Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû

Bernameya Meclisa Jinan a HDP'ê ya 25'ê Mijdarê diyar bû. Dê meclis li hemû bajaran meş li dar bixe

Bernameya çalakî û şahiyên ku Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan de li dar bixe diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de dê li Îzmîrê Denîz Poyraz ku hatibû kuştin bê bernameyeke girseyî bê bibîranîn. Li bajarên herêmê jî wê jinan di çalakiyan de bal bikişînin ser destdirêjiya li jin û zarokan û polîtîkayên şer ên tên meşandin. Di 25’ê Mijdarê de dê li hemû bajaran meşên hevpar bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. Dê şîara 25’ê Mijdarê jî di rojên pêş de diyar bibe.

Wê li hemû bajaran ji bo girtiyên jin qert bên şandin û bi malbatên ku xizmên wan hatine kuştin re jî hevdîtin bên kirin. Di vê çarçoveyê de wê bi malbata Denîz Poyraz, Îpek Er, Dîlek Dogan, Gulistan Dokû ya hatiye windakirin û Emîne Şenyaşar ku ferdên malbata wê bi komkujiyekê hatine kuştin re hevdîtin bên kirin.

Her wiha dê meclis serdana gora dayika siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk ku di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû jî bike.

Plansaziya bernameya Meclisa Jinan a HDP’ê ya 25’ê Mijdarê wiha ye:

Amed

  • 17’ê Mijdarê: Dê ji girtiyên jin re qert bên şandin û piştre bi daxuyaniyekê start bê dayîn.
  • 21’ê Mijdarê: Dê bi malbatên girtiyan re der barê tecrîd, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, êrîşa zayendî ya li dijî girtî Garîbe Gezer de daxuyanî bê dayîn.
  • 24’ê Mijdarê: Bi pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) panelek bê sazkirin. Di heman rojê de wê Meclisa Jinan a HDP’ê, li ber Edliyeya Amedê cezayê ku li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn bi daxuyaniyekê şermezar bike.
  • 25’ê Mijdarê: Wê meşeke meşaleyî bê lidarxistin.

Semsûr

  • 15’ê Mijdarê: Li navçeya Sergolan serdana esnafan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin. Li navçeya Bêhiştî serdana esnafan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin, wê jinên karkerên çandiniyê ku di sala 2013’an de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dabûn bên bibîranîn û starta 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê bê dayîn.
  • 17 -19’ê Mijdarê: Li navçeyên Kolik û Şemîzînanê serdana malbatan bê kirin, belavkirina qurnefîl û belavokan bê kirin. Ziyareta jinên kedkarên tekstîlê bê kirin. Serdana esnafên jin bê kirin û ji girtîgehan re qert bên şandin.
  • 20’ê Mijdarê: Wê fîlmê ku diyariyê Gulistan Dokû û Denîz Poyraz bê kirin bê nîşandan.
  • 21’ê Mijdarê: Bi mijara ‘Jin û Tundî’ panel bê lidarxistin.

Şirnex

  • 13’ê Mijdarê: Li navenda Şirnexê dê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê bikin.
  • 15’ê Mijdarê: Li navçeya Qilebanê dê panela li ser jin û tundiyê bê lidarxistin.
  • 17’ê Mijdarê: Li Elkê dê çalakiya firandina balonan li dar bikeve
  • 20-23’yê Mijdarê: Dê çalakiya pêlavan çêbe û navnîşanên jinên hatine qetilkirin, bên xwendin. Li Hezexê dê çalakiya ‘Zincîra Mor’ bê lidarxistin.

Riha

  • 15’ê Mijdarê: Balonên mor ên bi navên jinên qetilkirî li ser in dê bên firandin û ji çalakiyên 25’ê Mijdarê bidin destpêkirin.
  • 24-25’ê Mijdarê: Tevî Platforma Jinan a Rihayê dê Emîne Şenyaşar bê ziyaretkirin. Li gel Platforma Jinan a Rihayê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Dêrsim-Mêrdîn-Colemêrg

  • 19-20-21’ê Mijdarê: Pêşangeha vekirî ya wêne û çîrokên jinên li Dêrsimê hatine qetilkirin, dê çêbe.
  • 15’ê Mijdarê: Bi daxuyaniya çapemeniyê dê çalakiyên 25’ê Mijdarê li Mêrdînê dest pê bikin.
  • 17’ê Mijdarê: Ji bo jinên êzidî yên hatine qetilkirin, dê li gundê êzidiyan Bacinê yê navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin.
  • 18’ê Mijdarê: Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê li taxa Gundikê Bermanê bi tevlêbûna dengbêjên jin dê civîna jinan bê lidarxistin.
  • 19-20-22-23-24’ê Mijdarê: Li navçeya Şemrex a Mêrdînê civîna jinan dê bê lidarxistin. Li taxa Curnîk a navçeya Artûklû dê civîna jinan bê lidarxistin. Jinên li TOKÎ’yê dijîn dê li navçeya Nisêbînê bên cem hev. Dê civîn li taxên gundewarên navçeya Dêrikê werin lidarxistin. Dê li Taxa Zeytûna civîna jinan bê lidarxistin.
  • 25’ê Mijdarê: Li navçeya Omerlî ya Mêrdînê dê li Taxa Denîz Poyraz (Tavuklu) meşa fînalê bê lidarxistin.
  • 20’ê Mijdarê: Li Colemêrgê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet, bi taybet polîtîkayên îstîsmara zayendî ya li hember zarokan û tecawiza li hember jinan a li bajarên herêmê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Edene-Mêrsîn-Hatay

  • 15’ê Mijdarê: Bi daxuyaniyeke çapemeniyê dê çalakiyên li Edene û Mêrsînê dest pê bikin.
  • 19’ê Mijdarê: Li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsûsê dê li qada vekirî civîna jinan bê lidarxistin.
  • 20’ê Mijdarê: Têkildarî 25’ê Mijdarê dê li Hatayê panelek bê lidarxistin.
  • 21’ê Mijdarê: Wek Meclisa Jinan a Hatayê, dê li taxa Dortyolê bi beşdariya ji hemû navçeyan civîna jinan bê lidarxistin.

Îzmîr-Denîzlî-Mugla

  • 18’ê Mijdarê: Ji bo bîranîna Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bi beşdariya ji navçeyên derdorê civîneke çapemeniyê ya girseyî bê lidarxistin.
  • 21’ê Mijdarê: Li Denîzliyê bi rojeva zêdebûna tundiya li ser jinan û çareseriyan, dê jin werin cem hev û piştre jî sînevîzyon bê nîşandan.
  • 22’yê Mijdarê: Li navçeya Bodrûmê dê komxebateke bi navê ‘Cureyên tundiyê û rêbazên çareseriyê’ bê lidarxistin.
  • 25’ê Mijdarê: Dê forûma ‘tundiya psîkolojîk, aborî, zayendî û dewletê û rêbazên çareseriyê’ bê lidarxistin.

Enqere-Konya

  • 23’yê Mijdarê: Li meclisê dê civîna Koma Jinan bê lidarxistin û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan lê biaxive.
  • 23’yê Mijdarê: Li Konyayê civîna komê ya Meclisa Jinan a Bajêr dê pêk were.

Stenbol-Kocaelî-Bursa

  • 14’ê Mijdarê: Têkildarî 25’ê Mijdarê dê li 3 herêman panel bên lidarxistin.
  • 24’ê Mijdarê: Li Kocaeliyê dê panelek têkildarî tundiya li ser jinan bê lidarxistin.
  • 21’ê Mijdarê: Li navçeya Yildirimlarê ya Bursayê dê panelek tundiya li ser jinan bê lidarxistin.

ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar