PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bernameya çalakiyên jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê diyar bû

Endamên saziyên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kir. Jinan diyar kirin ku têkoşîna wan parçeyek ji têkoşîna jinan hemû jinên cîhanê ye û li dijî dîktatorî û faşîzmê ye

Endamên sazî û rêxistinên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn û bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dirûşmeya ‘Na ji tundiyê re, bi berxedana Hevrîn em ê dagirkeriyê û faşîzmê hilweşînin’ diyar kir.

Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek jî da çapemeniyê. Endamên Kongreya Star, Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Tevgera Jinên Ciwan, Koordînasyona Jinên Xweseriya Demokratîk û Jinên Komunîst ên Şoreşger tev li daxuyaniyê bûn. Jinan çalakiyên xwe diyarî Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna wan parçeyek ji têkoşîna jinan a hemû cîhanê ye û li dijî faşîzmê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hat kirin ku dengê xwe bilind bikin da ku Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin.

Daxuyaniya saziyên jinan a têkildarî 25’ê Mijdarê wiha ye:

“Xwişkên Mîrabal, 59 sal berê li Komara Domînîkê ji têkoşîna bêhempa ya ku li hemberî dîktatoriya Trujillo dihate meşandin re pêşengtî kirin. Nehiştin ku ev dîktatorî jiyana wan û rêgezên wan teslîm bigire. Ji gelên xwe re hîn kirin ku di oxira demokrasî û azadiyê de têkoşîna siyasî û rêxistinî bidin meşandin û dan naskirin ku divê tu carî bes nekin. Piştî mirina wan 6 heyv şûnde, gelên Domînîkê dawî li dîktatoriyê anî. Xwişkên Mîrabal, mirina xwe dan ber çavan û ev têkoşîna ku dane meşandin, gihandin armancê. Îro jî ew li hemû dinyayê bûn ‘perperikên’ hêvî û baweriya ew jinên ku li hemberî dîktatoriyên faşîst şer dikin. Li hemberî bîranîna Xwişkên Mîrabal ên ku 25’ê Mijdara sala 1960’an bi komployekê hatin qetilkirin û hemû jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşîn û azadiyê dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Sara, Sêvê û Hevrînên ku di rêya asaleta Xwişkên Mîrabal de meşiyane, bi minet silav dikin.

Em wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hemû çalakiyên 25’ê Mijdarê yên îsal diyarî hevala xwe ya ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hate qetilkirin Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, hevala xwe ya li hemberî tarîtiya faşîzma dewleta tirk şer kiriye şervana YPJ’ê Amara Rênas û endama Meclisa Edaletê ya Jinan Dayê Aqîde dikin. Van hevalan ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê aştiyeke birûmet, yekitiya demokratîk û jiyana hevbeş a wekhev pêk bînin; bi rêgezî û awayeke wêrek têkoşîn kirin. Ew jî wekî Sarayan ên ku li dijî faşîzma 12’yê Îlonê li ber xwe dan, wekî Sêvêyan li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe dan û dîsa wekî Xwişkên Mîrabal ên ku li hemberî dîktatoriya Trujillo serî netewandin û li ber xwe dan, bûn îspata şoreşa Rojava ya 9 salan ku şoreşa jinan e. Ew bûn qehremanên jiyana birûmet û biratiya gelan. Ji bo rûmet û biratiya gelan mirina xwe jî dane ber çavan. Êdî ew sonda me ya ku em ê teslîmî êrîşkariya dagirker a Erdoganê faşîst nebin. Ji bo bîranîna wan, em ê çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdara îsal bi şiyara ‘Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin’ li dar bixin.

Di têkoşîna şoreşa 9 salan de, dijminên herî mezin ên gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ bi xwe bû. Piştevaniya herî mezin a DAIŞ’ê dîktatoriya faşîst Erdogan e. Ev êrîşên ku 9’ê Cotmeha 2019’an li ser xaka me dest pê kir, hemleya nû vê tifaqa kirêt a li dijî şoreşê ye. Armanca wan ew e; şerê ku tundiya herî mezin îfade dike, li ser axa me bidin berdewamkirin. Ev 9 salên herî dawî, em baş dizanin ku faşîzm, dagirkerî û şer tundiya birêxistinkirî ya ku li ser giştî gelan û jinan didin ferzkirin. Ew jinên ku bi tundiya şexsî re rû bi rû dimînin, berhemên zihniyeta faşîst in û berhemên ev tundiya birêxistinkirî ne. Encama van tundiya hatine birêxistinkirin;  koçkirin, guhertina demografiyê, hilweşandina ekolojiyê, bêkarî, krîza aborî, xespkirina mafên tenduristiyê û perwerdeyê û îhlalkirina mafên mirovan îfade dikin. Îro her cure tundiyê di her kêliya jiyana xwe de, em dibînin. Bi têkoşîneke bêhempa em li ber xwe didin.

Li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hemberî şoreşa gel û jinan di 9’ê Cotmeha 2019’an hemleyeke li dijî şoreşê dest pê kir. Em ê li hemberî vê dij-şoreşê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê, ji bo bîranîna Hevrînan modela siyaseta demokratîk, ji bo bîranîna Amarayan xeta parastina cewherî, ji bo bîranîna Dayê Aqîde demokrasî û edaletê bi pêş bixin. Çawa ku gelên Domînikê, ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabal dîktatoriya Trujillo hilweşand, wê gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo bîranîna Hevrînan dîktatoriya faşîst a Erdogan hilweşînin. Em dibêjin; Dagirkerî tundî ye, em ê bi berxwedana Hevrînan faşîzm û dagirkeriyê têk bibin. Em dizanin ku têkoşîna me parçeyek ji têkoşîna ku li hemû aliyên cîhanê yên ku li hemberî dîktatoriya faşîst disekin e. Em bi vê têkoşîna xurt dibin û wan jî xurt dikin. Ji bo wê jî em ji hemû jinên cîhanê re bang dikin em tekoşîna hiqûqî ya hevbeş bidin meşandin da ku Erdogan ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin. Ji bo têkoşîna me, piştevaniya jinên cîhanê em silav dikin û em bang li wan dikin da ku axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û em têkoşîna xwe xurttir bikin.

Li ser vî esasî, em bang li hemû jinên cîhanê dikin da ku li hemberî tundiya dewletê ya birêxistinkirî, li hemberî faşîzm, mêtingerî û polîtîkayên dagirkirinê û her cure tundiya li ser jinan tê meşandin, em têkoşîna xwe bilind bikin.

Bijî şoreşa jinên Rojava.

Bijî yekitiya demokratîk a gelan.

Jin jiyan azadî.”

Bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di kombûna endamên saziyên jinan de bernameya 25’ê Mijdarê wiha hate diyarkirin:

  • 22’yê mijdarê, saet di 11.00’an de daxuyaniya 25’ê Mijdarê dê were xwendin.
  • 23’yê mijdarê, saet di 10.00’an de munesekiya Jinan a Rêveberiya Xweser-semîner li Salona Zana were dayîn û di heman rojê de li heremê Firatê daxuyaniya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bê xwendin.
  • 24’ê mijdarê, saet di 11.00’an de înîsiyatifa dengê jina li ber Desteya Jin daxuyaniyê dê bide.
  • 25’ê mijdarê, li bajaran meş dê pêk bên.
  • 26’ê mijdarê, HPC semînerekê bide, jinên Serêkaniyê û Kongreya Star bi hev re daxuyaniyê bidin.
  • 28’ê mijdarê, Munazama Sara li Qamişlo û Weqfa Jina Azad li kampa koçberan dê daxuyaniyekê bidin.
  • 30’ê mijdarê, Saziya Malbatên Şehîdan dê li goristanên şehîdan daxuyaniyan bidin.
  • 1’ê kanûnê, Yekitiya Jinên Suryan dê daxuyaniyê bide.
  • 2’yê kanûnê, Meclisa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dê piştgiriyê bide YPJ’ê.
  • 3’yê kanûnê, çalakiya Rêxistina Jinên Ciwan.
  • 4’ê kanûnê, çalakiya KPC’ê ji bo zarokan.
  • 5’ê kanûnê, komcivîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê.
  • 6’ê kanûnê, çalakiya Meclisa Jinan a Edaletê
  • 7’ê kanûnê, çalakiya jinên partiyên siyasî.
  • 9’ê kanûnê, daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyeyê.
  • 10’ê kanûnê, daxuyaniya Munazama Sara ya li ser Hevrîn Xelef. QAMIŞLO
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar