Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Berpirsyarê çalakiyên Kobanê AKP ye’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê bi boneya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hat binçavkirin, çûn serdana xelkê Qersê. Bûldan li balafirgeha Qersê ji aliyê rêveberên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin û pişt re derbasî avahiya HDP’ê bûn. Bûldan li ber avahiya partiya xwe xîtabî gel kir.

Bûldan diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina binçavkirina Bîlgen û armanca piştevaniya xelkê Qersê hatine bajêr û dema ew hatine bi astengkiyan re hevrû mane. Bûldan bal kişand ser biryara qedexekirina şahî û çalakiyan a Walîtiya Qersê û wiha got: “Em hatine vir ku xwedî li vîna gelê Qersê derkevin. Em li dijî desteserkirina destekftiyên gel ku bi hezar ked û têkoşînê hatine vir. Lê destûr nedan rêxistinên me bajêr û navçeyên din. Li vî welatî em nûnerên bi milyonan in. Em li meclisê partiya seyemîn a mezin in. Heke serokên giştî yê AKP, MHP’ê bihatana vir wê bi heman sepanan re rûbirû bimana gelo? Lê belê dema mesele dibe HDP, edalet, hiqûq û yasa cuda tên xebitandin. Tevî van hemûyan jî HDP tu demê biçûk nebû, neeciqî quncifî. HDP her tim mezin bû û bi hêz bû. Wê ev sepanên we jî bêtir hêz bide me û em ê bêtir mezin bibin.”

Xelk ji xebatan kêfxweş e

Bûldan destnîşan kir ku tevahiya şêniyên Qersê xebatên şaredariyê erênî dibînin û pêşwazî dikin û ji ber vê yekê ew spasiya hevşaredar Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen û tevahiya xebatkaran dike. Bûldan da zanîn ku dê Ayhan Bîlgen di demek nêz de vegere Qersê û wiha domand: “Şaredariya Qersê neket û wê nekeve. Çawa ku tevî hemû zextan û êrîşan HDP neket û her ku çû bi hêz bû, Şaredariya Qersê jî wê di şexsê hevşaredarên me de xizmeta xwe bidomîne.”

Ne HDP berpirs AKP ye

Di axaftina xwe de Bûldan destnîşan kir ku AKP her winda dike rûyê xwe êrîşkar nîşan dide û wiha domand: “Dema AKP di anketa de dibîne ku dengan winda kiriye, dest bi van êrîşan dike. Wê ev êrîşên wan bidomin. Lê belê wê li dijî van êrîşên îktîdarê dê li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk, aştî, azadî û têkoşîna demokrasiyê mezin bibe. Em ê ji bo vê yekê qet gav paş ve neavêjin. Ev soza me ye ji bo gelên Tirkiyeyê. Heta ku HDP’yî hebin dê ev têkoşîn bidome. Em armanca van operasyonan baş dizanin. 6 sal berê bûyerên qewimîne niha radibin dikin sûc. Ji ber meseleya Kobanê 4 sal berê lêpirsînan dan destpêkirin. Hevalên me ne sûcdar in. Însanên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dan endamên partiya me ne. Gel wê çaxê ji bo Kobanê nekeve daket kolanan û piştevaniya gelê Kobanê kir. Lê niha destên cuda ketine nava vî karî û van bûyeran bi aliyek din ve dikişînin. Însanên me hatine qetilkirin lê HDP’ê dikin berpirsiyar. Naxêr. Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP bi xwe ye. Demildest dev ji van xeletiyan berdin. Hevalên me ne sûcdar in. Qet û qet nabe ku hevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bîlgen û yên din werin sûcdarkirin. Heta em li ser vê axê aştî, edalet û demokrasiyê tesîs bikin wê ev têkoşîna me bidome.”

‘Sûcek Bîlgen hebe ew jî xizmet e’

Bûldan destnîşan kir ku tu sûcek Bîlgen nîne û wiha got: “Ayhan Bîlgen ji bilî xizmetê û alîkariya vî gelî tu sûcek din nekiriye. Ji bilî ku dizî û bêrêbaziyên li şaredariyê hatine kirin û raxistiye ber çavan tiştek din nekiriye. Ayhan Bîlgen îro li Qersê rêyek nû vekiriye. Ev rêya hatiye vekirin rêya ku ji bilî HDP’ê li Qersê nikare qezenc bike ye.”

Her wiha Bûldan piştî axaftinê li gel rêveberên partiya xwe serdana esnafan û Şaredariya Qersê kir. QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar