Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berovajîkirina rojevê û rojeva rast

Welat Perwer |

Tê zanîn ji 23’ê Nîsanê ve şerekî pir dijwar li Qadên Parastinê yên Medyayê ango li başûrê Kurdistanê heye. Dewleta tirk hebûn û têkoşîna gêrîlayê azadiyê li pêşiya polîtîkaya xwe ya qirkirinê wek astengî dibîne. Bi têkbirina gerîla hesap dike ku wê bikaribe Tevgera Azadiyê tasfiye bike û koka kurdan jî biqelîne.

Di vî şerî de konjonktura ku bi Şerê Sêyemîn a Cîhanê derketiye holê jî wek firsendekê dibîne. Şerê li dijî Tevgera Azadiyê tê kirin, bi konsepteke navneteweyî dimeşe. Beriya vê bist û sê sal berê, yên ku komploya navneteweyî li pêş xistin, niha jî li ser kar in û dixwazin wê komployê bibin serî. Ango hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin ku Tevgera Azadiyê tune bikin. Ev êrîşên ku niha li başûrê Kurdistanê tên kirin jî di vê çarçoveyê de pêk tên. Jixwe rêveberên Tevgera Azadiyê jî dibêjin, ‘tişta ku li Şamê dest pê kirin, dixwazin li Iraqê temam bikin’ ango Tevgera Azadiyê tasfiye bikin.

Mekanê vî şerî başûrê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê bi dewleta Iraqê ve girêdayî ye lê li holê tenê navê dewletê heye. A rastî dewleteke tarumar e, tu kes gotina tu kesî guhdar nake, dewleteke paramperçe ye. Di heman demê de ev dewleta ji aliyê Kazimî ve tê birêveberin, ew jî dernakeve li derveyî gotinên DYE. Ji bo vê yekê jî Iraq tenê bi sedema heyîna nerazîbûnên hundir, car caran daxuyaniyên şermezariyê dide. Niha hewldan hene ku Iraq jî li kêleka dewleta dagirker a tirk tev li şer bikin.

Li kêleka vê li başûrê Kurdistanê hikûmetek heye. Tevî ku hikûmet ji PDK, YNK û Goranê ve pêk tê lê her kes jî baş dizane ku her tişt di destê PDK’ê de ye. Di nava PDK’ê de jî binemala Barzanî her tişt e. PDK’ê bi taybetî jî vê malbatê neyartiya xwe ya li hemberî Tevgera Azadiyê tu carî veneşartiye. Ev hêz ji ber ku di mijara kurd de projeya hêzên hegemonîk e, xwe bi wan ve girêdaye. Li gorî vê hêzê her tişt desteke derve ye. Baweriya vê hêzê bi rêxistinkirina civakê, bi hêza cewherî nayê. Jixwe wexta mirov dîroka vê hêzê dinêre dibîne ku kîngê desteka hêzên mezin winda kirine, xwe yekser belav kirine. Peymana Cezayîrê, Şerê Kendavê yê Yekemîn, referandûma 2017’an û hwd. ev yek bi her awayî nîşan dan. Bi kurtasî îradeyeke PDK’ê ya serbixwe tuneye. Ji ber ku xwe bi hêzên hegemonîk ve girêdane ew çi dixwazin ew jî wê dike. Ji ber ku hêzên hegemonîk jî dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin, PDK’ê jî bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dixin nava vî şerî. Dihesibîne ku piştî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê wê hemû Kurdistan û hemû destketî jê re bimînin.  A rastî PDK bi awayekî rasterast ketiye vî şerî. Di vî şerî de li kêleka dewleta dagirker a tirk cih digire.

Dewleta tirk bi hemû desteka NATO’yê, heta bi desteka hêzên li derveyî NATO’yê, bi çavgirtina hêzên herêmî û bi hemû derfetên xwe seferber bûye ku di vî şerî de serbikeve. Lê di halê heyî de xitimiye. Nikare li pêş bikeve, şer bike. Va ye, ji bo dewleta dagirker a tirk ji vê rewşê derbixin, ew hêzên ku pêvajoyê dimeşînin PDK xistin nava şer.

PDK di halê heyî de ne di pozîsyoneke bêalî de ye, ji serî heya binî alî ye lê ne li aliyê kurd e, li aliyê dewleta dagirker e. Ger ku bêalî bûya, wê nekete nava liv û tevgerê, wê di pozîsyona xwe ya destpêkê de bima. Wê qad li gerîla teng nekira, astengiyên lojistîkî û hwd. dernexista. Wê gerîla dorpêç nekira. Lê PDK bi vê jî nema, rasterast kete şer. Di 20’ê gulanê ev biryar hate girtin û bi xwesteka dewleta tirk û hêzên hegemon tev li şer bû. Liv û tevgera wî ya li qada Metîna û Şêladizê li ser vî esasî pêk hat. Heya niha xwînsariya gerîla û berteka gelê kurd nehîşt ku PDK wekî ku jê tê xwestin û dixwaze bikeve vî şerî. Helwesta gelê kurd dibe ku nehîşt PDK bikeve nava şerekî germ lê PDK’ê bi vê tevgera xwe rojeva gelê kurd guhert.

Rojev li dijî dagirkeriyê pêşxistina helwesteke neteweyî bû. Di serî de gelê Başûr hemû gelê kurd ji PDK’ê dixwest ku li dijî dagirkeriyê li kêleka hêzên gerîla cih bigire. Nebe şirîkê hêzên dagirker. Tê zanîn ev xwestek hem li welêt hem jî li derveyî welêt bi awayekî xurt derkete holê. Jixwe dewleta dagirker jî di şer de tengav dibû, bi vê helwestê jî zêdetir tengav dibû. Va ye PDK’ê bi vê hemleyê nefeseke xurt da dewleta dagirker. Rojeva gelê kurd qulibî, bû astengkirina şerekî navxweyî. Gelê kurd seferber bû, da ku bikaribe şerekî navxweyî asteng bike. Dewleta dagirker, dagirkerî hat jibîrkirin. Gerîla mecbûr ma di pozîsyona xwe de guhertinan bike û hesabê PDK’ê jî bike. Şerê germ dest pê nekir, gelê kurd jî aş bû. Lê PDK’ê dest ji vê biryara bêyom bernedaye. Ji ber ku PDK bixwe biryarê nagire. Ên xwedî biryarê ne, hêzên din in û ev biryar hatiye girtin.

Ji ber ku dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin û di halê heyî de jî dewleta dagirker bi serneketiye û zehmetiyan dijî, xwe mecbûr dibînin ku hin hemleyan bikin. Anîna çeteyan hemleyek bû, lê bi kêr nehat. Dixwiyê ku li derveyî ketina şer a PDK’ê taktîkek din jî tune ye.

Baş e, divê em wek gelê kurd çi bikin? Wê ev şerê ku biryara wî hatiye dayîn çawa dernekeve? Tevgera Azadiyê ji bo şerekî navxweyî dernekeve her tiştî dike. Daxuyaniyên wan zelal û aşkera ne. Lê wê PDK çi bike ne diyar e? Ger ku PDK bibe xwedî siyaseteke neteweyî, li gorî berjewendî û daxwazên gelê xwe tevbigere wê nekeve şer. Lê dixwiyê ku ev ne mumkin e, ji ber ku bi navikê ve bi van hêzan ve girêdayî ye û ne xwedî îradeyeke serbixwe ye. Wê demê tenê rêyek dimîne, ew jî helwesta gelê kurd e. Ger ku gelê kurd helwesta xwe ya heya niha xurtir bike, ji PDK’ê re sînorekî deyne, wê demê dikare vî şerî asteng bike. Li derveyî vê tu rê tune ku PDK’ê ji şer dûr bixe. Lê divê em dereng nemînin, ji ber ku li herêmê alozî û ragêşî pir zêde ye. Divê gelê kurd bêyî ku dereng bimîne, xwedî erk û berpirsiyartiyên xwe derbikeve û dest deyne li ser pêvajoyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar