Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bernameya 8’ê Adarê ya Rojava hat ragihandin

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê ragihand

Platforma çalakiyên hevpar a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 2 daxuyaniyan bernameya xwe ya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Daxuyanî li Reqa û Qamişloyê hatin dayîn. Li Qamişloyê li Navenda Mihemed Şêxo daxuyanî bi sê zimanan kurdî ji aliyê Rîhan Loqo, erebî ji aliyê Taz Başa û suryanî ji aliyê Ornîna Yusif ve li Reqayê jî li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef ji aliyê Xûd El-El-Îsa ve hatin xwendin.

Di daxuyaniya platformê de hat diyarkirin ku ew bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” 8`ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên cîhanê, dîlgirtiyên di zindana de û li dayikên şehîdan pîroz dikin û şehîdên ji bo azadiya jinan canê xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemû cîhan her sal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di tekoşîna jinan de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa tekezî dike û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakê li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze. Tevî têkoşîna bi dehan salan jin ji aliyê zîhniyeta baviksalarî û desthilatdar ve rastî her cure tundî, zordarî û koletiyê hatin, ji bo şikandina vîna jinan li hemû cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn, bi destê rejîmên otorîter, dewleta tirk a dagirker û rêxistinên tundraw jin li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rastî îşkenceyê tên.

Lê agirê têkoşînê tu carî venemirî û îsbata wê ya herî mezin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ya ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin û bi kerakterên xwe yên taybet tên naskirin. Di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwedî rolek pêșeng bû. Di tekoșîna xwe de bû mînak û çavkaniya afrîneriyê û heta niha jî jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi destxistin tekoșîna xwe bê westan didomîne.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û wiha hat gotin: “Jin têkoşîna xwe bêwestan didomînin; ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna YPJ`ê û şehîdên azadiyê mîna Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjiyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hoffman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seîda, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan pêk hat.”

Her wiha banga beşdariyê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin, her wiha bang li rêxistin û tevgerên jinan ên cîhanê û Sûriyê kirin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek.

Bernameya 8’ê Adarê

Di dawiya daxuyaniyê têkildarî bernameya 8’ê Adarê wiha hate gotin: “Çalakiyên me ji 23`yê Sibatê heta 10’ê Adarê ne û wiha ne:

1- Dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8`ê Adarê li dar bikevin

2- Di 1’ê Adarê de serdana goristanên şehîdan û pêxistina mûman li ser gorên şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.

3- Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî semînerên taybet dê bên dayîn.

4- Dê bi rêya torên civakî panelên li ser asta herêmê û Rojhilata Navîn bên lidarxistin.

5- Di 10’ê Adarê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek dê bê lidarxistin.

6- Tevger û rêxistinên jinan dê li gorî bernameya xwe çalakiyên cuda li dar bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar