Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bernameya HDP’ê ya Mitîng û Newrozê diyar bû

Bernameya mîtîngên Newrozê ku Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî beşdar bibe diyar bû. HDP, dê li Amed, Wan, Stenbol jî di navde li 27 navendan Cejna Newrozê pîroz bike û li 9 navendan jî mîtingan pêk bîne

Bernameya hilbijartinê ya Hevserokên Partiya Demokratîk a Geilan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ku ji 1’ê Adarê de ji milê Botanê û Serhedê de dest pê kir berdewam dike. Bûldan û Temellî, li hemû bajar, bajarok û navçeyan bi coş û girseyek mezin tên pêşwazîkirin. Di çarçoveya bernameyê de Hevserokê Kongreya Demoratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiparê û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî jî bi gel re têne cem hev.

Bernameya mîtingên Newrozê ku Hevserokên HDP’ê beşdard bibin zelal bû. HDP, dê di 21’ê Adardê de li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Dep, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingê Newrozê pêk bîne. Di 24’ê Adarê de jî dê li Stenbol û Datçayê mîtîngên Newrozê pêk bîne. Pervîn Bûldan dê tev li mîtînga Amed û Stenbolê  bibe. Temellî ji dê tev li mitînga Wanê bibe.

Mîtîngên fînalê dê li Çewlîk, Wan, Mûş, Agirî, Colemêrg, Amed, Îdir, Şirnex û Qereqoçanê pêk bînin.

Cihê mîtîngên fînalê wiha ne:

Dê di 25’ê adarê de li  Çewlîkê Pervîn Bûldan tevli bibe,

Dê di 27’ê adarê de li Wanê  Berdan Ozturk tevli bibe.

Dê di 27’ê adarê de li  Mûş Pervîn Bûldan tevli bibe.

Dê di 28’ê adarê de li Agiriyê Pervîn Bûldan tevli bibe.

Dê di 29’ê adarê de li Colemêrgê mitîng pêk bê.

Dê di 29 adarê de li Giyadînê  Sezaî Temellî tevli bibe.

Dê di 29’ê adarê de li Îdirê Pervîn Bûldan û Berdan Ozturk tevli bibe.

Dê di 30’ê adarê de li Şirnexê Sezaî Temellî  tevli bibe.

Dê di 30’ê adarê de li Depê Kemal Bulbul tevli bibe.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar