Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî diyar bû

Di navbera 25-29’ê kanûnê de li Êlihê dê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî bên lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de gelek nivîskar, helbestvan û wêjevanên kurd dê berhemên xwe pêşkeş bikin û wêjeya kurdî binirxînin

Rojên Wêjeya Kurdî ku dê îsal cara duyemîn bê lidarxistin, di 25’ê kanûnê de li Êlihê dest pê dike. Bername, ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê, Komeleya Çand û Hûnerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ve tê organîzekirin û dê 5 rojan bidome. Mêvanê rûmetê yê bernameyê jî helbestkarê kurd Berken Bereh e. Bernameya ku tê payîn gelek nivîskar û helbestkar beşdar bibin, dê tevahî li Navenda Çandê ya Ahmet Gunşetekîn a Şaredariya Êlihê bê lidarxistin.

Di bernameya hatiye amadekirin de rojên nîşandana fîlman, guhdarkirina helbestan, gotûbêj, panel û îmze cih digirin. Di gotûbêj, panel û guhdarkirinan de mijarên weke ‘Pêşketina çîroka kurdî’, ‘Di wêjeya kurdî de werger’, ‘Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de’, ‘Di zaravayên kurdî de roman’ û ‘Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî’ dê ji hêla nivîskar û helbestkaran ve bên nrxandin.

Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî ku dê di navbera 25-29’ê kanûnê de bê lidarxistin wiha ye:

Roja yekemîn;

Saet 18.00: Axaftina vekirinê ya hevşaredarên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr.

Saet 19.00: Şeva hurmetê ya mêvanê rûmetê Berken Bereh, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez û Mûeyed Teyîp.

Saet20.00: Bi mûzikên Agît Işık guhdarkirina helbestan, Selîm Temo, Merdan Newayî, Weysel Tirpan û Roza Metîna.

Roja duyemîn;

Saet13.00: Belgefîlma Kovara Rewşenê

Saet 15.00: Îmze û gotûbêja Mueyed Teyîp

Saet 17.00: Îmze û gotûbêjên Ramazan Kavak, M. Şîrîn Bulga, M. Saît Îmret û Firat Ozdemîr

Saet 19.00: Panela ‘Di wêjeya kurdî de werger’ ku dê Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî û Lal Laleş pêşkeş bikin.

Roja sêyemîn;

Saet 14.00: Belgefîlma Cegerxwîn

Saet 17.00: Panela ‘Pêşketina çîroka kurdî’ ku dê Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman û Mihemed Ronahî pêşkeş bikin.

Saet 19.00: Şeva helbestê; Ramazan Kavak, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn û Îsmaîl Hacanî

Roja çaremîn;

Saet 13.00: Panel Îmze; ‘Wêjeya Klasîk’ Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak û Hayrûllah Acar

Saet 15.00: Panel Îmze; ‘Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de’ Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Herdem Merwanî û Xecê Şen

Saet 17.00: Panel Îmze; ‘Di zaravayên kurdî de roman’ Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn û Ferzen Şêr

Saet 18.00: Panel Îmze; ‘Wêje û Bawerî’ Adar Jiyan, Qahir Beteyî û Qedrî Yildirim

Roja pêncemîn;

Saet 13.00: Helbest û Gotûbêj; Selîm Temo

Saet 15.00: Panel; ‘Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî’ Şener Ozmen û Remezen Alan

Saet 17.00: Nîşandana Belgefîlma Mîrê Bilûrê/Kavalin Miri

Saet 19.00: Panel; ‘Folklora Kurdan’ Nîhat Gultekîn, Bedran Hîkmet û Nûsret Îmîr

Saet 21.00: Girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar