Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Berpirsên Komkujiya Roboskê dê nekarin xwe ji hesabdayînê xelas bikin’

KCD û TJA’yê bi daxuyaniyên cuda kesên di Komkujiya Roboskê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku dîroka komara tirkî bi komkujiyên li dijî gelê kurd tije ye û hat destnîşankirin ku dê zû yan jî dereng dê hesab ji berpirsyarên Komkujiya Roboskê bê pirsîn

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê, daxuyaniyên nivîskî dan.

KCD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku komara dewleta tirk ji damezirandina xwe heta niha ligel polîtîkayên dijminatî û pişaftinê yên li hemberî gelê kurd meşandiye, bêhejmar komkujî jî pêk anîne. KCD’ê da zanîn ku yek ji van komkujiyan a ku şahidiyê wê kirine jî di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê hate kirin.

Daxuyaniya KCD’ê wiha dom kir:

“Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên kurd parçe parçe kirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî fermana vê komkujiyê daye. Ev jî nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.

Ligel ku di ser komkujiyê re 8 sal derbasbûne jî heta niha der barê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de tu tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser ‘lêpirsînên’ ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nav dosyayên ‘kujer nediyar.’

Komkujiyên bêhejmar hatin kirin

Komkujiya Roboskê, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatiye meşandin tenê yek jê ye. Piştî Komkujiya Roboskê êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.

Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî aşkera nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişikîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek.

Dê kujer hesabê bidin

Dema ku em li dîrokê dinihêrin komkujî û sûcên mirovahiyê, ji hêla kê ve hatiye kirin bila bê kirin hatine darizandin. Kujer çiqasî derfetên desthilatdariyê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez dê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.

Ne mumkun e ku Komkujiya Roboskê û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên cîhanê derxînin û nikarin bidin jibîrkirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina Komkujiya Roboskê yên ji çar aliyên dinyayê tên weşandin hestiyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.

Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên Komkujiya Roboskê hesab bidin nêzîk e.

Bi vê bîr û baweriyê em 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li 34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Gelê me û raya giştî ya navneteweyî divê bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên di 8’emîn salvegera Komkujiya Roboskê de pêk bên bibin. Em têkoşîna ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiyê bê xwestin hatiye destpêkirin bi dildarî silav dikin.”

Daxuyaniya TJA’yê

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi heman boneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Dêrsimê heta Gurgumê, ji Zîlanê heta Roboskê bi dehan komkujî di dîroka komarê de li dijî gelê kurd hatine kirin.

Daxuyanî wiha dom kir:

“Berpirsyarê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê bi xwe ye. Her wiha komên çete yên ser bi Tirkiyeyê di 2’yê kanûnê de li navçeya Til Rifat a Rojava bi topbaranê 10 kes qetil kirin ku 8 ji wan zarok bûn. Em dizanin ku tayînkirina qeyûman, destgîrkirin, girtin, binpêkirina mafên mirovan, êrîşên li dijî Rojava û Komkujiya Roboskê encama polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya li kurdane.

Li dijî tundî, neheqî, bêhiqûqî, zext û zordariya dewletê jî emê lêgerîna xwe ya li edaletê bidomînin. Em qurbaniyên Komkujiya Roboskê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar