Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Berpirsên êrîşên nîjadperest desthilat e’

Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridvan Tûran diyar kir ku berpirsê êrîşên nîjadperest ên li dijî karkerên kurd desthilata AKP-MHP'ê ne

Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP’ê parlamenter Ridvan Tûran, têkildarî êrîşa nîjadperest a li Afyonê li dijî karkerên demsalî yên kurd pêk hatibû, daxuyaniyeke nivîskî da û desthilata AKP-MHP’ê ji êrîşê berpirsyar dît.

Tûran di destpêka daxuyaniya xwe de êrîşê bi bir û xist û diyar kir ku ji ber axaftina bi kurdî êrîş pêk hatiye û Walîyê Afyonê bersiva telefonên wan nedaye û wiha got: “Êrîşa nîjatperest a li ser karkerên çandiniyê yên demsalî ne cara pêşîn e. Berpirsê vê êrîşa nîjatperest ku bi rengekî sîstematîk partiya me û gelê me kiriye hedef siyaseta dubendî ya AKP-MHP’ê ye.”

Tûran destnîşan kir ku êrîş encama polîtîka û zimanê nefretê yê bi salan e li dijî kurdan tê bikaranîne û tenê yek rengî dihebîne û tehdê li rengên din dike û ev tişt anî ziman: “Ev polîtîka dibe sedema çanda lîncê ku van salên dawî her ku diçe zêde dibe û dibe rewşeke asayî. Nexasim hin kom xwe dixin cihê otorîteya dewletê, karkerên demsalî weke ku sûcdar bin dibînin û êrîşa li ser karkerên demsalî meşrû dikin. Em êrîşa nîjatperst şermezar dikin! Berpirsê van êrîşên wiha desthilata AKP ye. Ji bo ku rûdanên mezintir çênebin, desthilat demildest divê dev ji zimanê ku cihêtiyê dike biqere, li heremên ku karkarên çandî diçinê divê pêşî tundiya li ser wan bigire û ewlehiya wan a jiyanê biparêze.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar