Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûstafa Karasû têkildarî erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de çêbû ji ANF’ê re axivî. Karasû diyar kir ku berpirsa felaketa erdhejê, siyaseta li Tirkiyeyê ye. Karasû destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî gelan ava bûye, di demên bi felaket de cihê xwe li ba gel nagire û îşaret pê kir ku bi piştevaniya civakî, hewildanên rêxistinên civaka sivîl, girtina rê li ber girantirbûna felaketê mimkûn e.
Karasû da xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê baca piştî erdheja sala 1999’an hatiye berhevkirin, xwariye. Lewma divê alîkariya erdhejê bi dewletê û AFAD’ê re neyê kirin û bang li her kesî kir ku bi rêya rêxistinên civakî yên sivîl bi mexdûrên erdhejê re bibe alîkar.
Karasû bal kişand ser wê yekê ku piştî komkujiya Mereşê herêm ji mirovan hatiye xalîkirin û niha heman tişt tê kirin û bang li her kesî kir ku herêmê veguherîne cihekê ku mirov ji nû ve bikare lê bijî.
Karasu wiha got;
“Yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, Xwedê rehma xwe li wan bike, hêviya min ew e ku birîndar zû bi zû baş bibin, serê malbatan û hemû gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê sax be. Van rojan em dikevin sala 25’emîn a Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo. Ez komplogeran bi tundî şermezar dikim, li dijî komployê cardin dibêjim ku hûn nikarin Roja me tarî bikin, soza xwe dubare dikin ku em ê di xeta berxwedêran de têbikoşin û Rêber Apo û gelê kurd azad bikin.
Deshilatdariyên otorîter ku li ser serê gelan in, ji ber komployê ye
Me nirxandinên xwe yên komployê kirin. Tevgera me, heval nirxandinên berfireh dikin. Çimkî îro û siberoja gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji komploya navneteweyî bi awayekê nebaş bi bandor bûye. Eger ku îro hêj jî desthilatdariyên otorîter li ser serê gelan in, sedemeke jê jî komploya li hemberî Rêber Apo ye.
Em bi rastî rû bi rûyê erdhejeke wek qetlîamê bûn. Rast e ku erdhejeke bi şid bû lê tiştê ku felaket mezin kir, rê li ber komkujiyê vekir, polîtîkayên dewletê bûn.
Sedema felaketê polîtîkayên heta îro ne
Spasiya dilxwaz, rêxistinên sivîl ên civakî, şaredarî, partiyên siyasî û cemxaneyan dikim ku di vê pêvajoya erdhejê de bi xelkên me re bûn alîkar, ew ji bin kavilan derxistin, zexîre, betanî, kon birin û bi her awayî hewil didan ku pêdiviyên mexdûran bi cih bînin. Her wiha spasiya piştgirên ji her aliyê dinyayê dikim ku hewil dan êşa gelê me sivik bikin. Eger ne bi van hewildan û kedê bûya ev komkujiya niha em rû bi rûn ne wê behtir bibûya.
Bê guman ev erdhej, erdhejeke mezin e. Lê erdhej ne tiştek e ku mirov pê nezane. Li Tirkiyeyê di demên cuda erdhej rabûye. Pisporên erdhejê hişyarî kirine. Lê sedema ku erdhej bi felaketeke wiha bi encam bû, polîtîkayên heta îro ne.
Dewlet, hem ne amadeyê erdhejê bû, hem jî serê pêşîn erdhej biçûk dît. Digot qey erdhej biçûk e û got: ’em li her derê ne’ Rayedarekî AFAD’ê bi awayekê rûşûştî, rabû, got: ‘Peywirdarên me, komên me yên rizgakirinê, li her derê ne.’ Lê tiştê xuya dike, tiştên ku gel dibêje, bi temamî berovajiyê gotinên wan in. Ji ber ku wek tiştekê piçûk didîtin, ji xeynê AFAD’ê bang li kesî nekirin. Ew nekirin seferber. Ji wê boneyê helbet felaket mezin bû. Lewra di erdhejên wiha de ya giring ew e ku 2-3 rojên pêşîn mirov dest tê werbide. 2-3 rojên pêşîn dest tê neyê werdan wê komkujî çêbibe û wisa jî bû. AFAD, çûye çend bajaran, li ser çend kavilan hewil daye ku kesan rizgar bike. Ew jî roja sisêyan a erdhejê.
Dewleta tirk li dijî gel ava bûye
Rewş çi ye? Bi hezaran kavil hene li bajaran. Çûne ser çend kavilan. Em bibêjin çûne ser 10-15 kavilan. Çimkî birêxistinbûneke wê ya wiha nîn e, hêzek wê ya wisa zêde nîn e, tu razemenî nîn e û bi hezaran kavil man bêxwedî. Kes neçû hawara yên di bin kavilan de, nekarî biçe. Helbet, dilxwaz bi seferberiyeke mezin ji roja pêşîn ve gihîştin ser kavilan û bi dest û neynûkên, mirovên ku dîtine ku hewil dane ku ji bin kavilan derbixin. Piştî ku derxistine, hewil dane ku hewcedariyên wan bi cih bînin.
Gotinên ‘Em çûn, me kes rizgar kirin, alîkarî kiriye. Dewlet li wir e, dewlet li her derê ye’ yên Erdogan û rayedarên AFAD’ê demagojî ne, derew in, tiştekê wisa nîn e.
Mirov ku li bajarekî li ser çend kavilan be, ew nayê wê wateyê ku dewlet li wir e. Jixwe qet neçûne gundan. Gund bêxwedî hiştine. Li ber çavan e ku ji ber neamadebûna dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Em vê dewletê nas dikin. Hemû gel nas dike. Bi hezaran polîsan dişîne bi ser çend xwepêşanderan de. Mîna şalekê sor dîtî, di cih de êrîşê xwepêşanderan dikin. Gava gerîla li çiya dibînin, demildest bi dehan helîkopter, balafirên biçek ên bêmirov, bi sedan wesayît, bi hezaran leşkeran dişînin. Ji bo wê demildest tevdigerin lê ji bo di erdhejekê de, mirovan xelas bikin, tevnagerin. Ev dewlet, li dijî gel ava bûye, li gor zextê ava bûye, li wê gorê hatiye dîzaynkirin. Li gor ku zilmê li kurdan hatiye biteşekirin, li gor şer bi teşe bûye. Rastiyeke dewletê ya wiha heye. Bi temamî mîlîtarîst e.
Dewlet şaş maye ku wê çi bike
Lewma di erdhejeke wiha de, dewleta ku li gor êrîşê mirovan bike û bikuje, hatiye dîzaynkirin, tevnegeriya. Şaş ma ku wê çi bike. Ji ber ku derfeteke wê ya wiha nîn e. Serkeftin ya jî neserkeftin, girêdayê performansa 2-3 rojên destpêkê ye. Ji ber ku 2-3 midaxele nehatiye kirin, li gor texmînên pisporan 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye, bi sed hezaran hêj di bin kavilan de ne. Lê dewlet hêj jî van hejmaran vedişêre. Hem dest di erdhejê werneda, mirov rizgar nekirin, nekarî biçe hewara yên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest nedane. 2-3 rojên pêşîn mirov, ne ji têhnî û birçîbûnê, lê ji sermayê çûne. Di şertên zivistanê ku germahî dikeve bin – 20 pileyan, betanî nîn e, kon nîn e, qerisîne.
Di van şertên wiha yên zivistanê de mirov bi tenê bi betanî û konan, nikare mirovan ji qerisîne, nexweşbûn û lerizînê xelas bike.
Lê havînê dibe ku ev bibin çare. Zivistanê encax konteynir bibin çare û mirov xwe pê ji sermayê biparêze. Li cihên konteynir lê nîn bin, divê alavên germkirinê hebin. Kon û betanî têr nakin. Lê ev rojên pêşîn ên erdhejê bi dest neketine.
Rojên destpêkê yên erdhejê dewlet li rastê nîn e. Lewma bîlanço pir giran bûye. Mirov dikare vê bi rehetî bibêje. Ji sedî 2-3’yê di bin kavilan de hatiye rizgarkirin. Em rû bi rûyê rastiyeke wiha bûn. Eger dilxwaz, rêxistinên civakî yên sivîl û hin şaredarî nîn bûna wê encam girantir bibûya. Wê ev desthilatdarî bireviya, biçûya. Ya rast ên ku hinek ev desthilatdarî rizgar kiriye, dilxwaz û rêxistinên civakî yên sivîl in.
Li rojavaya Feratê kurd hene. Elewî pir in. Nêzê Kurdistanê ye. HDP’yî zû bi zû çûne wê derê, cemxane çûne. Rêxistinên civakî yên sivîl çûne, ji bajarên mezin dilxwazên ciwan çûne û rê li ber girtine ku encam girantir nebe. Her kes divê bi vê rastiyê baş bizane.
Di felaketa erdhejê de hat dîtin ku tu wateya dewletê nîn e
Bi rastî jî gelên Tirkiyeyê pir baş bi hev re bûn piştevan. Dîtina vê piştevaniyê, danîna holê, gelek giring e. Ev, rastiyeke giring a Tirkiyeyê ye. Li hemberê vê rastiyê jixwe qet behsa dewletê nabe. Vê piştevaniyê civakê, ev têkoşîn û hewildan ku li holê ne, çi wateya dewletê heye? Di vê erdhejê de baş hat dîtin ku tu wateyeke dewletê nîn e. Helbet wê encamên girîng ên vê çêbibin.
Bi gotina ‘felaketa sedsalê ye’, hewil didin ku bêtêvdîriya xwe veşêrin
Ên di serî de erdhej biçûk didît, tu derfetên xwe seferber nekirin, niha dibêjin, ‘felaketa sedsalê’ Wisa dibêjîn da ku ser bêtevdîriya xwe vebişêrin. Hewil didin ku sûcê xwe sivik bikin. Li Japonyayê erdhej bi şida bi 9 pileyan çêdibe, bi 8 pileyan çêdibe. Li Meksîkayê tim erdhej çêdibe. Ji vê erdhejê bişidtir. Lê pir kêm mirov jiyana xwe ji dest didin. Nexwe ne ji ber erdhejê lê ji bêtevdîriyê mirov tên kuştin. Ji ber neamadebûnê mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji ber polîtîkayan mirov jiyana xwe ji dest didin.
Hestên dînî tên îstismarkirin
AKP, ji îstismarkirina hestên dînî û baweriya mirov, fedî nake. Dibêje çi? Planê qederê, miqederat, fitrat. Tiştên wiha dibêje. Vê ji bo sûcê xwe vebişêre dike. Yanî dixwazê bibêje ku karê Xwedê ye. Qey em ê wiha bibêjin? Dibe ku hinek mirov wiha bibêjin. Hin fanatîkên wiha jî hene. Em ne rast bûn, şaş bûn, lewma Xwedê em ceza kirin. Armanca wan a bi gotina ‘miqederat’ ev e.
Dîsa xweza tê sûcdarkirin. Xweza xerab e. Henekê xwe bi civakê dikin. Li civak naxwaze van bibihîze. Hêrs dibe. Vê desthilatdariyê, bi van gotinên xwe bi awayeke aşkere daniye holê ku divê mirov wê ji ser pişta Tirkiyeyê biavêje. Erdogan bêyî ku fedî bike derdikeve pêşberê kamerayan û bi awayekê rûşûştî diaxive. Qesra xwe ya ku bi erdhejê derz lê ketiye û cihê rûniştina xwe, hewil dide ku biparêze.
Deshilatdarî, desthilatdariya şerê taybet e
Xelk dike hawar. Êşa xwe dibêje. Dibêje ku bêxwedî ye. Tiştên bi ser de hatine bi aşkerehî dibêje. Erdogan çi dike? Ji gotinên xelkê re dibêje, ‘dezenformasyon’ û ‘derew’ Em, rû bi rûyê desthilatdariyeke wiha ne. Desthilatdariyeke şerê taybet. Hunereke bi tenê ya vê desthilatdariyê heye. Ew jî berovajîkirina rastiyan e. Dek û dolab, xapandina gel. Li nav çavên gel dinihêre û derewan dike. Tiştê ku Erdogan dike, ev e.
Tiştekî din ê ku dike, cihê ku wê sûcên xwe bibîne, dibêje, ‘ez ê wiha bikim, wiha bikim’. Bi vî awayî sûcê ku kiriye, neamadebûn, sûcên ji ber bêtevdîriyê derketine holê, hewil dide veşêre. Tu pêşîn, hesabê ku sûcê ku te kiriye, bide. Bi pişt re wê çi biqewime, em ê bibînin.
Henekê xwe bi vî gelî dike. Erdogan, berteka gel dibîne. Tiştên ku gel dibêje, dibîne. Xelk dibêje: ‘Dewlet nîn e, rêxistinên civakî yên sivîl û dilxwaz bi me re bûn alîkar’ Erdogan, vê wek dezenformasyon, dinirxîne. Bi pişt re dibêje ‘hin kêmasî çêbûne’ Hewildana, ravekirina konkujiyeke wiha bi hin kêmasiyan, bêşermî ye. Eger kêmasî bûna, wê xelkê bigota, ‘ser seran û ser çavan.’
Ne kêmanî yan jî têrnekirin e, di vir de hilweşîn heye
Di bûyerên wiha de, di rewşên wiha de dibe ku hin kêmanî yan jî têrnekirin hebin, lê belê ya di vir de hat jiyîn ne kêmanî û têrnekirin bû. Hilweşînek hebû. Di vir de rastiyek heye, gel ji ber bêtedbîrî û bêamadekariyê rû bi rûyê erdhejê hat hiştin. A rast ev e. Çi têrnekirin? Behsa mirina bi sed hezaran mirovan û di bin kavilan de tê kirin. Berî niha jî hişyariyên ‘wê li vê herêmê erdhej çêbibin’ hatin kirin. Ev ne kêmanî û têrnekirin in. Bi temamî encama polîtîkayên rantê yên vê hikûmetê û negirtina tedbîrên li hemberî erdhejê ye. Her kes dipirse, me jî pirsî. Çi hat serê milyaran, bi deh milyar dolaran?
Divê alîkarî neçin ji dewlet û afad’ê re
Bi vê minasebetê ez dixwazim van tiştan destnîşan bikim. Alîkarî niha ji her derê tê. Alîkarî diherike. 10 milyar dolar alîkarî dê bê. Dibe ku bêtir werin. Divê ev alîkarî ji hikûmeta AKP’ê û AFAD’ê re nayê hiştin. Ji ber ku tê zanîn berê bacên erdhejê çi kiribûn. Ji bo vê jî wê heman tiştî bikin. Di vî warî de divê ev alîkarî ji aliyê rêveberiyeke din ve bên birêvebirin, bikaranîn û xerckirin.
Kî dibe? Saziyên sivîl, şaredarî, odeyên endezyaran, baro, rêxistinên jinan, nûnerên partiyan û xizmên mexdûrên erdhejan dibe. Rêvebiriya budçeya erdhejê û rêveberiya tedbîrê dikare ji saziyên têkildar were avakirin. Rêveberiyeke wiha dikare Tirkiyeyê ji erdhejên pêşerojê biparêze. Naxwe bila kes bi gotina Erdogan a li ber kamerayê ya ’em ê vê bikin, em ê wê bikin’ bawer neke. Bi gote got, mirov naçe cot. Aşkere ye ku wan berê çi kiriye.
Li aliyê din divê gelê me, welatparêz, rêxistinên sivîl û gelên cîhanê ji AFAD’ê û vê dewletê re alîkariyê neşînin. Divê ev alîkarî bi rêya rêxistinên sivîl û derdorên ku dê van nirxan rast xerc bikin ji raya giştî re bê şandin. Ji ber ku bawerî bi vê hikûmetê nayê. Em ji ber fikrên xwe yên subjektîf vê nabêjin. Ji ber ku em li dijî vê desthilatdariyê şer dikin em nabêjin. Pratîk ev e, heqîqet ev e.
Ji felaketê siyaset berpirsyar e
Niha ev desthilat, hezar û yek rêyan bikar tîne da ku sûcê xwe veşêre. Ew bi tevahî şerekî taybet dimeşîne. Mutehîtan digire. Belê, dibe ku hin mutehîtan ji çîmentoyê, ji hesinê dizîbîn. Mutehît dibe ku ne pîr û pak bin. Ji ber ku Tirkiye welatê erdhejê ye jî malên qahîm ava nakin. Lê siyaset li vir berpirsyar e. Ma kontrolkirina wê zehmet e? Divê ew li ser vê yekê rawestin. Piştî erdheja Marmarayê wê avahî li hember erdhejê qahîm bikiran. Ji bo vê bac hatin berhevkirin. Ji bo vê biryar hatin girtin. Îcar çima nehat kirin? Çima avahiyên li ser xetên fayê li hemberî erdhejê nehatin qahîmkirin?
Niha tenê vê berpirsyariyê bidin li ser milê mutehîtan, ev ji berpirsyarbûnê revîn e. Berpirsyarek wê heye ew jî desthilat e. Divê îstifa bike. Divê kesên peywendîdar bên cezakirin. AFAD bi kê ve girêdayî ye, divê were cezakirin. Bi Suleyman Soylû re girêdayî ye; divê demildest îstifa bike û bê darizandin. Erê, mutehîtan dizîn. Hinekan ev yek kirine. Bêguman ji hemûyan re gotin ne rast e. Lê belê ev rastiyek ya Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê rant û dizî êdî asayî bûye. Her kes dixwaze ji derekê çirpandinê bike û bidize. Li kê dinêre, li desthilatdariyê dinêre. Hemû xizmên Erdogan jî wek Qarûnan dewlemend bûne. Derdora AKP’ê dewlemend bûye. Hem jî çiqas dewlemend. Nedîtiyên, dîtîne. Li ber çavê her kesî dizî kirin. Bê fikar nirxên civakê desteser kirin. Heger xizmên Erdogan wiha bin, derdora wî wiha bin, mutehîtên wî jî, yên din jî wiha ne. Bi rastî jî di dema desthilatdariya AKP’ê de avabûnek wiha pêk hat. Li vir prensîba ‘bila bikin, bila derbas bibin’ ya kapîtalîzmê ye. Niha neolîberalîzm jî derketiye holê, bi taybetî di rastiya Tirkiyeyê de rant û dizî bûye jiyana asayî. Erdogan digot, ‘Ewropa hesûdiya me dike.’ Lê ew Ewropaya ku naecibîne, serokwezîr an wezîrek gendelî bike yan jî bi desthilatdariyê xwe dewlemend bike, xizm û derdora wî dewlemend bin, ew serokwezîr, ew wezîr, wan rayedaran bidarizînin. Li Tirkiyê tiştekî wiha heye?
Di vî warî de, xwe xapandin e ku merov bifikire ku bi girtina mutehîtan ew ê ji vê berpirsyariyê derkevin. Erdogan û hikûmeta AKP’ê bi vî rengî nikarin xwe xelas bikin.
Bi rewşa awarte dixwazin li ser rastiyan bigrin
Erdogan niha hewl dide bi ragihandina Rewşa Awarte re xwe rizgar bike. Hewl dide rastiyan veşêre. Di Rewşa Awarte de zextan girantir bike, kesên ku biaxive bigire, biçewisîne, bêdeng bike û rastiyan veşêre. Ev yek aşkere ye. Talankaran weke hincet nîşan dide. Ma raya wî nîne? Raya wî ya bi qasî cîhanê heye. Çi eleqeya vê bi rewşa awarte re heye? Tevgera awarte ev e: Erdhejek çêbû? Ji bo kêmkirina êşên vê erdhejê û sivikkrina encamên erdhejê, divê di destpêkê de nêzîkatiyeke awarte, ango bi hewldaneke awarte re dest bi kar bikin. Nêzîkatiyeke wiha nîne.
Li Tirkiyeyê rewşên awarte dibe sedema zextê. Ji ber vê yekê divê li hemberî vê derbikevin, divê were aşkerekirin. Niha ji bo ku xwe rizgar bike, balê belav dike. Çi ye, talankar hene. Her wiha hinek ji wan lînç dikin, dikujin, qetil dikin. Hin ji wan jî mexdûrên erdhejê ne. Di nûçeyeke de derbas dibû ku çûye ji xwe re çend ava fêkiyan aniye. Belê, li herêmên erdhejê wergirtin û dizîna tiştên gel şêlankeriya goran e. Ji wan re dibêjin şêlankerên goran. Ji xwe tu kes vê yekê qebûl nake. Lê hikûmeta AKP’ê ya Erdogan vê yekê ji bo bêdengkirina civakê bikartîne. Hinek ji wan kesên ku îşkence kirin û kuştin, xwebexşin. Ji Kurdistanê hatine, ji rojavayê Tirkiye hatine. Dixwazin kesên ku alîkariya gel dikin, ji wir dûr bikin. Bi vî rengî hewl didin rastiyên xwe veşêrin. Ev jî sûcê pey hev e. Ev aşkere ye. Di vê mijarê de hesasiyet heye. Divê ev hesasiyet zêdetir pêş bikeve. Eger nêzîkatiyên bi vî rengî neyên rawestandin, neyên astengkirin wê ji her kesî re bikin.
Piştî erdhejê li tirkiyeyê zihniyeta siyasî were guhertin
Ez dixwazim weke encam vê yekê diyar bikim. Ev erdhej bi rastî jî encamên pir giran derxist holê. Lê bi taybet rastiya dewleta tirk, rastiya siyaseta Tirkiyeyê bi hemû rastiya xwe re berbiçav bû. Piştî vê erdhejê wê li Tirkiyeyê zihniyeta siyasî were guhertin. Wê şoreşa wijdanî pêk were. Wê exlaq bikeve dewrê. Ev bêexlaqî, ev bêwijdanî wê were mehkûmkirin. Di civaka Tirkiyeyê de hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê civakî ve wê guhertin pêk were. Divê em vê yekê bibînin.
Ji ber vê yekê divê demokrat, şoreşger, kesên ku ji gelê xwe hez dikin, jin û ciwan vê rewşê bibînin û di guhertin û veguhertina Tirkiyeyê de rola xwe bilîzin. Piştî vê erdhejê êdî Tirkiye nikare wiha bimîne, wê biguhere. Wê bikeve pêvajoya guherîna kokdar. Ji xwe di pêvajoyeke wiha de bû, ketibû pêvajoyeke welê; bi vê erdhejê re guhertin, demokratîkbûn, siyaseta demokratîk, jiyanake demokratîk li Tirkiyeyê bûye tiştekî mecbûrî.
Ji ber vê yekê divê her kes ji vê pêvajoyê re amade be. Divê di nava têkoşîna vê yekê de be. Êdî dema têkbirina vê desthilardarî, guhertina Tirkiyê ye. Ez bang li her kesê dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin, Tirkiyeya beriya erdhejê red bikin û Tirkiyeya nû ava bikin.
Divê rojavayê firatê ji nû ve bibe cihê jiyanê
Ji aliyê din ve, min di banga xwe ya berê de destnîşan kir. Bi rastî jî rojavayê Firatê wêraniyeke pir mezin jiyaye. Hema hema rojavayê Firatê hatiye wê rewşê ku lê jiyan nebe. Anîne vê rewşê. Ji ber vê yekê ez bang hemû gelê me yên li metropolan, li Ewropa, li rojavayê Firatê dikim ku rojavayê Firatê ji nû ve ava bikin. Divê ew der ji nû ve bibe cihê jiyanê. Niha ji ber serma û sedemên cûrbecûr ji wê derê derketin heye, çûyîn heye. Divê em wê derê ji nû ve bikin cihê jiyanê, ava bikin û pêşiya vê rewşê bigirin.
Li rojavayê Firatê beriya niha bi Komkujiya Mereşê re ji mirovan xalî kirin hebû. Niha bi erdhejê re dikarin encamek bi vî rengî biafirînin. Ji ber vê yekê ez hem bang li hemû hêzên demokrasiyê, gelê kurd, gelên Tirkiye dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin, hem jî bang li gelê me yê rojavayê Firatê û li her aliyê cîhanê dikim ku di vê mijarê de bikevin nava lîv û tevgerê.”