewendiyên takekesî û malbatî ketiye ber her tiştî û hin berpirsên başûrê Kurdistanê pêşeroja gelên herêmê dikin qûrbaniya berjewendiyên xwe.
Ev li alîkî. Ji bilî vê, aloziyek siyasî jî di navbera hêzên başûrê kurdistanê de didome. Ev nêzî 13 meh in li Iraqê hilbijartina giştî hatiye çêkirin. Piştî hilbijartinê tenê serokê parlamentoya Iraqê hate hilbijartin. Bi gorî li hevkirinê diviya bû sunniyek bibe serokê parlamentoyê û ev yek pêk hat. Sunnî bi hev kirin û namzetê xwe yê hevbeş kirin serokê parlamentoyê. Lê serokkomar nehat hilbijartin. Diviya bû kurdek bibe serokkomar û ji bo vê yekê jî hemû hêz li bendê bûn ku PDK û YNK’ê bi hev bikin. Ev çênebû. PDK, li derveyî rêbazê tevgeriya û Rêbwar Kerîmê wezîrê navxweyî û berpirsê kevin a Parastinê wekî namzetê serokkomariyê nîşan da. YNK’ê jî Berhem Salîhê ku hê jî serokkomarê Iraqê ye, wekî namzet diyar kir. Ev krîza siyasî bû sedem ku serokkomarek nehat hilbijartin. Ji ber ku serokkomar naye hilbijartin, hukumetek jî çênabe. Ango Irak 13 meh e bi hukumetek mueqqetî tê birêvebirin û her weha di nav aloziyek mezin a siyasî de ye.
Piştî vê aloziyê ev çend roj in beyanên ji hev cûda derdikevin. Fuad Huseyînê serkirdeyek pêşketî ya PDK’ê di beyanek de aşkere kir ku ew ê piştgiriya Latîf Reşîdê namzetê YNK’yê bikin. Lê ya ecêb, beyana berdevkê YNK’ê bû. Soran Cemal Tahirê berdevkê YNK’ê piştî daxwiyaniya Fuad Huseyîn daxwiyaniyek ji raya giştî re belav kir û got, ” Ji bo hemû aliyan em zelal dikin ku namzetê fermî yê YNK’ê ji bo posta serokkomariyê rêzdar Berhem Salih e.” Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî di beyanekê xwe de nav neda, lê ew jî Berhem Salih îşaret kir. Ji hevkarên xwe re got, “Birayên hêja yên di çarçoveya hemahengiyê de û hevalbendên me yên din, em li ser navê birayên we yên YNK’ê ku her tim di rojên herî dijwar û herî tarî de li gel we rawestiyane, daxwazê ji we dikin ku hûn wek ku me soz dabû we bin.” Piştî van beyanan roja hilbijartina serokkomariyê ya di parlamentoyê de, ango 13’ê cotmehê de nûnera YNK’ê ya li Civata Nûneran Sûzan Mensûr ragihand û got ku “Em ber bi lidarxistina civîna parlamentoyê ve diçin ji bo hilbijartina serokkomarê. Her weha ji bo vê postê namzetê me tenê Berhem Salih e.”
Dema li ser nivîsê bûm, hê civîna Parlamentoya Iraqê destpênekiribû û alozî nehatibû çareserkirin. Lê diyar e, ew ê alozî jî çareser nebe. Heke serokkomarek were hilbijartin jî alozî çareser nabe. Çimkî ew xesleta çareseriyê, mixabin di nav siyasetmedarên başûrê Kurdistanê de, nema ye. Di siyasetmedar û rayedarên başûrê Kurdistanê de yê derketiye pêş berjewendiya takekesî û malbatî ye û ev xerabî, pêşî li hemû başiyan digre.
Tiştê tê dîtin ev in. Lê li hember van qirêjiyên berjewendîparêz de gel jî bi hêrs in. Ango gel hem li başûrê Kurdistanê û hem jî Iraqê tijî ne. Heke bipeqin, êdî tu kesek nikare pêşî li wan bigre. Xeterek jî ev e ku ev yek heke pêşengên xwe nebîne ew ê alozî mezintir bibe. Ya herî xerab jî ew ê derfetek mezin bikeve destên Îran û Tirkiyeyê. Em dizanin ku her du dewletên neyarên kurda di nav aloziyên mezin de ne û li bendê ne ku aloziya Iraq û başûrê Kurdistanê mezin bibe û bi rêya vê aloziyê ew jî xwe ji cendereya raperîn û berxwedanan xelas bikin.
Divê ne neyarê kurdan û ne jî kurdên berjewendîparêz êdî tu derfetan nebînin. Mesela hebûn û tûnebûnê ev e. Kurd hene. Lê tenê kurd dikarin ji ber çewtiyên xwe, tune bin. Ev xeter heye. Divê kurdê azadîxwaz û welatparêz, pêşî li vê xetera mezin bigrin.