Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Berpirsê komkujiya Til Rifat û Roboskiyê yek in’

Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê li Roboskê gelek xizmên xwe winda kirin, diyar kir ku komkujiya li Til Rifatê ya 8 zarok 10 kes hatin kuştin û komkujiya Roboskiyê dişibin hev û berpirsiyar jî heman kes in

Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa tirk gundê Roboskê bombebaran kir û 19 jê zarok 34 welatî qetil kir. Di 2’yê kanûna 2019’an de jî çeteyên girêdayî artêşa tirk li Til Rifatê ya girêdayê Kantona Şehbayê êrîş pêk anî. Di êrîşê de 8 jê zarokên temenê wan di navbera 3 – 15 salî de, bi giştî 10 sivîl hatin qetilkirin û 10 sivîl jî birîndar bûn.

Têkildarî komkujiya Roboskê û Til Rifhatê parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu nirxandin kir.

Til Rifat duyemîn bûyera Roboskiyê ye

Encu destnîşan kir ku berpirsiyarê Komkujiya Roboskê û Til Rifhatê heman kes in û wiha got: “Ev encama polîtîkaya li dijî gelên Rojava êrîşa komkuiyê ye. Ev polîtîka, heq, hiqûq mafên mirovan û demokrasiyê esas nagire. Bi temamî dixwazin demografiya herêmê biguherînin. Dixwazin bi zorê gelê herêmê koç bikin û mirovên xwe li herêmê bi cih bikin. Piştî komkujiya li Til Rifatê wêneyên di çapemeniyê de hatin weşandin, duyemîn bûyera Roboskiyê raberî me dike. Yên li Til Rifatê komkujî pêk anîn, kesên li Roboskî komkujî pêk anîn e. Piştî heman ferasetê ev komên çeteyan xwedî kirin, îro van çeteyên bi destê kujerên Roboskê mezin bûn li Til Rifatê komkujî kirin. Berpirsiyar heman feraset û heman kes in.”

Encu diyar kir ku dîmenên derketin holê di piraniya civakê de hesta komkujya Roboskiyê zindî kir û wiha domand: “Ev êş min bi xwe di sala 2011’an de jiya. Qêrîna wan dayikan û qêrîna dayikên Roboskiyê yek bû. Her bedenek li wir li erdê hatibû dirêjkirin wekî bedena birayê min û xizmê min hat ber çavê min. Bi taybetî nêzî salvegera Roboskiyê ev bûyer pêk hat. Êşa me bêtir tev rakir. Di vê mehê de tenê komkujiya Roboskiyê pêk nehat. Gelek komkujî pêk hatin.”

Li ser kurdan komkujî heye

Di axaftina xwe de Encu da zanîn ku li Til Rifatê jî wekî Roboskiyê sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Îro dibe ku berpirsiyar û saziyan ser Roboskiyê bincil kiribin. Lê yên ev sûc kirine di wijdanê civakê de hêj sûcdar in û hêj nehatine cezakirin. Heta hesab neyê pirsîn em ê şopdarê wê bin. Komkujiya Til Rifatê jî dê bê hesab nemîne. Ev êrîş ne tenê li dijî Til Rifatê pêk hatiye. Li dijî hemû gelê Rojava pêk ketiye. Ev êrîşa li dijî statuya gelê kurd e. Ger ku em hesap ji komkuiyekê nepirsin, em rê li pêş komkujiyek din vedikin. Ji ber kujerên Roboskiyê nehatin darizandin û cezakirin îro ev komkujî pêk hat. Komkujiyên li Cizîr, Silopî, Hezex, Şirnex û Sûrê pêş ketin, encama polîtîkayên bêcezakirinê ye. 100 sal in tişta hatiye serê me hesabê wê nehatiye pirsîn. Ger ku em bi rêyên hiqûqî û demokratîk hesab bipirsin, ev bûyer dubare nabin. Her ku polîtîkayên bêcezakirinê bidomin dê komkujiyên wekî yên Roboskî, Til Rifat û yên din bidomin

Tenê komkujiya fîzîkî tuneye

Encû diyar kir ku yan dê her dem van êşan bijîn an jî dê li dijî van komkujiyan têbikoşin û dawî li van komkujiyan bînin.

Her wiha Encu bi bîr xist ku kengî bertek û nerazibûnên civakê bi rêxistin kir û li dijî van komkujiyan bi rêxistin û yekitî têkoşiyan dê karibin dawî li van komkujiyan bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger em bêjin tu gel qetil dikî, gel jî dê hesab bipirse. Niha ne tenê bi awayekî fîzîkî komkujî heye. Komkujiya siyasî û civakî jî heye. Tayînkirina qeyûm mînaka vê yekê ye. Divê li djî van komkuiyan em muxalefeta civakî û demokratîk pêş bixin û mezin bikin.”  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar