Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Berpirsekî MOSSAD’ê: Berpirsên PDK’ê li herêmê çav û guhê me ne

Berpirsekî MOSSAD’ê ku ji rojnameyeke naskirî ya Îsraîlê The Jerusalem Post re axivî, diyar kir ku berpirsên başûrê Kurdistanê û bi taybet jî rayedarên PDK’ê li Iraq, Sûriye û Îranê çav û gûhê Îsraîlê ne û got ku ew li herêmê bi rêya wan gelek çalakî û perwerdeyên veşartî pêkanîne

Navenda Nûçeyan

Rojnameya The Jarusalem Post a Îsraîlî ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî Dezgeha Îstîxbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) têkildarî peywendiyên wan ên li gel Herêma Federal a Kurdistanê û PDK’ê zanyariyên nû yên girîng belav kir.

Li gorî rapora ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî MOSSAD’ê desthilata Başûr sûdeke mezin daye dewleta Îsraîlê û wiha nivîsandiye: “Hevpeymanî li gel kurdên Iraqê fêdeyeke mezin ji bo Îsraîlê hebûye. Li Iraq, Sûriye û Îranê bûne çav û guhên me. Îsraîl niha peywendiyeke xwe ya bihêz li gel kurdên Iraqê û bi taybet jî berpirsên PDK’ê ya dibin serokatiya Mesûd Barzanî de heye.”

Li gorî rojnameyê ev peywendiyane diçe heya salên 1960’an û tê gotin ku ji bo dewleta Iraqê were lawazkirin, ji xwe re weke hevpeyman hilbijart.

Her wiha ev berpisê MOSSAD’ê aşkera dike ku bi taybet peywendiyên leşkerî û siyasî yên herdu aliyan ên bihevre ji sala 2003’an ve zêdetir bûye û ev agahiyên veşartî jî aşkera dike: “Piştî sala 2004’an şûn ve yekineyên leşkerî û îstîxbaratî yên Îsraîlê bi rêya kurdên Iraqê karîn li Iraq, Îran û Sûriyeyê dest bi perwerde û gelek çalakiyên veşartî bikin.”

Di heman raporê de zanyariyek bi piştrastkirina ji Financial Times jî dibêje Îsraîl ji 4’an 3’yê nefta Herêma Federal a Kurdistanê ji bo xwe hawirde dike.

Ev rojname vê ya jî weke çavkaniyeke girîng a dahata Îsraîlê bi nav dike û her wiha diyar dike ku şîrketên Îsraîlî yên enerjî û hilberînê jî li Herêma  Federal a Kurdistanê çalak in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar