Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bernedin vê govendê

Mamosteya govendên gelêrî Kubrî Kaya têkildarî govendan wiha got: “Çanda gelêrî hêmaneke girîng a çand û nasnameya kurd e. Me jî ji bo wê yekê dest bi karê xwe kir da ku kurdên li Ewrûpayê xwedî li hebûna xwe ya çandî derkevin û bi çanda xwe re bin.”

Li nav kurdên li Ewropayê, xasma jî li Almanyayê xebatên govendê di nava karên komeleyên civakî de yek ji yên esasî ye. Li bajarê Nurnbergê Rojên Çanda Kurd hat lidarxistin û di van rojan de koma govendê ya bi navê Govenda Astera jî bi hunerê xwe bal bire ser xwe.

Ev koma hanê di nava Mala Gel a Medyayê de yek ji karên esasî ya Komîsyona Çandê ye. Xebatên wê jî li sê nifşan hatine dabeşkirin; komeke govendê ji bo zaroka (ji 7 ta 14 salî), komeke govendê ya ciwanan (ji 15 ta 24 salî) û komeke govendê ya jinên navsere (37 ta 50 salî). Di nava koma zarokan de 10 zarok cihê xwe digirin, herçî koma ciwanan e 16 keç û xort bi karê wê radibin. Di koma jinên navsere de jî 12 jin xwe didin ber vî karî.

Bi vî halê xwe Koma Astera ne tenê bi kurdên li bajarê Nurnbergê, lê bi beşdariya Kurdistaniyan ji hawîrdor karê xwe dike. Herçî nîşandana hunerê wê ye jî, ew li seranserê Almanyayê bi minasebeta şevên siyasî, civakî şandî, pîrozbahiyên Newrozê û di festîvalan de derdikeve ser dikê.

Li Mala Gel a Medya perwerdekerê folklorê didu ne ku li karê xwe ne tenê weke karê çandê lê weke berxwedaneke hebûnê li dijî “modernîteya kapîtalîst” dinihêrin. Yek jê Kubrî Kaya ye, yê dinê jî Volkan Kuçuk e. Herdu, folklorê û di navê de govendê ji hêmanên nasname û çandê dihesibînin. Armanca wan jî ew e ku bikin ku kurdên li Ewropayê xwedî li jiyana xwe ya civakî û çanda xwe derkevin.

Çanda gelêrî hêmanek e muhim e

Kubri Kaya bi brî dixe ku ev demeke dirêj e wan dest bi karên çandê kiriye û dixwazin vî karê xwe bibin qonaxeke bilindtir.

Kubrî Kaya mamosteya govendên gelêrî ye. Kaya têkildarî mijarê ji nûçegihanê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Murat Aydin re axivî û wiha got: “Li dijî helwêsta mêhtinger a Modernîteya Kapîtalîst a beramberî çandan, em bi çand û exlaqê şoreşger li meseleyê dinihêrin û xebata xwe jî wiha dikin. Xasma jî çanda gelêrî hêmaneke girîng a çand û nasnameya kurd e. Me jî ji bo wê yekê dest bi karê xwe kir da ku kurdên li Ewropayê xwedî li hebûna xwe ya çandî derkevin û bi çanda xwe re bin. Bi vê jî me xwe gihand vê qonaxê. Dersên govenda gelêrî em tevî mamoste Volkan didin û em govendên ji gelek herêman fêr dikin. Jixwe em tenê govenda gelêrî fêr nakin. Em lêkolînan dikin, saetên xwendina kitêban jî diyar dikin.”

Parastina heyîbûna çandî armanc e

Ji mamosteyan Volkan Kuçuk jî bi bîr xist ku sîstem li dijî hewldanên Tevegera Azadiyê ya Kurd li meydana çand û huner, êrişên hovane dike, ji ber wê jî berxwedana li dijî van êrişan pîroz bi nav kir. Li ser mijarê Kuçuk dibêje, “Timî xwestin çi tişta muhim a ji bo heyîbûnê di warê çand û huner de hat afirandin, xwestin wan yan tine bikin, yan jî ji koka wan qut bikin. Me jî weke berxwedaneke li dijî hewldana tinekirina heyîbûn û nirxên xwe yên çandî, dest bi vî karê çand û huner kir. Armanca me ew e em xebatên xwe bibin qonaxên li pêştir. Ji bo wê jî em dersên govenda gelêrî didin zarok, ciwan û jinan.  Armanca me ya esas bi van dersan ew e ku zarok û ciwan dûrî rastiyên xwe nebin. Em dixwazin heyîbûna xwe ya çandî biparêzin û bi ser kevin. Em li ku dera dinyayêî dibin bila bibim, divê em bi çanda xwe bijîn û çanda xwe biparêzin.”

Malbateke şên a govendê

Mamosta Kubrî Kaya jî bang li kurdistaniyên li Ewropayê, ne xasim li malbat û zarokan, kir ku xwedî li nirx û hebûnên xwe yên çandî û jiyana xwe ya civakî derkevin û wiha got: “Em dûrî welatê xwe ne. Pirr muhim e em bi çanda xwe bijîn, wê çandî biparêzin, xwe bigihînin cewhera wê. Her kes dikare beşdarî van karên çandî bibe. Em malbateke piçûk a govendê ne, her kes bila xwe li vê malbatê zêde bike.” NURNBERG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar