Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bernameya 8’ê Adarê ya Wanê aşkera bû

Tevgera Jinên Azad (TJA) a Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê plansaziya xwe ya çalakiyan bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî ji aliyê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hatîce Kiye ve hat xwendin.

Kiye di daxuyaniyê de qala dîroka 8’ê Adarê kir û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê ji bo sembola têkoşîna rizgariya jinan e. Jin bi 8’ê Adarê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, bi rêxistinbûna xwe li ber xwe didin. Li ser vê esasî bi hêza xwe ya rêxistinbûnê em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”

Kiye di axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro bêtir hewcedariya me bi têkoşînê heye. Tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê li hemû qadên jiyanê pêk tê. Ji bo şikandina tecrîdê divê em bi biryar bin.”

 ‘Taciz, tecawiz û kuştinên jinan zêde dibin’

Di berdewamê de Kiye dest nîşan kir ku şer, şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinê her ku diçe zêdetir dibe û wiha domand: “Li cihê ku kuştina jinê zêde be li vir qada em bijîn namîne. Em ê li qadan bibin dengê Gulistan, Emîne û Berfînê. Em bang li jinan dikin ku tev li çalakiyên 8’ê Adarê bibin. Em ê îsal bi dirûşma ‘Jin berxwedanê mezin dikin, bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve diçin’ dakevin qadan.”

Her wiha Kiye da zanîn ku ew ê îsal bi dirûşma ‘Jin berxwedanê rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ dê heya 15 rojan çalakiyên xwe dewam bikin û hemû jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê.

Bernameya 8’ê Adarê ya li bajêr bê lidarxistin wiha ye;

  • 19’ê Sibatê: Tevlibûna bernameya îmzeyê
  • 20’ê Sibatê: Li navçeya Seravê dê jin bên gel hev
  • 20’ê Sibatê: Li navçeya Qelqeliyê dê jin bên gel hev
  • 21’ê Sibatê: DÎSA-DER wê tev li bernameya ziman bibe
  • 25’ê Sibatê: Wê civîna Koordînasyona 8’ê Adarê bê lidarxistin
  • 26’ê Sibatê: Wê li navçeya Westanê belavok bên belav kirin
  • 26’ê Sibatê: Wê li navçeya Peyîzava belavokên 8’ê Adarê bê belavkirin
  • 27’ê Sibatê: Wê li navçeya Bêgirî sînevîzyon bê pêşandan.
  • 29’ê Sibatê: Wê li navçeya Şaxê belavok bên belavkirin
  • 1’ê Adarê: Li navçeyên Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtê wê bernameya şaştê bê lidarxistin.
  • 2’yê Adarê: Wê şano bê pêşandan.
  • 2’yê Adarê: Wê li navçeya Elbatkê belavok bên belavkirin.
  • 3’yê Adarê: Wê li navçeya Erdîşê şahiya 8’ê Adarê bê li darxistin.
  • 4’ê Adarê: Wê kart ji bo girtiyên jin bên şandin.
  • 5’ê Adarê: Wê li Kolan Hunerê ya Wanê çalakiya ‘têkoşîna li dijî tundiya jinê’ bê lidarxistin.
  • 6’ê Adarê: Wê li navçeyên navendî belavok bên belavkirin.
  • 7’ê Adarê: Wê li navenda Wanê, belavok bên belavkirin.
  • 8’ê Adarê: Wê li navenda Wanê mîtînga mezin a 8’ê Adarê bê lidarxistin. WAN
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar