Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû

Hûrguliyên “Konferansa Komara Demokratîk” ku ji aliyê HDP’ê dê du rojan berdewam bike diyar bûn û 500 kes bo konferansê hatine vexwendin.

Gelên Tirkiyeyê hewl didin ku Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de bikin sedsala demokrasiya rasteqîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar dike ku ew wek hêzên ked, azadî û demokrasiyê dixwazin di rejîmek komarê ya çawa dikaribin lê bijîn nîqaşan dike û ev jî berpirsiyariya wê ye.

HDP’ê di 10’ê mijdara 2022’yan de civîna xwe ya navendî li dar xist û bangê li hemû sazî, dezgeh û aliyên ku demokrasiyê û azadiyê dixwazin bikevin naval lêgerînê siberojek azad. HDP’ê di vê civîna xwe de biryar girt ku “Konferansa Komara Demokratîk” li dar bixe û li ser mijara “Di sedsala duyemîn de Tirkiyek çawa?” nîqaşan bike. Konferans dê di navbera 4-5’ê sibatê de li Stenbolê were lidarxistin. HDP dide zanîn ku ew bi konferansên vî rengî hewl didin Komara Demokratîk ava bikin. Bi îmzeya hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, 500 kes ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar jî hene bo konferansê hatin vexwendin.

2 roj dê bidome

Konferans dê du rojan bidome û 8 rûniştin bên lidarxistin. Konferans dê roja 4’ê sibatê dest pê bike û axaftina destpêkê hevserokên giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar bikin. Di rûniştina ewil a konferansê de Ahmet Turk, Mûrat Belge, Necmiye Alpay, Oya Baydar û Riza Turmen wek axivêr tev li bibin û dê mijara “Komar: Muhasebeya Sedsalê” nîqaş bikin. Wê Hamît Bozarslan jî mijara “Di damezrandina komarê de kurd” nîqaş bike. Di konfransê dê serûvena komarê ya destûra bingehîn ji bê nîqaşkirin.

Mijarên cur bi cur

Nivîskar û rewşenbîrên wek Bekîr Agirdir, Nîlgun Toker, Fusun Ustel, Farûk Alpkaya, Cengîz Çîçek  Bariş Unlu, Tanıl Bora, Ozgur Ozturk, Hulya Osmanagaoglû, Ayhan Yalçinkaya, Murat Sevînç, Dînçer Demîrkent, Levent Koker dê di roja ewil a konferansê de li ser mijar û sernavên cuda ên komarê biaxivin.

‘Kurd çi dixwazin’

Di roja duyemîn a konferansê de jî Can Soyer, Ferda Koç, Nuray Sancar, Kenan Kalyon, Onûn Hamzaoglû, Yuksel Genç, Asli Odman, Mustafa Aslan, Livan Orman, Pakrat Estukyan, Ecehan Balta, Halûk Levent dê biaxivin û nirxandinan bikin. Her wiha cîgirê hevserokên giştî yê HDP’ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî bersiva pirsên “kurd çi dixwazin” bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar